Îran wê êdî mîna berê nebe - II

Nabe ku mirov dînamîka dîrokî û civaka Îranê li gorî xwe binirxîne. Civaka Îranê ji desthilatdariya heyî razî nîne, lê versiyoneke mîna rejîma beriya sala 1980'î jî naxwaze.

Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê Fûad Bêrîtan di beşa duyemîn a gotara xwe de ku serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF'ê re nirxand, bal kişand ser rê û rêbazên çareseriyê.

Fûad Bêrîtan anî ziman ku Îran êdî wê Îrana berê nebe û got, "Lê belê wê nebe ew Îran ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Ewropa li bendê ne. Her wiha dikare bê gotin, rastiyeke welê ya Îranê wê derkeve holê ku bi xweşiya Ewropa û DYE'yê neçe. Ji ber ku rabûna li ber emperyalîzm, Emerîkaperestî yan jî rabûna li ber cîhana derve weke ku di mînakên Iraq û Îranê de tê dîtin, êdî bi van rejîmên otorîter û zordar nabe. Ji ber ku piştî û hêzê ji gel nagirin, pozîsyona wan a li hemberî derve jî lawaz e."

Fûad Bêrîtan diyar kir, ku ya DYE dixwaze ji aliyê aborî ve guhertineke lîberal û hevkarî ye û destnîşan kir ku li Îranê ji guhertineke bi vî rengî wêdetir wê Îraneke ku ji aliyê demokratîkbûnê ve heta astekê gav avêtiye, pêk were.

Di dewama gotarê de hate gotin, "Muxalefeta heyî bêguman naxwaze bi cîhana derve re şer bike. Li şerekî tûj nafikire, lê belê nêzîkatiyeke xwe ya welê jî nîne ku bibe hevkarê dewletên Rojavayî, bi wan re bibe yek û nirxên wan bipejirîne. Muxalefeta li Ewropa û Emerîkayê rûdinê, nikare bersivê bide pêwîstiyên gel, nikare demokratîkbûn û azadiyê bi xwe re bîne.

Em vê yekê jî bibêjin: Daxwaza gel a ji bo demokratîkbûn û nermbûnê wê bi şêweyê hilweşandina rejîma Îslamî nebe. Ji bo civakeke wekhev a ji aliyê aborî û civakî ve, berfirehbûna qadên demokratîk û azadiyê wê li gorî şert û mercên xweser ên Îranê, li gorî çand û dîroka wê pêk were. Di serhildanên Îranê de me ev yek bi şênberî dît."

Têkildarî helwesta desthilatdariya li Îranê jî Fûad Bêrîtan got, "Rejîma li Îranê bi helwesteke tund nikare xwe ji vê pêvajoyê rizgar bike. Civaka Îranê ne civakeke welê ye ku rê bide tundiyê. Bêguman tevger mîna destpêkê timî û zêde nîne. Xwepêşandan kêm bûne, lê belê ev nayê wê wateyê ku muxalefeta li hemberî vê rejîmê lawaz bûye. Ev rewş hinekî bi karakterê civaka Îranê ve eleqedar e."

DERFETÊN AZADIYÊ YÊN GELÊ KURD

Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê diyar kir ku hêzên demokratîk wê sûdê ji vê pêvajoyê werbigirin û got, "Eger di vê pêvajoyê de têkoşîn bi pêş ve biçe, derfetên demokratîkbûna Îranê û azadiya gelê Kurd wê bêne afirandin. Divê sûdwergirtina ji vê pêvajoyê ne welê be ku DYE û dewletên Rojavayî bibêjin li Îranê nakokiyan rû dan, em jî hevkarên xwe bixin nava liv û tevgerê, di vê dema zehmet de bi ser Îranê ve biçin û rejîmeke li gorî xwe ava bikin. Divê kes nebe amûrek ji van polîtîkayan re. Di vê pêvajoyê de jî nîşaneyên wê yekê têne dîtin ku DYE û dewletên Rojavayî dixwazin bi berçavkên xwe li Rojhilata Navîn binihêrin, hevkarên xwe bixin nava liv û tevgerê, li Îranê polîtîkaya li gorî berjewendiyên xwe û hevkarên xwe yên mîna berê bimeşînin. Lê belê ev bendewarî rasteqîn nînin û nikarin pêk werin. Yên ku xwe dispêrin van bendewariyan û polîtîkaya xwe jî li gorî vê yekê dimeşînin, neçar in ku li Îranê têk biçin. Civaka Îranê ji rejîma heyî razî nîne, lê belê versiyoneke rejîmê ya beriya salên 1980'î jî naxwaze.

Bi navê KODAR û PJAK'ê em dibêjin ku divê mirov bi çavên dewletên Rojavayî li bûyerên li Îranê nenihêrin. Ji bo vê jî divê mirov xwe ji wan nêzîkatiyan vegirin ku bi gotinên dewletên Rojavayî û DYE'yê li benda pêvajoyeke demokratîkbûnê û afirandinan Îraneke demokratîk a mîna gotina rojavayiyan bisekinin. Îran wê ne mîna pîvan û pêvajoyên ku rojava li bendê ye demokratîk bibe. Ew dixwazin Îran bi temamî bibe hevkarê wan û ji aliyê aborî ve jî bi temamî lîberal bibe. Meyla civakê ya li Îranê ew e ku li hemberî Rojava û Ewropayê hevkariyê neke, xwe ji hevkariyê dûr bixîne. Divê ev yek bê dîtin. Ji xwe hevkariya bi dewletên Rojava û heyrantiya li wan, meyleke baş nîne. Lewma xwevegirtina ji dewletên Rojavayî divê weke tiştekî neyînî neyê nirxandin. Muxalefeta civakî ya li Îranê ne di asta bersivdana li bendewariyên gel jî be, tê dîtin ku di asta şoreşê de gavên demokratîk dixwaze û nafikire ku vê yekê li ser bingeha hevkariya bi dewletên Rojavayî de bike.

ÎRAN A DEMOKRATÎK, KURDISTAN A XWESER AN JÎ FEDERE

KODAR û PJAK ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd di nava nêzîkatiya demokratîkbûna Îranê de ne. Lê belê ji ber ku hêzên civakî yên muxalîf ên li Îranê niha hinekî bêhtir çalak in, çarçoveya siyasî jî li ser bingeha guhertina demokratîk a li Îranê datîne û bi çareseriya civakî siyasî ya demokratîk dikare encamê werbigire. Her wiha dibe ku em xwedî polîtîkayeke bi şêweyê Îran a demokratîk, Kurdistan a xweser an jî federe bin. Bêguman pêvajoya demokratîkbûna Îranê ji bo azadiya gelê Kurd derfetên girîng pêşkêş dike. Lewma KODAR wê bi civak û muxalîfên Îranê re di nava têkiliyê de be."

Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê Fûad Bêrîtan destnîşan kir ku demokratîkbûna li Îranê û têkoşîna azadiyê wê di nava şert û mercên Îranê de pêk were û got, "Divê ev yek bê dîtin û li gorî vê jî gotin, polîtîka û ûslûbekî nû bê afirandin û bi vî rengî têkoşîna demokratîk bê pêşvebirin. Têkoşînek bêyî parastina rewa, tê wê wateyê ku tu li Rojhilata Navîn berxê radestî gur bike. Li şûna ku ev têkoşîn bi gerîla, bi lêdanê, parçekirinê û qutkirina xakê bê meşandin, divê di nava şert û mercên hebûna hêza parastina rewa de bi xurtkirina rêxistiniya demokratîk, li ser bingeha têkoşîna demokrasiyê ya bi yekbûna bi gelên Îranê re bi armanca Îran a demokratîk, Kurdistan a xweser an jî demokratîk, têkoşîn bê meşandin."

ANF | 'Îran wê êdî mîna berê nebe' (anfkurdi.com)