Di kuştinan de Arîf Dogan jî hebû

Hate îdiakirin ku hestiyên mirovan ku li gundê Arabûk ê navçeya Curnê Reş a Rihayê hatin dîtin, aîdê kesên ku ji aliyê damezirînerê JÎTEM’ê Arîf Dogan ve hatine qetilkirin in.

Hate diyarkirin ku damezirînerê JÎTEM’ê Arîf Dogan di salên 1*90’î de li gundên navçeyên Curnê Reş û Sîweregê beşdarî lêpirsînan bûye û mirov kuştiye.

Hestiyên ku li herêmên cuda yên Kurdistanê tên dîtin, dibin delîlên sûcên JÎTEM’ê ku di salên 1990’î de pêk aniye. Bi taybet li Curnê Reş û Sîweregê hestiyên windahiyên salên 90’î ku ekîba Sedat Bucak jî berpirs e, îro jî tên dîtin. Herî dawî di 7’ê Hezîrana 2022’an li gundê Arabûk e navçeya Sîweregê ku girêdayî Bûcak bû û di salên dawî de dest guhertiye, di dema paqijkirina keviran de di nav 3 kîsikên cuda de hestiyên mirovan hatibûn dîtin. Xwediyê zeviyê di 21’ê Tîrmehê de serî li Walîtiya Rihayê dabû, di encama serlêdanê de di bin çavdêriya jendirme û dozgeriyê de cihê bûyerê hatibû kolandin û 9 perçeyên hestiyan hatibûn dîtin. Ji ber ku hestî li taxa aîdê cerdevanên eşîra Bûcakê hatin dîtin ku tê îddîakirin di salên 90’î de weke navenda JÎTEM’ê hatiye bikaranîn, malbatên ku xizmên wan di cînayetên ‘kiryar nediyar’ de hatin qetilkirin ketibûn tevgerê.

Serokê Saxa ÎHD’ê ya Rihayê Mustafa Veda diyar kiribû ku di dosyayê de rapora hatiye diyarkirin ku hestî li gorî DNA ya mêr in. Her wiha anîbû ziman ku di vê pêvajoyê de nimûneya xwînê tenê ji malbateke hatiye stendin û şahîdên gund dan zanîn ku dibe ku cenaze aîdî Faîk Kevcî be.

Li gorî gotinên şahîdên ku li herêmê dijîn û nexwestin navê xwe bidin, damezirînerê JÎTEM’ê Arîf Dogan di salên 90’î de li gundên navçeyên Curnê Reş û Sîweregê bi xwe beşdarî lêpirsînan bûye û mirov kuştiye. Di heman demê de ne tenê ji Rihayê, gelek kes ji Merdîn û Amedê anîne herêmê û kuştine. Heke herêm bi awayekî berfireh were kolandin wê bi dehan hestiyên mirovan werin dîtin. Di van kuştinan de Bûcak xwedî roleke mezin bû. Ji xwe wê demê gundê Arabûk û derdorê wê navenda kuştinan bû.