OHD: Êrîşa nijadperestî ya li ser Amedsporê ji bo kuştinê bû

Şaxê Amedê yê OHD'ê têkildarî êrîşa nijadperestî ya li ser Amedsporê bi 8 sûcdariyan gilî kir û diyar kir ku êrîş ji bo kuştinê hate kirin.

Hevserokê Şaxê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Muharrem Şahîn têkildarî êrişên faşîst ên di dema maça deplasmanê ya li Bûrsayê de li dijî Amedsporê hatine kirin, li serdozgeriyê ji 8 sûcên cuda gilî kir. Gilî ji bo ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê re bê şandin, radestî Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate kirin. Di daxwaznameyê de hat gotin ku êrişkaran sûcên “Di navbera gel de kîn û dijminatî sor kirine yan jî biçûk xistine”, “Pesên sûc an jî sûcdar dane”, “Gefxwarin”, “Peywir nebaş hatiye bikaranîn”, “Bi qesdî ewlehiya giştî xistine talûkeyê”, “heqaret”, “Hewldana ji bo kuştina mirovan” û “Birîndarkirina bi qesdî” hatine kirin.

Di gilîkirinê de hat destnîşankirin ku alîgirên Bûrsasporê di maçê de wêneyên Torosên Spî ku di salên 90’î de ji bo pêkanîna 17 hezar û 500 cînayetên kiryarnediyar ji hêla JÎTEM’ê ve hatiye bikaranîn, tetîkkêşê JÎTEM’ê Mahmût Yildirim ê bi nasnavê “Yeşîl” û endamê JÎTEM’ê serdar Cem Ersever vekirine. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo cînayetên kiryarnediyar biryara binpêkirina mafê jiyanê daye. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Polîtîkaya necezakirinê cisaretê dide kesên sûcan dikin. Peywirdarên dewletê yên di salên 90’î de faîlên gelek sûcan bûn, nehatin cezakirin û derdorên ku ji vê yekê cisaret digirin jî di maçeke sporê de van kesan weke amûra gefê li dijî kurdan bi kar tînin.”

Daxwazname wiha bi dawî bû: “Divê gumanbar tên tespîtkirin û cezakirin. Divê derheqê peywirdarên rê li ber vê rewşê vekirin de jî lêpirsîn bê destpêkirin û doza cemaweriyê lê were vekirin.”