'Îran wê êdî mîna berê nebe'

Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê Fûad Bêrîtan got, "Bûyerên li Îranê divê bi dînamîkên navxweyî bêne vegotin. Esasê tevgera li Îranê hêz û derdora ji nirxên Îslamî ye. Li Îranê êdî tiştek wê mîna berê nebe."

Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê Fûad Bêrîtan berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF'ê re nirxand.

Fûad Bêrîtan di gotara xwe de got, "Rejîma heyî ya li Îranê nikare vî bayî bisekinîne. Her ku hewl bide bitepisîne wê bayekî hîn xurtir lê rabe."

Hevserokê KODAR'ê anî ziman ku bûyerên li Îranê diqewimin, rewşa siyasî û civakî bi qasî ku cîhanê eleqedar dike, her wiha herêmê û herî zêde jî Kurdan eleqedar dike, lewma divê rast bê nirxandin lê belê rast nayê nirxandin.

Fûad Bêrîtan got, "Bûyerên li Ewropayê yan jî li devereke din a cîhanê çawa tê nirxandin, bûyerên li Îranê jî bi heman rengî têne nirxandin. Halbûkî bûyer û qewimînên li Rojhilata Navîn, bi mejiyê Rojavayî yan jî mîna bûyerek li devereke din a cîhanê dema bê nirxandin, encamên gelekî şaş bi xwe re tîne. Yên ku bi vî rengî dinirxînin dawiya dawî encamên şaş wergirtine."

Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku civaka dîrokî divê baş bê analîzkirin, bûyer hemû di nava dem û cihê ku lê diqewime bêne nirxandin û got, "Dema ku bûyer û qewimîn li gorî nêrîna Rojavayî neê nirxandin hingî wê bûyerên li Îranê bi rengekî hîn rast were nirxandin."

'DIVÊ DEWLETÊN ROJAVAYÎ NÊRÎNA XWE YA LI ÎRANÊ BITERIKÎNE'

Di dewama gotarê de wiha hate gotin: "Beriya her tiştî divê Rojava nêrîna xwe ya li Îranê biterikîne. Dema ku Îran tê gotin, yekser paşverûtî, zext û zilmê bi bîr tîne. Bêguman li Îranê rejîmeke zordar heye. Ev aliyeke. Lê belê aliyê gelên Îranê heye. Civaka Îranê heye, rastiyeke xwe ya civakî heye. Nepêkane ku mirov qala Îraneke bi tenê bike. Çawa ku qala Ewropayeke bi tenê nayê kirin. Ewropayên cuda hene, DYA'yên cuda, Fransayên cuda, Elmanyayên cuda hebin Îranên cuda jî hene. Li aliyê din divê bûyerên li Îranê li ser bingeha dîroka Rojhilata Navîn, li ser bingeha Îranê bê nirxandin. Mebest ji demokratîkbûn û azadiyê ew e ku ne bi çavên Rojavayî, lê belê di nava rastiya dîrokî ya Rojhilata Navîn de wê pêvajoya demokratîkbûnê û azadiyê pêk were. Eger li gorî Ewropa, li gorî DYE'yê be, tiştekÎ li gorî pêvajoya dîrokî ya li wan deveran bê nirxandin, hingî nirxandineke rast nîne. Demokrasiya li Rojhilata Navîn wê li gorî xweseriya xwe pêk were. Li Rojhilata Navîn azadî jî wê li gorî xweseriya xwe pêk were. Mîna ku Rêber Apo got; Ji ber ku Rojava çavên me kor kiriye me xwe biçûk xistiye û nekariye nirxên xwe bibînin. Ev tespîteke girîng e. Ev tespît ne tenê ji bo Kurdan e, her wiha ji bo Îraniyan e, ji bo Ereban e. Ji bo tevahiya civakên Rojhilata Navîn e. Lewma divê mirov bûyera demokratîkbûnê ya li Îranê di çarçoveya dîroka Îranê û Rojhilata Navîn de binirxîne.

BANDORA TEVGERA AZADIYÊ YA KURD

Berevajî îdîayên hinekan, bûyerên li Îranê bi bandora DYE û Îngilistanê naqewimin. Bûyerên li Îranê her wiha berevajî îdîayên desthilatdariya heyî ya Îranê bi destwerdana DYE û Îngilistanê naqewimin. DYE û Ewropa di vê mijarê de ketibin nava hewldanên piralî jî şaş e ku mirov bûyerên li Îranê bi bandora DYE û Ewropayê ve girê bide. Wê bibe heqaretek li hesreta azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn. Bêguman meylên demokrasî û azadiyê yên gelan ên li cîhanê bandorê li Îranê jî dikin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan bandorê li Îranê jî dikin, lê belê mebest ne polîtîka yan jî demokrasiya DYE û Ewropayê ye. Bêguman di encama têkoşîna dîrokî ya gelên Ewropayê de hin nirxên erênî hatine afirandin. Vê yekê bandor li têkoşîna gelan kiriye. Ev mijareke cuda ye. Lê belê şaş e ku mirov bibêje DYE û Ewropayê yekser bandor lê kiriye. Li şûna vê yekê eger bihata gotin, 'Di bûyerên li Îranê de herî zêde têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd bi bandor e', wê bibûya tespîteke hîn rast.

Gelên Îranê bi taybetî jî gelê Kurd herî zêde ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, ji feraseta azadî û demokrasiyê ya PKK'ê bi bandor dibin. a ku em vê dibêjin, mebesta me ne ew e ku hemû bûyer û gavên li Îranê têne avêtin bi bandora Tevgera Azadiyê ya Kurd in, em nirxandineke bi vî rengî nakin. Di nava dîroka Rojhilata Navîn de Îran xwedî danheviyeke azadiyê ye, xwedî danheviyeke demokrasiyê ye. Eger cografya bingehîn a nirxên demokratîk ên komunal Rojhilata navîn be, hingî cihê ku jiyana demokrasîk a komunal herî zêde lê bi bandor e, Kurdistan û Îran e. Tê zanîn ku Kurd û Fars ji heman koka etnîkî û koma ziman e. Lewma gelên li Îranê jî ketine bi bandora çanda Mezopotamyayê.

BI DÎNAMÎKÊN NAVXWEYÎ DIKARE BÊ VEGOTIN

Bûyerên li Îranê bi dînamîkên navxweyî dikarin bêne vegotin. Bi taybetî rejîma heyî ya Îranê bersivê nade bendewariyên gel. Gel bi rastî jî ji vê rêveberiya zordar aciz bûye, tengav bûye. Aciz e ku rejîm bi vî rengî dewam bike. Şaş e ku mirov bibêje jiyaneke mîna ya Rojavayî dixwaze, jiyaneke çandî, civakî û siyasî ya mîna li wê derê dixwaze. Civaka Îranê dixwaze azadî serwer be, demokrasî serwer be, lê belê eşkere ye ku dema vê yekê dixwaze, daxwaza rejîmeke siyasî ya mîna Ewropayê, çandeke mîna ya Ewropayê, nirxên mîna yên Ewropayê naxwazin. Ji xwe esasê tevgera li Îranê ew hêz û derdor e ku xwedî nirxên Îslamî ne û van nirxan ji xwe re dikin bingeh.

Muxalefet li ber aliyê zordar û ne demokratîk ê rejîmê radibe. Dixwaze ku demokrasî û azadî bê pêşvebirin. Dema ku vê dixwaze qet naxwaze ku rejîma Îslamî ji holê bê rakirin, nirxên Îslamî bên lawazkirin, bibe welatekî mîna Rojava. Yên ku laîktiyeke mîna ya li Rojava dixwazin gelekî kêm e. Ji dirûşmên têne qîrîn tê fêhmkirin ku muxalefet jî motîfên olî bi kar tîne û dixwaze desthilatdariya heyî lawaz bike. Wê demê ev rastî divê bê tespîtkirin; ji bo mirov ji bo demokratîkbûn û refomê têbikoşe pêwîstî bi dijberiya li Îslamê nîne. Hate dîtin ku rabûna li ber aliyê Îslamî yê rejîmê û daxwaza azadî û demokrasiyê ya li ser vê bingehê şaş e. Bêguman divê aliyên hişk ên olî ji holê bêne rakirin."

BLOKA DESTHILATDARIYÊ DERIZÎ

Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku di encama bûyerên dîrokî de daneheviya mejî, daxwaza demokratîkbûnê û meyla berfirehkirina azadiyê bi civaka Îranê re peyda bûn û got, "Van bûyeran bi şênberî raxistin pêş çavan ku civaka Îranê ji zextan bêzar bûye, daxwaza azadî û demokrasiyê dike. Lewma desthilatdariya heyî ya li Îranê derizî ye. Bloka desthilatdariyê ya ku piştî Şoreşa Îslamî Îranê bi rê ve dibe derizî ye. Ev derizîn kûr e."

Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê anî ziman ku hin hêz û kesên li Emerîka û Eworpayê dimînin dîtin ku kombûna li dora dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' û meyla demokrasî û azadiyê ya gel xurt e, hewl didin berdevkiya vê meylê bikin, bi vî rengî xwe li ser gel ferz bikin û got, "Bi vî rengî hewl didin ku di jiyana civakî, aborî û siyasî de xwe bi bandor bikin. Daxwaza van demokrasiya rasteqîn, azadiya rasteqîn nîne. Hewl didin meyla xurt a demokrasî û azadiyê ya gel bi kar bînin, sûdê jê werbigirin. Bi vî rengî stratejî, polîtîka û taktîkê dimeşînin.

HÊZA ŞOREŞA DEMOKRATÎK A LI ÎRANÊ

Li Îranê çandeke xurt a civakî û kevneşopiyeke gel a xwe dispêre vê yekê heye. Nirxên edalet û wekheviyê, nirxên çandî yên civakî gelekî zêde û xurt e. Li Îranê şoreşeke demokratîk pêk hatiye. Vê şoreşê di karakterê civaka Îranê û hestên wê de guhertinên mezin kiriye. Civakeke welê nîne ku bi koledarî serî li ber dewlet û desthilatdariyê ditewîne. Xwedî taybetmendiyeke welê ye ku meyla xwe li ser tevgera demokratîk û rêxistinî ye."

'DESTHILATDARIYA ÎRANÊ NIKARE PÊŞÎ LI VÎ BAYÎ BIGIRE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku li Îranê êdî ti tişt wê mîna berê nebe û got, "Ev têkoşîna ku meyla demokrasî û azadiyê ya civakê rast dinirxîne û muxalîfên ji nava bloka berê ya desthilatdariyê pêşengiyê jê re dike, ji aliyê hewldanên nermkirina sîstemê, reform û pêşketinên di asta şoreşê de wê encamê bi xwe re bîne. Rejîma heyî ya li Îranê nikare pêşî li vî bayî bigire. Her ku hewl bide bitepisîne wê li bayekî hîn xurtir rast bê. Eger karibe li hev bike û guhertineke bingehîn a demokratîk pêk bîne, rewş dikare biguhere. Eger nerm nebe, polîtîkayên tund dewam bike, hinbî bi piştgiriya gel wê hêzên muxalîf desthilatdariya heyî bêbandor bikin. Dibe ku şêweyekî pêvajoya em jê re demokratîkbûna Îslamê dibêjin li Îranê rû bide. Demokratîkbûnek li gorî Îranê xweser dikare pêk were."