Sari: Qeyûm pirsgirêkan çêdike

Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari ku ji erka xwe hat girtin û qeyûm şûna wî hat peywirdarkirin got “Qeyûm pirsgirêkan çareser nake, pirsgirêkan çêdike.”

Bi saya şaredariya Geverê ya HDP’ê xizmeta bajarê Geverê hate kirin. Ji bo bajêr ava vexwarinê ya paqij peyda bûbû û çop bi awayekî rekûpek dihatin komkirin. Lê di sala 2019’an de bi desteserkirina Şaredariya Geverê ya HDP’ê re, xizmet hatin rawestandin. Nêzî 4 sal in qeyûmê Şaredariya Geverê tu xizmetê nake, gel ji xizmetên herî bingehîn bêpar dimînin.

Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari diyar kir ku gelê Geverê baweriya xwe bi qeyûmê re naynin û tu hêviyê wan ji qeyûmê nîne û wiha got: “Ji bo gel qeyûm, ne karmendên dewletê ne jî. Bi desteserkirinê re Şaredariya Geverê di bin deynan de hiştin. “

Sari anî ziman ku çavkaniyên şaredariyê ji bo fatûrayên saziyên didin bikartînin û destnîşan kir ku qeyûm pirsgirêkan çareser nake, pirsgirêkan çêdike.”

Sari, diyar kir ku ji ber rêveberiya qeyûmê çop di wextê xwe de nayê rakirin, av bi awayekî rekûpek nayê dayîn û xwezayê talan dikin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê ji qeyûman tu çareserî nayê hêvîkirin. Ji ber ku dizanin wê demeke dirêj nemînin, lewma dixwazin li pey xwe pirsgirêkên ku nayên telafîkirin bihêlin. Pirsgirêka herî bingehîn av e. Ji bo ava vexwarinê jî polîtîkayek diyarkirî dimeşînin. Peyama ‘Em dewlet in, hêz in, divê li hemberî dewletê îtîraz nekin’ didin. Ava vexwarinê jî xizmeteke polîtîk e.”

Sari diyar kir kir ku di bin navê veguherîna bajêr de avahiyên bilind û ne qayîm çêdikin û wiha got: “Ji bo pêşeroj pirsgirêkên mezin çêdikin. Li Geverê di erdhejeke muhtemel de metirsiyekî mezin heye. Rê jî di bin navê betonê de ji ber sedemên avhewayê dibin hêlîna tozên kîmyewî. Parçeyên ku ji betonê dikevin, ji bo tenduristiya mirovan xeter e. Asfaltan di bin navê BSK’ê de, di bin standartan de çêdikin. asfalt ji niha ve hilweşiyane. Gel polîtîkayên wan dizane û di firsenda yekem de wê wan û hevkarên wan têk bibin.”