Dagirkeran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş kirin

Artêşa Tirk a dagirker li qadên Çemço û Sîdayê çeperên berxwedanê yên gerîla 12 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran jî bi bombeyên qedexekirî bombe kir.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 12 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran bi bombeyên qedexekirî û bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran bombe kir."

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser êrîşên dagirkeran ev agahî hatin dayin:

"23'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî, 12 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

23'ê Çileyê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê, li nêzî qada Çemçoyê ya li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê çeperên berxwedanê yên gerîla bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."