Hazîne Orûç hate girtin

Hazîne Orûç ku leşkerên dewleta Tirk li Hezexê ew destgîr kirin, piştî cezayê salek û 8 mehan ê lê hatibû birîn hate pejirandin, hate girtin.

Hazîne Orûç a 50 salî ku ji gundê Hespîst ê navçeya Hezexê ya Şirnexê ye, di serdegirtina mala xwe de ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hate destgîrkirin.

Hate ragihandin ku Orûç ji ber erêkirina cezayê girtîgehê yê salek û 8 mehan ê lê hatibû birîn, hatiye girtin.

Hazîne Orûç hate girtin û ew xistin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.