HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Ew heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî Rêbertî, şehîdên me û nirxên azadiyê yên gelê me man û bûn milîtanên mînak.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev agahî da:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de ku qehremaniyên mezin lê hatin jiyîn, her roj li Herêmên Berxwedanê derbên giran li dijmin hatin xistin. Di encama pêngava me ya şoreşgerî de ku helîkopter hatin xistin, cenazeyên leşkerên dijmin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin, dijmin neçar ma ji gelek herêman vekişe.Di vê pêngava şoreşgerî de gelek caran leşkerên dijmin nekarîn serê xwe jî ji çeperên xwe derxînin. Vê pêngava me ya şoreşgerî bêguman di encama berxwedana bêhempa yên şehîdên me yên qehreman de gihişt vê astê. Di vê pêngava şoreşgerî de hevrêyên me Nîrvana û Welat ên ku bi şêwaza tîmê gerok şer kirin, bi taktîkên gerîla yên serdema nû ji sabotajê heta sûîkastê, ji çalakiyên vedizî heta çalakiyên çekên giran bi awayekî serketî li dijmin dan û di 26’ê Tebaxa 2022’an de şehîd bûn. Hevrêyên me Mûnzûr, Egîd û Êrîş ên ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de erkên girîng û krîtîk pêk anîn û ji bo geşkirina şerê me rolên girîng wergirtin, di êrîşa dijmin a di Tîrmeha 2022’an de şehîd bûn.

Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Nîrvana, Welat, Mûnzûr, Egîd û Êrîş re dixwazin. Hevrêyên me di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de kedeke mezin dan û heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî Rêbertî, şehîdên me û nirxên azadiyê yên gelê me man û bûn milîtanên mînak.

 Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Nîrvana Nînhûrsag

  Nav û paşnav: Zerrîn Abîç

  Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

  Navê dê û bav:Turkan - Selahattîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Welat Dalaho

  Nav û paşnav: Poriya Îrfanî

  Cihê jidayikbûnê: Kirmanşan

  Navê dê û bav: Tûran - Mahmûd

  Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Mûnzûr Zîlan

  Nav û paşnav: Îbrahîm Nasir Bayar

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Solmaz - Abdullah

  Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Egîd Çiyager  

  Nav û paşnav: Huseyîn Zeytûn

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Ozgul - Behçet

  Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Êrîş Adar

  Nav û paşnav: Şervan Yaşar

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Gulî - Omer

  Dîrok û cihê şehadetê: Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

NIRVANA NÎNHÛRSAG

Gelê me yê Qoserê ku ji salên destpêkê yên Têkoşîna me ya Azadiyê li Bakurê Kurdistanê kadroyên pêşeng tevlî nav têkoşîna azadiyê kiriye, bi bawerî û fedakariyeke bênavber dilsoziya xwe ya bi partiya me PKK’ê re didomîne. Dema ku êrîşên dijmin gelekî zêde bûn jî, xwedî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derket, bi helwesta xwe ya welatparêzî, bi sedan zarokên xwe yên qehreman şand refên gerîla û ji bo hemû gelê me yê Kurdistanê bû mînak. Hevrêya me Nîrvana di nava rastiyeke wisa ya gel de, di malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Ew bi çanda kûr a ku gelê me bi hezaran salan ji malbata xwe û hawîrdora xwe stendiye, mezin bûye. Ji bo vê jî her tim ew girêdayî azadiyê bû û wê rewşa mêtingeriya li ser gelê me tu carî qebûl nekiriye.Hevrêya me Nîrvana ku ji biçûkatiya xwe partiya me nas kir, di ciwaniya xwe de jî xwestiye weke jineke ciwan berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Di dema xwendina xwe ya zanîngehê de ciwanên Kurd ên wekî xwe welatparêz nas kir û di nav zanîngehê de tevlî xebatên ciwanan bû. Lê di sala 2014’an de ku ji bo gelê me serdemeke girîng e, dema çeteyan êrîşî Şengal û Rojava kirin, hevrêya me biryar da ku têkoşîna xwe xurttir bike. Dema ku çeteyan li ser jinên Kurd û gelên Kurd qetlîam kir û jin li bazarên koleyan firot, van êrîşan xeta têkoşînê ya hevrêya me diyar kir. Hevrêya Nîrvana ku di wê baweriyê de bû, li hemberî çeteyên ku êrîşên herî hovane li dijî gelê me pêk tîne, têkoşîna çekdarî dikare bibe bersiv. Li ser vî esasî wê berê xwe daye Şoreşa Azadiyê ya Rojava û tevlî nav refên têkoşînê bûye.

Hevrêya me Nîrvana piştî perwerdeyeke demkurt çû eniyên ku şer lê dijwar bû, bi cesaret û helwesta xwe ya bi biryar hêz da rêhevalên xwe û di warê leşkerî de ji tecrubeyên hevrêyên xwe sûd wergirt. Hevrêya me Nîrvana ku ji bo li hemberî çeteyan bi awayekî serketî li ber xwe bide, xwest zêdetir li ser taktîk û şêwazê şer de xwe kûr bike. Bi hişmendiya ku bi şerekî ku bi taktîkek rast were kirin, wê xwe perwerde kir. Hevrêya me Nîrvana di qada sabotajê de ya ku hesasiyet, zanebûn, sebir û afirîneriya taktîkî ya bilind pêwîst dike xwe bi pêş ve bir, bi sedan mayinên çeteyan bêbandor kir û bi vî rengî pêşî li komkujiyên li ser gelê me girt. Hevrêya me Nîrvana ku di vê xebata ku bi cesaret û sebreke mezin bi rê ve bir, bi ser ket. Ew li Minbic û Tebqayê tevlî çalakiyên serkeftî yên li dijî çeteyan bû û hewl da ku berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê me bi cih bîne. Hevrêya me Nîrvana ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve bi hevrêtiyeke xwe ya jidil, bi tevlîbûna xwe ya bênavber û bi daxwaza ji her hevrêyên xwe tiştekî fêr bibe, ji aliyê hemû hevrêyên xwe dihat hezkirin. Hevrêya me Nîrvana bi îradeyeke mezin, bi şehadetan û bi fedakariyeke bêhempa ya ji bo Rêbertî zehmetiyên ku jiyabû derbas kir, her tim serkeftinên mezintir bi dest xist. Hevrêya me Nîrvana ku di sala 2018’an de li dijî êrîşa dijmin a li ser Efrînê de, çû eniyên şer di her kêliya berxwedanê de bi têkoşîneke mezin û fedekariyek mezin hewl da gelê me biparêze. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin û komkujî li ser gelê me hatin kirin, soz da ku tola van komkujiyan ji dewleta Tirk bistîne û biryar da ku bi awayekî xurt tevlî nav refên gerîla bibe.

Hevrêya me Nîrvana piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, di serî de armanca wê ev bû ku di felsefeya Rêbertiyê de xwe kûr bike û di kesayeta xwe de Îdeolojiya Azadiya Jinê biafirîne. Ji bo vê jî tevî komek hevrêyên xwe yên jin, derbasî pêvajoya perwerdeyê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de hewl da ku Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêbertiya me fêm bike û bi serkeftî pêk bîne. Bi yekkirina helwesta pîroz a jinên Mêrdînî ya bi îdeolojiya Rêbertiyê re, ber bi jina azad ve gavên xwe yên destpêkê avêt. Hevrêya me Nîrvana ku di gelek qadên cuda de xebitî, piştî ku perwerdeya xwe bi serkeftî qedand, tecrubeyên xwe yên leşkerî bi hevalên xwe re parve kir. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê xwest hêrsa xwe ya li dijî dijmin bike bingeha têkoşîneke serkeftî û bi israr berê xwe da qadên şer. Dixwest tevî hevrêyên xwe yên di tunelan de wekî tîmên gerok şer dikin, ew jî şer bike. Ji bo ku bigihêje vê armancê, di nava tîmên gerok cih girt û berê xwe da Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ku destanên qehremaniyê yên mezin lê hatin nivîsandin. Di nav tîma gerok de wê barê hevalên xwe yên di tunelên şer de sivik kir û bi çalakiyên xwe girêdana xwe ya bi wan re diyar kir. Di çalakiya serkeftî ya di 26’ê Tebaxa 2022’an de, wê bi fedakarî şer kir û heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî nirxên azadiyê maye.

WELAT DALAHO

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi fedakariya xwe ya ji bo azadiya xwe û bi berxwedana xwe ya bênavber hêza berxwedanê da hemû gelê me yê Kurdistanê îro jî li hemberî dagirkeran li ber xwe dide. Hevrêyê me Welat li bajarê qedîm ê Rojhilatê Kurdistanê Kirmanşanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî azadiya gelê me dît û bi partiya me PKK'ê re sempatî kir, wî ji biçûkatiya xwe ve Partiya me nas kir. Dîsa tevlîbûna malbata wî ya di nava refên gerîla de, bandorek li hevrêyê me Welat kir. Hevrêyê me Welat ku berxwedana ku di şexsê gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê de pêş ket ji nêz ve dişopand. Dema ku gerîla bi fedakarî li dijî qetlîamên li ser gelê me li gelek qadan bi taybet li Şengalê li ber xwe da, mîna her ciwanên Kurd vê berxwedanê bandor li hevalê me Welat jî kir. Bi baweriya ku divê berpirsyariya xwe ya li hemberî gelê me bi cih bîne, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Welat di sala 2016'an de tevlî nava refên gerîla bû, bi enerjiya ciwantiya xwe û zelalbûna tevlêbûna xwe di demeke kurt de di kesayeta xwe de pêşketinên mezin ava kir. Bi tevahî xwe tevlî têkoşînê kiriye û ji bo her kêliyê têkoşîna xwe mezin bike, her dem hewl daye. Ji bo vê jî her tim xwe perwerde kiriye û xwe bi pêş ve biriye. Weke gerîlayekî ciwan ji bo li hemberî dijmin têkoşîneke çalak bimeşîne xwe di warê leşkerî de kûr kiriye. Bi taybetî kûrbûna di taktîkên serdema nû de, ji xwe re kiriye esas. Di wê baweriyê de bû ku têkoşîna me ya azadiyê wê bi yekîneyên gerîla yên profesyonel bi ser bikeve û ji bo vê jî di warê îdeolojîk û felsefî de û hem jî di qada leşkerî de xwest xwe bigihîne gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Li ser vê bingehê xwe perwerde kir. Hevrêyê me Welat ê ku di demeke kin bi kesayeta xwe ya rast, zelal, gihîştî û mutewazî hezkirina hemû rêhevalên xwe qezenç kiriye û hemû hevrêyên wî xwestine pê re bin. Piştî ku di gelek qadên cuda de xebitî, xwest li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku artêşa Tirk dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, tevlî têkoşînê bibe.

Hevrêyê me Welat ku ev daxwaz bi cih anî, tevlî tîmên gerok bû û derbasî herêma Berxwedana Girê Amediyê. Li vê qadê şerekî gur hebû. Li Girê Amediyê ku dijmin tevî hemû teknîk û çekên kîmyewî nekarî berxwedanê bişkîne, hevrêyê me Welat bi çalakiyên ku ligel hevrêya me Nîrvana pêk anî de derbên xurt li dijmin dan. Ew bû pêşengê çalakiyên ku ji sûîkastê heta sabotajê û ev taktîk bi serkeftî pêk anî. Hevrêyê me Welat ê ku dema pêwîst bike derbên giran li dijmin dixist, dema pêwîst bû bi taktîka sûîqestê ya ji dûr ve li dijmin dida û bû yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedanê. Wêrekiya wî, hêrsa wî ya li hemberî dijmin û îradeya wî ya ji bo veguherandina vê hêrsê moral û hêz da hevrêyên wî. Hevalê me Welat, weke namzetekî fermandariyê, li ser şopa fermandarê hêja Şehîd Simko Serhildan meşiya û heta nefesa xwe ya dawî bi fedakariya xewna Kurdistana azad şer kir û şehîd bû.

MÛNZÛR ZÎLAN

Hevrêyê me Mûnzûr di malbateke welatparêz a Cizîra Botan de hat dinê, li hemberî hemû zext û qetlîamên dijmin ti carî ji sekna xwe ya jiyana bi rûmet tawîz neda û berdêlên mezin dan. Ji ber ku malbat û derdora wî tevlî nava refên gerîla bû û li yek ji navendên têkoşîna me ya azadiyê ya weke Cizîrê jiya, ji biçûkatî ve partiya me PKK bi awayekî xwezayî nas kir. Ji ber ku ew li Cizîrê mezin bû ya ku serhildana yekem lê pêk hat û mîlîtanên pêşeng ên gel ên wekî Binevş Egal lê têkoşiyabû, ew bi çîrokên qehremaniyê mezin bû. Di ciwantiya xwe de êdî wî rastiya dijmin fêm kir û dît ku partiya me PKK çawa li hemberî vê rastiya dijmin şer dike. Di ciwaniya xwe de bi gelek hevalên xwe yên weke xwe re, di hinek qadan de tevlî têkoşînê bû û li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî gelê me pêwîstiya xweparastinê fêm kir. Ji ber vê jî tevlî yekîneyên xweparastinê bû. Ji rojên xwe yên ewil ên di van yekîneyên xweparastinê de, bi wêrekiya xwe ya bilind û kesayeta xwe ya afirîner beşdarî gelek xebatên krîtîk bû û ev xebat bi awayekî serkeftî bi encam kiriye.

Hevrêyê me Mûnzûr ê ku di dema ku dijmin li Cizîrê li dijî gelê me komkujî pêk anî, ji bo xebateke cuda li cihekî cuda bû, poşman bû ku nekarî li gel hevalên xwe yên li hemberî dijmin li ber xwe bide. Her tim di bin bandora vê rewşê de maye û ev tişt kir sedema têkoşîneke xurttir. Şehadeta gelek hevalên zarokatiyê û pêkanîna komkujiyên li dijî gelê me hevrê Mûnzûr hîn bêhtir kişand nava têkoşînê. Dîsa êrîşên dijwar ên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava û komkujiyên li dijî gelê me yên li wir xeta têkoşînê ya hevrêyê me Mûnzûr diyar kirin. Hevrêyê me Mûnzûr ku li Rojava tevlî hêzên azadiyê bû, demeke dirêj li vê herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir. Bi tevlêbûna xwe ya çalak a di pêvajoya şer de, tecrube û pratîkeke girîng bi dest xist. Hevrêyê me Mûnzûr ê ku di aliyê bîrdozî de, di aliyê leşkerî de jî xwe bi pêş ve bir, xwest vê astê li dijî dewleta Tirk a qirker bike bingehê têkoşîneke bi bandor. Wî fêm kir ku cihê herî rast ji bo vê yekê çiyayên Kurdistanê ye.

Li ser vê bingehê di sala 2020’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Bi coş û heyecana mezin a gihandina çiyayên Kurdistanê ku ji zarokatiya xwe de hesreta wî hebû, bi lez û bez hînî çiya û jiyana gerîlatiyê bû. Hevrêyê me Mûnzûr ku di nava Hêzên Taybet de dest bi xebatan kir, ku weke cihê ku herî baş fedakariya xwe ya li hemberî şehîdan û hêrsa xwe ya kûr a li hember dijmin dibîne, di demeke kin de bi perwerdeyê re dibe gerîlayekî jêhatî.  Wî di nava xebatên Hêzên Taybet potansiyela xwe baştir derxistiye holê. Hevrêyê me Mûnzûr ku azadî wekî armanc3en nû û gihandina van armancan diyar kir, her tim bi meşa xwe ya bi biryar a li ser vê rêya azadiyê di refên herî pêş de cih girtiye. Bi saya kesayeta xwe ya ku bi ti awayî tehemûlê têkçûnê nake, her karê ku dest pê dike bi serketî qedand. Hevrêyê me Mûnzûr ku di dema zehmetiyan de her tim bi saya zîrekiya xwe ya afirîner û pratîkî ya bilind li ber xwe da. Bi tempoya xwe ya bilind a têkoşînê û bi şêwaza xwe ya bibandor û kolektîf ve bûye namzetê fermandariya pêşeng.  Ji ber vê sedemê ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin. Dixwest li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a mêtinger şer bike da ku tola hemû şehîdên me bi taybetî tola hevalên xwe yên şehîd ên zarokatiyê hilîne.

Dema ku dijmin li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirkeriyê pêş xist, wî xwest di eniyên berxwedanê de cih bigire. Dixwest ku kontrasyona xwe ya kûr a ku jiyabû li hemberî dijmin bixe nava tevgerê û bi taybetî jî piştgirî bide hevalên xwe yên di tunelên şer de li ber xwe didin. Hevrêyê me Mûnzûr ê ku fedakarî weke şêwaza jiyanê qebûl kir û di her kêliya jiyana xwe de ev tişt nîşan da û di êrîşa dijmin a li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê  de, bi şehadeta xwe nemir bû. Em hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê me Mûnzûr dewrî me kiriye, bigihînin serfiraziyê û em ê xeyalên hevalên xwe bi cih bînin.

EGÎD ÇIYAGER

Hevrêyê me Egîd li navçeya welatparêz a Amedê Erxenî di malbateke welatparêz û koçer de ji dayik bû. Paşê malbata wî li gundekî girêdayî Bismilê bi cih dibe û li wir mezin dibe. Hevrêyê me Egîd ku di kesayeta xwe de hemû taybetmendiyên xwezayî yên koçeriyê hildabû û bi vê yekê re kariye xwe ji qirêjiya pergala serdest biparêze. Ji ber ku malbat û xizmên wî di gelek qadên têkoşîna azadiyê ya gelê me de cih girtine û dixebitin, ev tişt bû derfeta ku ew hêj baştir têkoşîna me yê azadiyê nas bike. Her wiha ji ber ku di salên xwe yên lîseyê de li navenda Amedê jiyaye, ji serdema yekemîn a ciwantiya xwe ve dest bi naskirina têkoşîna me ya azadiyê kiriye. Bi taybetî jî berxwedana destanî ya gerîla ya li dijî dagirkeriyê bandor li wî kir û fikirî ku divê xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê û tevlî gerîla bibe. Hevrêyê me Egîd ê ku dema li Amedê dixwend derfeta dîtina rastiya dijmin ji nêz ve bi dest xist, gihişt encama ku ev dijminê faşîst tenê bi têkoşînê dikare were têkbirin. Li ser vî esasî tevlî xebatên ciwanan bû. Hevrê Egîd ku di xebatên ciwanan de xwedî pratîkeke serkeftî ye, di wê baweriyê de bû ku ji bo gelê me bigihêje azadiyê divê têkoşîneke hîn bi bandor û radîkal were meşandin. Li ser vê esasê di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Egîd ê ji Amedê tevlî gerîla bû, piştre derbasî herêma Zapê bû û li vir perwerdeya Şervanên Nû dît. Di pêvajoya perwerdeyê de di bin bandora xwezaya Kurdistanê û têkiliyên hevrêtiya PKK’ê de ma. Bi taybetî vekirîbûn û rastbûna hevrêyên me bi hev re bandoreke kûr li hevrê Egîd kir. Hevrêyê me Egîd ê ku bi perwerdeya partiyê ku dîtî nakokiyên xwe ji holê rakir, bû xwedî tevlîbûneke bêsînor. Ji ber kesayetiya xwe ya durist û dilsoziya bi xeta Rêbertî û şehîdan re, ji roja destpêkê ya jiyana xwe ya gerîlatiyê ve tevlî xebatên girîng bûye ku bawerî, hesasiyet, disiplîna cewherî dixwaze. Hevrêyê me Egîd ê ku heta sala 2019’an di xebatên xwe de gelekî serkeftî bû, piştî ku di sala 2019’an de dijmin êrîşî herêma Heftanînê kir, ji bo hêrsa xwe ya li hember dijmin veguherîne çalakiyê, derbasî herêma Heftanînê bû. Li vir bi cesaret û bi îradeyek mezin li dijî dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû, bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Egîd ku ti carî xwe paş ve nade, dizanibû ku ancax bi vî rengî dikare şehîdan û têkoşîna Rêbertiya me biparêze. Hevrêyê me Egîd ê di şer de bi giranî birîndar bû, piştî pêvajoya dermankirinê ya demdirêj, têkoşîna xwe berdewam kir. Hêrsa wî ya li hemberî dijmin her roj zêdetir bûye û ji bo vê bûye bingehê têkoşîneke bi bandor. Ji bo xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de kûr bike û bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya şer bibe, di akademiyên leşkerî de tevlî perwerdeyê bû. Hevrêyê me Egîd ku bi perwerdehiyên dîtî bûye gerîlayekî jêhatî, xwe di warê îdeolojîyê de jî kûr kiriye û bûye milîtanek bihêztir.

Li gel ku xwesteka wî ya şer a li dijî dijmin mezin bû jî, hevrêyê me Egîd ku bi hişmendiya xwe ya rêxistinî ya bilind li gorî hewcehiyên rêxistiniyê tevgeriyaye, ji 2020'an ve heta kêliya ku gihaştiye şehadetê di nav xebatên girîng û krîtîk de cihê xwe girtiye.

Hevrêyê me Egîd ku di asta berpirsyariyê de xebatên xwe dimeşîne, bi pratîka xwe ya serkeftî bûye milîtanekî mînak. Her çendî pir dixwest li gel hevrêyên xwe yên di tunelên şer de li ber xwe didin be jî, ji ber xweseriya xebata xwe nikarîbû vê daxwaza xwe bi cih bîne, lê her dem hevrêyên hîs kiriye. Hevrêyê me Egîd ku di êrîşên dijmin ên meha Tîrmehê de gihişt şehadetê, wê her tim bi şehadeta xwe hem jî bi jiyana xwe ya têkoşînê pêşengiyê ji me re bike.

ÊRÎŞ ADAR

Hevrêyê me Êrîş li Geverê di malbateke bi nirx û welatparêz de ku gelek berdêl di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de dane de, ji dayik bûye. Ji ber vê taybetmendiya malbata xwe, ji biçûkatiya xwe ve, ji gerîla û Partiya me hez dikir. Bi taybet şehadeta xwişka wî ya mezin hevrê Adar di salên 90’î de, bandorek mezin li hevrêyê me Êrîş kir. Bi çîrokên berxwedana destanî ya hevrêyên me yên şehîd, bi taybetî hevrê Adar li dijî dewleta Tirk a mêtinger mezin bû û xeyala wê roja tevlîbûna gerîla dikir. Dema di sala 2006’an de xwişkeke din a mezin tevlî nava refên gerîla bû, daxwaza hevrêyê me Êrîş ya tevlîbûna gerîla hîn zêdetir bû. Lê belê, ji ber ku ew pir ciwan bû, nekarî beşdar bibe. Hevrêyê me Êrîş ku bi xwedîderketina li cewhera xwe ya welatparêzî û kesayetiya ku bi çanda kûr a gelê me re şênber bû, dema hat ciwantiya xwe hemû polîtîkayên şerê taybet ên dijmin pûç kir, bi xwedîderketina li xeyala xwe ya zarokatiyê re ala têkoşînê ya Şehîd Adar dewr girt.

Hevrê Êrîş ku di sala 2013’yan de ji Şemzînanê tevlî nava refên gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe li Xakûrkê dît. Hevrêyê me Erîş ku ji ber herêma lê dijiya hînî jiyana çiyê bû, di demeke kurt de bi perwerdeyên wergirtî re adapteyî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Erîş ku ji bo xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de perwerde bike û bike nûnerê milîtan ê xeta şehîdan her tim ji bo xwe gihandina vê armancê hewl da. Bi hişmendiya ku jiyana PKK’ê nirxek girîng e ku di encama keda bêhempa ya bi hezaran hevrêyên me yên şehîd de hatiye afirandin, beşdarî jiyanê bûye û her tim bi giraniya wê hîs kiriye. Hevrê Êrîş ku di têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de gelekî ji dil e, ji bo fedekariya li hemberî hevrêyên xwe, xwe paş ve nexistiye. Ji ber vê yekê hurmeta hemû hevrêyên xwe girt. Hevrê Êrîş ku ji sala 2013'an dema tevlî nava refên gerîla bû û heta sala 2019'an li Xakûrkê gerîlatiyê kir, di gelek qadan de peywir girtiye. Li dijî êrîşên dijmin ên ji sala 2015’an vir ve li herêma Xakûrkê hatiye kirin, bi tevlîbûna gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin bersiv daye. Bi tevlêbûna xwe ya leheng û fedaî ya çalakiyên ku lidarxist ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve weke mînak hate girtin. Dîsa di dema êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li dijî herêma Xakûrkê de di nava berxwedanê de bû û di vê pêvajoyê de jî bi beşdarbûna çalakiyên li dijî dijmin hewl da peywira xwe ya pêşeng bi cih bîne. Piştî 2019’an, ew beşdarî xebatên ku pêdiviya bilind hewce dike, bûye. Hevrê Êrîş ku bi tevlîbûn û helwesta xwe ya di vê pêvajoyê de bawerî da hevrêyên xwe, piştre ji bo xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de pêş bixîne û erkên xwe yên dewreyê bi serkeftî bi cih bîne, tevlî xebatên perwerdeyê yên di nava akademiyê de bû. Hevrê Êrîş ku tevlîbûna xwe ya di pêvajoya perwerdeyê de ji nû ve nirxand, kêmasiyên xwe bi alîkariya hevrêyên xwe çareser kir û ji bo bibe milîtanekî pêşeng ku bikaribe bersivê bide pêvajoyê kedeke mezin da. Bi taybetî xwest paradîgmaya Rêbertî ku taybetmendiya herî bingehîn a gerîlatiya Modernîteya Demokratîk e kûr bike û vê yekê veguherîne taybetmendiyek kesayetiyê. Di vê çarçoveyê de lêhurbûnek bi nirx bi dest xist. Di serdema nû de jî di şêwaz û taktîkên gerîlatiyê de xwe pêş xistiye. Ji bo derbên giran li dijmin bixe ketiye nava lêhurbûnên kûr, ji bo pratîkkirina van lêhurbûnan kedek mezin daye.

Hevrê Êrîş ku piştî perwerdehiya xwe bi serketî qedand, bi coş û kelecanek mezin berê xwe da qada pratîkê, tevlî xebatên ku pê baweriyeke mezin hewce dike. Di van xebatan de xwest ku bibe bersivek ji pêvajoya dîrokî ya ku em tê de derbas bûne. Bêyî ku ferq û cudahiyê bixe nava xebatan, li ser tevlîbûna rast lê hûr bû. Mîrateya berxwedanê ya hevrêyê me Êrîş ê ku di êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû, wê her tim pêşengiya me hevrêyan bike."