Amed Şaho: Şoreşa Rojhilat û Îranê, gel zane kir

Endamê Meclîsa PJAK'ê Amed Şaho ragihand ku berxwedana bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Rojhilat û Îranê tê kirin, hişmendî daye gel û got, lewma desthilatdariya Îranê hewl dide naveroka vê dirûşmê pûç bike.

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho tevlî bernameya Hêlî Sê ya Aryen TV bû, rastiya Îslamê, her wiha nêzîkatiya hêzên desthilatdar li Îslamê nirxand. Amed Şaho diyar kir ku Kurd nûnerên rasteqîn ên Îslamê ne û Îslama rast parastine û got: "Eger mirov vegere ser rê û rêbazên naveroka Îslamê, demokratîk e, pêşiya pirsgirêk û nakokiyên li Rojhilata Navîn û cîhanê digire. Ew ê ku rast û durist xwedî li Îslamê derketin gelê Kurd e. Ji ber ku heta niha yê yekîtiya gelan a Îslamî parastine ew in, xwedî li bîr û baweriyê derdikevin.”

Amed Şaho bal kişad ser şoreşa gelan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê girêdaniya wê ya bi nirxên rast ên Îslamê û wiha domand: “Civaka Kurd tim li dijî cehaletiyê têkoşîn kiriye, nirxên Îslamiyê jî bi vî rengî parastiye. Gelê Kurd vê têkoşîna xwe îro jî didomîne, serdestiyê li ser kesÎ ferz nake, li dijî vê têdikoşe. Di nava Îslamê de rexne, rexnedayîn û têkoşîn heye. Ew têkoşîna ku niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê kirin, gel fêrî xwendin û peyama zanabûnê dike. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ vê ji bo gel dibêje, bixwînin, fêr bibin. Niha jî desthilatdariya Îranê hewl dide rastiya vê dirûşmê berovajî bike. Niha desthilatdarî kesên ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr dikin weke ‘muharb’ ango ‘dijminê xwedê’ pênase dikin, cezayê wan jî bidarvekirine. Ev yek ji bo wan nezanîna herî mezin û xirabkirina Îslamê ye."

Amed Şaho qala mamosteyên ayînî kir ku pêşengtî û roleke baş bilîzin di şoreşê de û got: “Yekîtiyeke bihêz a mamosteyan girînge di vê qonaxê de. Li dijî desthilatdariyê bihêzbûna mamosteyên ayînî, piştgirîdayina civakê û daxwazên gel, girînge. Divê vê helwestê xurtir bike. Divê hemû qad bibin qadên îdeolojî, hizrî li ser bingeha şoreşa zihnî bi pêş bikeve. Gelek mizgeft li Kurdistanê hene, desthilatdariyê kirine cihê kuştina hizir û bê nasnamekirinê, bê vînkirina mirovan. Divê civak van navendan ji destê desthilatdariyê derxîne, bikin navendên têkoşîn, diyalog, çareserî û rêvebirin civakê. Dikarin li van navendan weke rewşenbîr, parêzer, jin, ciwan û hemû beşên din, li dijî Îslamî siyasî, hişmendiya faşîst a desthilatdar têkoşînê bikin."