Şehîd Başûr Soran li ser gora xwe hat bibîranîn

Şehîd Başûr Soran yê 25’ê Çileya 2018’an di berxwedana Efrînê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li ser gora xwe hate bibîranîn.

Şehîd Başûr Soran (Mihemed Hadî) ku 25’ê Çileya 2018’an di berxwedana Efrînê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li ser gora xwe ya li gundê Simaîla yê Hewlêrê hat bibîranîn. Malbata wî, endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên li Başûrê Kurdistanê û welatî tev li merasîmê bûn.

Bavê Şehîd Başûr, Hadî Omer axivî û got: “Rêya Şehîd Başûr gelek pîroz e. Ji ber ku li dibistana Rêber Apo perwerde dîtiye. Ji bo malbata xwe cihê serbilindiyê ye ku kurê me ji bo xebata gelê xwe û rêya Apo ji bo serxwebûnê canê xwe feda kir. Em ê li rêya kurê xwe ya ji bo azadî û serbestiya Kurdistanê dewam bikin. Ez ê jî heta ku dilopa xwînê di laşê min de hebe, li xebat û têkoşîna neteweyî  ya ji bo azadiya Kurdistanê dewam bikim. Ji ber ku ev erkeke pîroz e.”

Endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê jî axivîn û gotin: “Şehîd Başûr, ne tenê şehîdê Başûr e, şehîdê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji ber ku ew bîr û felsefeya girtiye, parastina Kurd û Kurdistanê bû. Lewma jiyana xwe ji bo parastina axa Kurdistanê da.”

Şehîd Başûr Soran (Mihemed Hadî) sala 1996’an li gundê Simaîla yê Hewlêrê ji dayik bûye. Heta pola 12’an a dibistana amadehiyê dixwîne. Piştre sala 2013’yan biryar dide û tev li nava refên gerîla dibe. Piştre derbasê Rojavayê Kurdistanê dibe û 25’ê Çileya 2018’an li Efrînê di berxwedana Serdemê de şehîd dibe.