Hêzên Şengalê li dijî sîxuran dest bi operasyonê kirin

Hate ragihandin ku Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê li dijî tevna sîxuriyê dest bi 'Operasyona Tolhildanê' kirine. Hate gotin, kesên ji ber sîxuriyê hatine destgîrkirin li xwe mikur hatine ku ji aliyê MÎT'ê û PDK'ê ve hatine birêxistinkirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Yekîneyên Taybet ên YBŞ'ê û Hêzên Ewlekariyê yên Şengalê bi hevbeşî dest bi 'Operasyona Tolhildanê' kirine û ev operasyon li dijî sîxuran e.

Hate ragihandin ku di operasyonê de heta niha li ser çend torên sîxûrî yên li Şengalê de hatiye girtin û gelek kes jî bi tohmeta ‘Sîxûriyê’ hatine girtin.

Li gorî nûçeyê, çavkaniyên ewlekariyê diyar kirin, ku kesên hatine girtin destê wan di êrîşên li ser Şengalê û xwîna gelek pêşengên Êzidî de hene û gotin, "Ev demek bû hem malbatên şehîdan hem jî xelkê Şengalê daxwaza girtin û destgîrkirina sîxûran û kesên destê wan di xwîna Êzîdiyan de hene dikirin. Hêzên me jî piştî lêkolîn û agahî komkirineke demdirêj derbarê torên sîxûriyê de biryara operasyoneke hevbeş dan. Piştî hemû zanyarî piştrastbûn me dest bi operasyoneke hevbeş a tolhildanê kir. Operasyona ku me kir serkeftî bû."

Heman çavkaniya diyar kir kesên bi tohmeta sîxûriyê hatine girtin, lixwe mikûr hatine ku li dijî civaka Êzidî tawan kirine û wiha got: “Beşek ji sîxûrên ku hêzên ewlekariyê girtine, li xwemikûr hatin ku ji aliyê rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk MÎT'ê û PDK’ê ve hatine erkdarkirin, ji bo agahiyên derbarê saziyên Şengalê yên ser bi Rêveberiya Xweser û pêşengên civaka Êzidî de agahiyan kom bikin û bidin MİT û PDK’ê."

Di dewama axaftina xwede çavkaniyê agahiyeke din a girîng jî da û got: “Di encama lêpirsîna li gel sîxûrên ku hatine kirin de êrîşên li dijî hinek pêşengên Êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê de hatine zelalkirin û encamên girîng ji van lêpirsînan bidestxistine.”

Hate ragihandin ku encamên operasyonê wê bi raya giştî re bêne parvekirin û hate gotin, "Ev tora sîxûriyê çawa li Şengalê hatiye rêxistin kirin, di berdêla xiyanetê de çi soz ji bo wan hatiye dayîn hemû îtîraf kirine. Dibe hêzên me encamên operasyonê û îtîrafên sîxûran bi raya giştî re parve bike."

Di dawiya axaftina xwede jî çavkaniyê dazanîn operasyona wan ya li dijî tora sîxûran ya li Şengalê hîn dewam dike.

Ji sala 2017’an ve heya niha bi dehan êrîşên hewayî yên bi balafirên sîxûrî yên Tirk li dijî saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêşeng û fermandarên Êzîdiyan çêbûye. Di encamê de gelek rêveber û fermandarên Êzidî şehîdbûne. Hemû êrîşên ku çêbûne jî li gorî daxuyaniyên fermî yên dewleta Tirk operasyonên îstîxbaratîbûne û bi rêya îstîxbaratê pêkanîne.