Li Bismilê 10 kes hatin girtin

Li Bismilê di operasyona qirkirina siyasî de ji kesên hatin destgîrkirin 10 kes hatin girtin.

Li navçeya Bismilê ya Amedê, 20'ê Çileyê di operasyona qirkirina siyasî de 12 kes hatibûn destgîrkirin piştre Habîp Sînbag hatibû berdan.

Dîlan Dogan jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. Lê belê Îmam Aras, Fatma Aras, Ozan Oral, Hasan Koç, Rozerîn Bakir, Berat Yavûz, Metîn Çelîk, Mahsûn Erkek, Îbrahîm Yaprak û Vezîr Patirti bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.

Kesên hatin girtin birin girtîgehê û biryara nepenîtiyê ya li ser lêpirsînê dewam dike.