Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re rûnişt

12 endamên Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê li Amedê bi malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re rûnişt.

Şandeya Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ya ku tê de 36 hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenên ji 7 welatên cihê hene û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bûne, hate Amedê. Şande wê di 25-27’ê Çileyê de hevdîtinan bike. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiye (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Asrinê pêşwaziya heyetê kir. Delegasyon bi Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bi parlementerê HDP’ê Omer Ocalan ê ku biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, bi Faîke Aktaş a ku dayika Veysî Aktaş e, bi Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e rûnişt. Civîn ji çapemeniyê re girtî hate kirin. Malbatan qala şertên tecrîda giran kirin

Piştî hevdîtinê malbatan daxuyanî dan. Omer Ocalan derbarê hevdîtinê axivî û got “Çalakvan û nûnerên saziyan ji derveyî welat hatine, hatin serdana me. Me jî bêhiqûqiya li Îmraliyê ragihand ji wan re. Li Girava Îmraliyê hiqûq hatiye sekinandin û nirxên mirovahiyê hatine binpêkirin. Em ê van binpêkirinên mafên mirovan bi hevgirtinê pûç bikin. Em dizanin ku Kurdistan û Tirkiye di bin tecrîdê de ne. Em bang li civaka navneteweyî dikin, bêhiqûqtiya li welatekî bandorê li welatên din jî dike.

Em wateyeke mezin didin vê serdanê. Em dixwazin ku parêzer biçin Îmraliyê, bi rêzdar Ocalan û bi hevalên li ba wî hevdîtinê bikin. Ev mafê me yê qanûnî ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke giran e, her kes girîngiya wê dizane. Ji bo gelê me bi aramî bijî, divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em dixwazin der barê tenduristiya Ocalan de agahiyan bistînin. Hevgirtina navneteweyî ji bo gelê Kurd girîng e, têkoşîna me ya li dora paradîgmaya rêzdar Ocalan wê  bidome. Beriya her tiştî divê tecrîd were rakirin.”

‘DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ WERE VEKIRIN’

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e jî got, “Tişta ku li Girava Îmraliyê qewimî ji bo hemû kesan tiştekî tarî ye, bila kes qebûl neke. Ger li Tirkiyeyê hiqûq hebe divê li Îmraliyê jî bê sepandin, ev daxwaza me ye. Ev rewş li tu derê cîhanê nehatiye dîtin. Em bang li hemû kesan dikin, divê bi lezgînî têkevin nav hewldanan. Partiyên derveyî HDP’ê di vî warî de bêdeng in, ev şaş e û nayê qebûlkirin. Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin.”

Faîke Aktaş  a ku dayika Veysî Aktaş e jî got, "Em ji aştiyê pê ve tiştekî din naxwazin."

Tê payîn wê heyet di nava rojê de biçe serdana MED TÛHAD-FED û Dayikên Aştiyê.