Dûrmaz: Efûya Avadaniyê rîskeke mezin e

Serokê Şaxê Wanê yê Odeya Endezyarên Avadaniyê Firat Dûrmaz diyar kir ku piştî erdheja 2011'ê ya li Wanê li hemberî erdhejeke gengaz ti amadekarî nehatiye kirin û got, hîn jî 11 hezar avahiyên xisar li wan bûye, nehatine hilweşandin.

Li Wanê di erdhejên 23'ê Cotmehê û 9'ê Mijdara 2011'an de nêzî hezar kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Ji vê erdheja ku bû sedema encameke mezin, dersa pêwîst jê nehate wergirtin. Herî dawî li gundên li ser sînor ên navçeya Elbakê erd hejiya û 30 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li Wanê 11 hezar avahiyên ku di erdheja 2011'an de xisareke giran li wan bû hîn jî têne bikaranîn. Ev jî nîşan dide ku Wan ji erdhejeke nû re amade nîne.

Serokê Şaxê Wanê yê Odeya Endezyarên Avadaniyê (ÎMO) Firat Dûrmaz ku piştî erdheja li Mereşê 11 rojan li herêma erdhejê kar kir, ji ANF'ê re axivî.

Dûrmaz têkildarî erdheja li Mereşê got, "Me li navçeya Andirin dest bi kar kir ku berê karê tespîtkirina xisarê lê nehatibû kirin. Çavdêriyên me yên cidî li ser herêmê çêbûn. Xisareke giran li avahiyan bû û me ev yek tespît kirin. Xisarên cidî yên bingehînî hene, di pêkanîn, projeyê de kêmasî hene. Mînak li kargehên ku em lê geriyan me dît ku ji bo berfirehkirina qada bazirganiyê hin hîmên avahiyan hatine birîn. Em li nava 5 hezar û 500 avahiyan geriyan, nêzî 600 avahiyên xisareke giran li wan bûye, hebûn. Di nava wan de dibistanên dewletê jî hebûn ku nû hatibûn çêkirin. Vê yekê bi taybetî bala me kişand. Li mizgeftan xisareke cidî hebû. Me karekî berfireh meşand."

'LI WANÊ HÎN JÎ 11 HEZAR AVAHÎ HENE KU XISAREKE MEZIN LI WAN BÛYE LÊ NEHATINE HILWEŞANDIN'

Dûrmaz anî ziman ku timî pirsa 'Gelo Wan ji erdhejê re amade ye?' li wan tê kirin û got, "Lê belê Wan ji erdhejê re amade nîne. Di erdhejeke giran de wê encameke giran rû bide. Gelek hincetên vê hene. Piştî erdheja 2011'an tespît bi kêmanî hatin kirin, em dibînin ku 11-12 hezar avahî hene ku xisareke giran li wan bûye, lê heta niha nehatine hilweşandin. Di vê mijarê de saziyên dewletê hînê gav neavêtine ku ev jî rîskeke mezin e. Di dema nêz de bi efûkirina avadaniyê re bêyî ku rewşa avahiyê bê tespîtkirin kampanyayên mayinê hatin destpêkirin. Vê yekê rîsk girantir kir. Stoka avahiyan a li Wanê ji sedî 35 jê li gorî mewzûatê yan jî xizmeta endezyariyê ya têrker nehatine kirin. Erdhejeke gengaz ji bo me jî xetereyeke mezin e."