Li Wanê mûayeneya êşkenceyê li nezaretxaneyê tê kirin

Divê mûayeneya êşkenceya li ser kesên destgîrkirî tenê ji aliyê saziyên tenduristiyê ve were kirin, lê derket holê ku Midûriyeta Polîsan a Wanê ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr daxwaza bijîjkê kiriye û mûayene li nezaretxaneyê hatiye kirin.

Li gorî qanûnên heyî û protokola Stenbolê divê muayeneya êşkenceyê tenê ji aliyê saziyên tenduristiyê ve were kirin, lê li Midûriyeta Polîsan a Wanê bi rêyên ne qanûnî ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr daxwaza erkdarkirina bijîjk kir. Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr jî vê daxwazê qebûl kir û bijîjkek erkdar kir. Bi vî rengî bijîjkê ku hate erkdarkirin kesên destgîrkirî li Midûriyeta Polîsan muayene dike.

Li gorî protokola Stenbolê, di saziya tenduristiyê de muayene li cihê ku tenê bijîjk û kesê destgîrkirî lê be, dikare were kirin. Rapora êşkenceyê divê tenê li saziya tenduristiyê were amadekirin. Li gorî qanûnan ne pêkane ku li Midûriyet Polîsan muayeneya êşkenceyê were kirin.