Ji girtîgeha Amedê 300 girtî hatin sirgûnkirin

Li gorî agahiyan ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 300 girtî sirgûnî cihekî nediyar hatin kirin.

Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 5'ê Adarê de serdegirtineke ji nişka ve hate kirin. Li gorî agahiyan, nêzî 300 girtî ji girtîgehên cuda re hatin sirgûnkirin. Agahî bi dest neket ku girtî ji kîjan girtîgehan ve hatin sirgûnkirin.

Yek ji girtiyên hatine sirgûnkirin Mehmet Emîn Ozkan e ku yek ji 38 girtiyên nexweş e û kurê wî Ahmet Ozkan e ku li ber wî ye. Hate ragihandin ku Ozkan û kurê wî ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Amedê re hatin sirgûnkirin.