HPG: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, konekî leşkerî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek da û got, "Di çalakiyan de ku bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger hatin lidarxistin 2 dagirker hatin cezakirin, konekî leşkerî jî hate îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 4 caran bi bombeyên qedexekirî, 13 caran bi çekên kîmyewî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir."

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên berfireh li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

23'ê Çileyê saet di 13:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.

24'ê Çileyê saet di 12:30'î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.

24'ê Çileyê saet di 19:40'î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên derdora qada Çemçoyê xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, konekî leşkerî hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

24'ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 4 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

24'ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora qada Çemçoyê 13 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

24'ê Çileyê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora qada Çemçoyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."