Hêzên Îranê kesek li Pîranşarê birîndar kir

Li herêma Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê di encama gulereşandina hêzên Îranê de kesek birîndar bû.

Komeleya Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku Hesen Pitrûsî yê ji gundê Şetxanî yê ser bi Şarbajar di encama gulereşandina hêzên Îranê de birîndar bûye.

Komeleyê destnîşan bê ku agahî bê dayîn gule reşandiye û Hesen Pitrûsî giran birîndar bûye. 

Hate ragihandin ku Pîtrûsî rakirine nexweşxaneya Pîranşarê.

Bi salan e welatî û karkerên li ser xetên sînor ji bo debara xwe bikin, dixebitin lê dibin hedefa guleyên hêzên Îranê û dewleta Tirk a dagirker. 

Li gorî bîlançoya Kolbernews sala borî 43 kolber û karker li xetên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin, 29 kes raste rast bûne hedefa guleyên hêzên Îranê. Di nava salekê de 215 kolber û karker birîndar bûne ji vana 160 kes raste rast ji aliyê hêzên Îranê ve hatine hedefkirin.