KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Li dijî êrîşên kîmyewî divê her kes bikeve nava liv û tevgerê!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk çekên kîmyewî jî di nav de bi her cûreyî li dijî mirovahiyê sûc dike û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bidin. Her wiha ji heyetên serbixwe jî xwest ku lêkolînê bike. -
Aryen Arê: Divê jin heta dawî yekgirtî bin
Ji fermandarên HPJ'ê Aryen Arê destnîşan kir ku dengê ji kolanan bilind dibe ronahiya azadiyê ye û got, "Ev yekgirtin nîşaneya demokrasiyê ye. Ev serhildana ku roj bi roj mezin dibe, pêngava şoreşê ye." -
Hakî Armanc: Hevalê Nûrî xeta Rêber Apo ji xwe re dikir esas
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Hakî Armanc, Nûrî Yekta yê ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû bi bîr anî û got, "Hevalê Nûrî li her qada têkoşînê xeta Rêber Apo û partiyê ji xwe re dikir esas." -
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn: Çareserî li ser xeta sêyemîn e
Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku li Îranê pêwîstî bi guhertineke demokratîk heye û got, "Çareserî di xet û rêya sêyemîn de ye." Vejîn diyar kir ku ji bo paşeroja azad a gelê Kurd ew amade ne bi hêzên Kurd hemûyan re tifaqê bikin. -
Hevserokê HDP'a Çîlikanê Ûzûn hat destgîrkirin
Hevserokê HDP'a Çîlikanê Huseyîn Ûzûn û 2 kes hatin destgîrkirin. -
Wê 6’ê Mijdarê li Silopiyê li dijî êrîşên kîmyewî, meş bê lidarxistin
DTK,TJA, DBP, HDP û rêxistinên civakî yên sivîl, wê 6’ê Mijdarê li Silopiyê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, meşekê lidar bixin. -
HPG: Derb li Skorskyekê hate xistin, 3 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên hêzên HPG’ê de 3 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker birîndar bûne û derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. -
Şêniyên Mexmûrê li ber êrîşên bi çekên kîmyewî rabûn
Şêniyên Mexmûrê bi daxuyaniyekê li ber êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabûn û şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê silav kirin. -
Li gundê ku di bin dorpêçê de ye leşkeran êşkence li zarokekî kirin
Li gundê Sorê yê Gevera Colemêrgê leşkeran dora gund girtin, şîddet li zarokekî 16 salî kirin û zarok destgîr kirin. -
Helebceyiyan êrîşên kîmyewî protesto kirin
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, bi meşeke girseyî li Helebceyê hatin protestokirin. -
8’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi dawî bû
8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî veguheriye çandeke giştî, duh dest pê kir, îro bi coş bi dawî bû. -
Elîzade û Mûînî li hev civiyan
Sekreterê Komeleya Komunîst Îran-Kurdistan Îbrahîm Elîzade û Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamed Mûînî li ser rewşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê civiyan. -
HPG: Skorskyek hate xistin, dagirkerek hate cezakirin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir di çalakiyên tîmên gerok ên YJA Starê de helîkoptereke Skorsky hatiye xistin û dagirkerek hatiye cezakirin. -
Malbata Şenyaşar nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamevanan da
Malbata Şenyaşar ku nêzî 600 roj in li Rihayê ji bo edaletê çalakiyê dike, di roja nû ya çalakiyê de xwest, rojnamevanên hatine girtin bêne berdan. -
Xizmên girtiyan: Dewleta Tirk dijminatiyê li girtiyan dike
Malbatên girtiyên nexweş û yên nayên berdan gotin, "Dewlet bi dijminatî tevdigere. Li her qadê em ê bibin dengê girtiyan." -
PAJK: Çalakiya Bêrîtanê yek ji qonaxa girîng a têkoşîna me ye
Koordînasyona PAJK’ê di salvegera 30’emîn a şehadeta wê de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr anî û got “Çalakî û şehadeta bi heybet a heval Bêrîtan yek ji berxwedana sereke ya têkoşîna me ya azadiyê ye.” -
KJK: Bêrîtan rêya azadiyê nîşan da
KJK: Şehîd Bêrîtan ku qanûna 'jin bi şerkirinê azad dibe, bi azadbûnê bedew dibe' di nava jiyan, şer û şehadeta xwe de veguherand heqîqetê û rêya ber bi azadiyê ve nîşan da, bang li jinan hemûyan kir ku berê xwe bidin vê rêyê. -
Gerîla helîkpotereke Skorsky xist
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkoptereke bi tîpa Skorsky xistin. -
Xwendevan bi xurtî di xwepêşandanên Îran û Rojhilat de cih digirin
Her ku diçe xwepêşandanên bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe. Xwendevan di dema dawî de pêşengiyeke xurt ji çalakiyan re dikin û tevlî xwepêşandanan dibin. -
Di dema destgîrkirinê de êşkence li rojnamevanan hate kirin
Di serdegirtinan de polîsan destên rojnamevanan ji pişt ve kelepçe kirin, avêtin erdê, berê çekê dan wan, gef li wan xwarin û heqaret kirin. -
Mîna navê xwe Ronahî bû
Andrea Wolf ku hîn di temenekî pir ciwan de kete nava lêgerîna li dijî sîstemê, bi demê re agirê têkoşînê dada û sala 1996'an beşdarî nava refên PKK'ê bû. -
Li gundên Geverê operasyona leşkerî
Li gelek gund, gundik û zozanên navçeya Geverê ya Colemêrgê terora 'operasyona leşkerî' destpê kir. Du gund weke 'herêma ewlekariya taybet' hate ragihandin. -
Çomlek: Êrîşên dewleta Tirk li ser gelên herêmê hemûyan e
Saît Çomlek destnîşan kir, ku dewleta Tirk a dagirker peymanên berê yên bi Beşar Esad û Sadam re çêkirî, bê sînor bi kar tîne û got, lewma êrîşî gelên herêmê dike. -
Çalakgera Nobeda Edaletê: Bêyî mirinê, bibin dengê girtiyan
Încî Guler Altindag ku ji bo kekê xwe yê 30 sal in girtî ye 339 roj in di Nobeta Edaletê de ye got, "Beriya ku girtî bimirin, divê siyasetmedar mijarê bixin rojevê. Piştî ku mirin, ti wateya rojevkirinê nîne." -
KCK'ê helwesta xelkê Amedê silav kir
KCK'ê destnîşan kir ku helwesta xelkê Amedê ya li hemberî Erdogan helwesta gelê Kurdistanê ye û got, "Girîng e xelkê Bakurê Kurdistanê bi giştî vê helwesta bi rûmet a xelkê Amedê ji xwe re bike mînak û li dijî faşîzmê xwedî sekneke zelal û bi biryar be."