Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê gel piştgiriyê bide 'Operasyona Tolhildanê'

Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li gelê Êzidî kir ku piştgiriyê bide 'Operasyona Tolhildanê' ya ku li dijî tevna sîxuriyê ya PDK û MÎT'ê hatiye destpêkirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser 'Operasyona Tolhildanê' ya YBŞ'ê û asayîşa êzidîxanê, ku li Şengalê li dijî sîxurên mît û pdk'ê da destpêkirin, daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de Cejna Çilê Zivistanê hate pîrozkirin û hate ragihandin, ku cejn bibe wesîleya vegera xelkê Şengalê li cih û warê xwe.

Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku operasyona YBŞ'ê li dijî kesên bûne dijminê koka xwe û hevkariyê bi dijmin re dikin hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê operasyonê weke gaveke girîng dibînin û bang li tevahiya civaka xwe dikin ku bi hemû hêza xwe piştgiriya vê operasyona taybet bike."

Rêveberiyê diyar kir, ku civaka Êzidî ti carî xiyanet li ola xwe nekiriye, ji bo parastina ol, çand, zimanê xwe bi hezaran salan berdêl dane û destnîşan kir, kesên destê wan di xwîna civakê de hene û bûne sedema şehîdkirina pêşengên civakê, ji Êzdayetiyê derketine.

Rêveberiyê destnîşan kir, ku divê civak kesên bi vî rengî neparêze û têkildarî wan agahiyan bidin hêzên ewlekariyê.

Di daxuyaniyê de careke din bang li ciwanan hate kirin, ku nekevin xefika PDK'ê û neyaran û hate gotin, kesên bibin hevkarê dijmin wê civak hesab ji wan bixwaze.

Di dawiya daxuyaniyê de serketin ji hêzên leşkerî re hate xwestin û ji bo wan hate gotin, "Şengal bi saya we aram e. Bi saya hêzên xwe yên leşkerî, em dikarin li ser xaka xwe bimînin û cejnên xwe pîroz bikin."