Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz hatin bibîranîn

Serokê HADEP’ê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebûbekir Denîz ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin destgîrkirin û windakirin, li Silopiyayê bi girseyî hatin bibîranîn.

Serokê HADEP'ê yê Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebûbekîr Denîz ên ku di sala 2001'ê de çûn Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Silopiyayê û piştre careke din agahî ji wan nehat girtin li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve di salvegera 22’emîn de hatin bîranîn. Parlamenterên HDP’ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, Nuran Îmir, malbatên Taniş û Denîz, rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê, DBP, aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn. Beriya bîranînê li ber rêxistina HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em şopdarê rêya we ne” hat vekirin.

‘EM GAV PAŞVE NAVÊJIN’

Hevseroka HDP’ê ya Silopiyayê Asuman Kulter daxuyanî xwend. Kulter diyar kir ku ew ê her têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Di nava 22 salên de em wek rêhevalên Serdar û Ebûbekiran ji têkoşîna bi rûmet a ku ji me re hiştine yek gav jî paşve neavêtine, em bûne bi mîlyonan kesên ku vê têkoşîna bi rûmet hembêz kirine. Em bûne bi milyonan Serdar û bi milyonan Ebûbekir. Dadgeriya ku aqûbeta hevalên me yên girtî eşkere nake û kujeran bêcezakirinê diparêzin. Divê herkes bizane ku; Mîna rêhevalên xwe yên beriya 22 salan di dema hatin destgîrkirin de hatin windakirin, em ê tu carî dest ji têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê bernedin û gavekê jî paşve navêjin.”

‘ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE’

Piştre bavê Serdar Taniş, Şuayip Taniş axivî û got: “Ji wê rojê heta niha tu der neman ku em neçûnê. Lê em aqûbeta wan hîn nebûn. Ne tenê Serdar û Ebubekîr bi hezaran kes winda ne. Em dixwazin ku aşkere bikin. Îro ji bo me rojeke reş e. Ew şehîdên Kurdistanê ne.”

‘EM HEMÛ SERDAR Û EBÛBEKIR IN’

Piştre parlamenter Huseyîn Kaçmaz axivî. Kaçmaz jî destnîşan kir ku kujer 22 sal in ji aliyê dewletê ve tên parastin û wiha axivî: “22 sal in faîlên wan nediyarin. Goreke wan tune ye ku malbatên wan biçin serdana wan. Em dizanim ku van kesan ne tenê Serdar û Ebûbekîr qetil kirin. Bi sedan kes wisa qetil kirin. Lê em şopdarên têkoşîna wan in. Îro bi sedan Serdar û Ebûbekîr li qadan in û li ber xwe didin. Ew kesên ku bi torosan digeriyan, mirovên me qetil kirin. Ev malbatên me bi salan in hewl didin ku hestiyeke windakiriyên xwe bibînin. Lê kujer weke her carê tên parastin. Lê îro xuyaye bi milyonan kes cihê Serdaran, Ebûbekîran cihê xwe girtiye. Heke ku rastbûna heta niha kujer aşkere bikirina. Lê kesên ku ev komkujî kirin hatin parastin nehatin darizandin. Her kes kujeran nas dike. Bi kuştinan xwestin ku çoka me deynin lê me çok nedanî û em ji bo doza xwe têdikoşin.”

Piştre sînevizyona ku jiyana Taniş û Deniz vedigot hat nîşandan. Rêxistina HDP'ê ya Silopiya bi boneya salvegera qetilkirina Taniş û Denîz, li ser navê wan Eywana Konferansê ya Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz vekir.