Şengaliyan li dijî sîxurtî û êrîşan meşiyan

Şengaliyan li dijî sîxurtî û êrîşan meşekî girseyî lidarxistin. Di meşê de diyarkirin ku hikûmeta Iraqê berpirsê êrîşên li Şengalê ye.

Bertek û nerazîbûnên civaka Êzidî li hemberî êrîşên li ser pêşengên civakê her ku diçe zêdetir dibe. Îro jî piştî ku xêra ji bo edamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Şehîd Şêrzad Şemo Qasim bi dawî bû, Şengaliyan herikîn qadan û meşekî girseyî lidar xistin.

Meş li ber avahiya Meclîsa Gel ya Şengalê di saet 15:00’an de destpê kir. Ji hemû sazî û dezgehên Şengalê şêniyên, Şengalê beşdarî meşê bûn û bi pankart û dirûşmeyan bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Meş heya dewra Heyirmûk berdewam kir.

Di dawiya meşê de ji aliyê yek ji serokeşîrên Feqîran Naîf Şemo ve daxuyaniyek hate dayîn. Şemo di serî de sersaxî ji bo malbatê şehîdan xwest û wiha got: “Em van êrîşên nemerdane ku li dijî fermandar û pêşengên me pêktên şermezar dikin. Sedema van êrîşan hikûmeta Iraqê ye. Ji ber ku dewleta Iraqê bêîrade, bêinsiyatîf û bêhelwest e. Ji ber ku em Êzidî ne dijmin me dikuje. Em gazindan ji dijminan nakin. Bila dijmin baş bizanin em xwedî îrade û xwedî dîrok in. Hûnê tu car nikaribin îradeya civaka Êzidî bişkînin.”

Şemo di dewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser tora sîxuran ku di pêşengtiya dewleta Tirk û PDK’ê ve tê meşandin û wiha pêde çû: “Birîna herî giran jî xencera ji pişt ve ye, ya xiyanetê ye. Îro zarokên Êzidiyan ji aliyê dijminan ve hatine xapandin û xiyanetê li civaka xwe, baweriya xwe dikin. Îro em hemû malbatên Êzidiyan, bang li me hemûyan dikin ku bibin yek. Em mala xwe ji sîxur û xayînan biparêzin da ku di paşerojê de nakokî û dijmintî di nav eşîr û malbatên me de jî dernekevin. Ji vir û pêve jî ne cîwan ji aliyê dewleta Tirk û ne jî ji aliyê mala Barzanî ve bên xapandin. Em divê mil bidin milê hev, xiyanetê ji nav xwe derxin da ku em bikarin Şengalekî azad, xweser û xwedî statû ava bikin.”

Çalakî bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin”, “Bimre Xiyanet”, “Bimre Xiyaneta Mala Barzan”, “Asayîş, YBŞ, YJŞ hêza me ye”, “Bijî Berxwedana Şengalê” bi dawî bû.