Endamê Meclisa PJAK’ê Amed Şaho di salvegera Komara Kurdistanê û ragihandina Xwerêveberiya Demokratîk a Kantona Cizîrê de beşdarî bernameya Hêlî 3 a ku li ser Aryen TV tê weşandin bû. Şaho di serî de tevahî şehîdên Komarê û şehîdên xwerêveberiya demokratîk û tevahî şehîdên rêya azadî bibîr anî. Amed Şaho di hevpeyvînê de bal kişand ser girîngiya rola pêşengtiya gelê Kurd wekî gelekî demokrasîxwaz û azadîxwaz ê di herêmê de û girêdana vê bi baweriya Îslama Demokratîk kir û got:
'LÊGERÎNA GELÊ KURD, LÊGERÎNA HEQÎQETÊ YE'
“Têkoşîna Pêxember li ser esasê yekîtiya gel û baweriyên cûda hatiye meşandin û bihevre jiyîna gelan kiriye armanc. Kurd wekî netewe pirrengî û cûdatiyan hewandiye. Bihevre jiyana gelan esas girtiye û taybetmendiyên xwe ên wekhevîxwaz û demokrasîxwaz li pêş e. Rûxmê ku qirkirinek li hember gelê Kurd di bin navê Îslamê de tê kirin û ji ciwanên Kurd re pênaseyên “Muharib” an jî “dij-Xweda” tên kirin jî, gelê Kurd berê û niha jî, xwedî li heqîqeta ola Îslamê derketiye û baweriyên cûda hembêz kiriye. Yekîtiya milletên Îslamê li Kurdistanê serwere. Li Kurdistanê bîr û baweriyên cûda hene. Zerdeştî, Kakayî, Elewî û Êzîdî bihevre dijîn. Vana li ser tunekirina ê din xwe mezin nekirine. Vana ruhê têkoşînê zindî hiştiye. Heqîqeta Îslam jî li dijî muhafazekariyê ye, nûbûn tê de heye. Ev sifet ji bo Kudistanê derbasdar nîn in, ji ber vê rola Kurdistanê wekî hêzekî pêşeng bihêze û ev xwe dide der. Vê mîrateyekî ji herêmê re hiştiye. Mîna Şex Saîd, Seyît Riza û Qazî Mihemed. Ev nûnertiya welatparêzî û baweriya Îslamê demokratîk dikin. Di oxira baweriya xwe de teslîm nebûn, îxanet li vê baweriyê nekirin û hatin darve kirin. Kesayetên mezin ên bi baweriya Îslamê li Kurdistanê derketin: Mela Evirehman, li Bakur. Kesayetên şoreşger ên Îslamî ne. Mela Rebî-î, Seyît Îzedîn Hiseynî, Mirdewx Kurdistanî û hwd derketine. Lêgerîna gelê Kurd a roja îro lêgerîna li heqîqetê ye, pêwîste ciwanên Kurd û mamoste xwedî li vê mîrateyê derbikevin. Desthilatdar vê heqîqetê parçe dikin. Gelê Kurd heqîqeteke. Heqîqetê bidar ve dikin. Heqîqetê bi komkujiyan hewl didin ji holê rakin. Niha rejîma dagirker bi 5000 dînar dixwaze mamosteyên ayînî beşdarî civînan bike. Gelo ayîn bi pereyan tê kirîn? Ev xiyaneta li ayîn, li Îslamê ye. Xiyanet li niştîman, ziman û netewe ye.”
'DI BIN NAVÊ OLA ÎSLAMÊ DE FAŞÎZMÊ GUR DIKIN'
Amed Şaho têkîldarê desthilatdarên ku di serdema îro de bi maskeyên Îslamê gelan qir dikin de ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk a dagirker, bi zihniyetekî netewparêz, bermahiyên van dewletan hereketên wekî DAÎŞ û El Qaîda faşîzma radîkal a Îslamî li herêmê belav dike. Bi zorê dixwazin misilmanekî Kurd ê li gor xwe ava bikin, bikin amûrekî desthilatdariyê û koka Îslama Demokratîk ku li Kurdistanê bihêze, ziwa bikin û a xwe deynin şûna wê. Ê ku nûnertiya rast a Îslamiyetê dike gelê Kurd e. Ên ku Îslam jirêderxistiye, berovajî kiriye desthilatdariya heyî ya Îranê û rejîma dewleta Tirk a faşîst e.”
'BI PEYMANEKÎ CIVAKÎ PIRSGIRÊKÊN ÎRANÊ DIKARIN ÇARESER BIBIN'
Amed Şaho di dawiyê de nûkirina Peymana Medîne wekî çareseriya gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi nav kir û mînaka vê a ber bi çav Şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir û got: “Yekîtiya gelan cewhera Îslama Demokratîk e. Bi şoreşa hemdemê re Peymana Medîne li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zindî bû û pêk hat. Ji ber ku yekîtiya gelan ava bû. Ew yekîtiya ku ava bûye, bixwe peymanekî civakî îfade dike. Hemû gel bihevre dijîn. Herkes di hêzên parastinê û rêveberiyê de cih digire. Hemû beşên civakê, jin û ciwan rola xwe tê de dibînin û beşdar dibin. Ji bo roja îro peymana Medîne wekî nimûne ji bo Îranê girîng e. Bi peymanekî civakî, pirsgirêkên Îranê dikarin çareser bibin. Ên ku îddiaya nûnertiya heqîqî a Îslamê dikin pêwîste vê peymanê ber çavan re derbas bikin. Ji ber ku hin xalên esasî di vê peymanê de hene. Di xaleke peymanê de tê gotin ku: ewlehiya ku Xweda daye mirovatiyê, her komekî civakê dikare bi awayekî wekhev jê sûdê bigire. Niha jin, ciwan, Kurd an Belûç dikarin ji vê ewlehiyê sûdwerbigrin? Berovajî vê ye. Kurd, Belûç û rengên dîtir ji aliyê çîna serdest a nûnertiya desthilatdariya Îslamî ve heta dawî tên tepisandin. Nexwe ewlekarî tê de nîn e. Xaleke din ew e ku neteweyek nabe ku xiyanet li neteweyeke din bike, herkes li gorî vê rast be û erka xwe pêk bîne. Her wiha di xalekê de mafê siyasî û çandî ji her komekî civakê re tê dayîn. Mafê xwebirêvebirin tê diyar kirin. Di warê mezhebî da jî azadîyek heye. Desthilatdariya Îranê van xalan hemûyan binpê dike. Ev jî bi xwe ji rêya Îslamê derketin îfade dike. Desthilatdar ser navê ola Îslamê gelê Kurd û pêkhateyên din tune dike. Ji ber vê yekê Qazî Mihemed nûnerê welatparêzî û baweriya Îslama Demokratîk e.”