KNK’ê serdana Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kir

Şandeya KNK’ê ku serdanên aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dike, îro serdanî Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê kir.

Serdanên şandeya KNK’ê ya ji bo aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, berdewam in. Di vê çarçoveyê de piştî serdana li Yekgirtûya Îslamî û Komeleya Dadgeriyê, şandeyê, serdan li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê kir.

Şandeya KNK’ê, ji aliyê hevserok û endamên nûnertiya HDP’ê ve hat pêşwazîkirin.

Piştî civîna bi nûnertiya HDP’ê re, Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs bi çapemeniyê re axivî û got: “Em, ji bo pêşwazîkirinê, spasiya nûnertiya HDP’ê dikîn. Wek tê zanîn konferansa sedsaliya Peymana Lozanê heye û KNK, dixwaze bi hizireke neteweyî helwesta hemû aliyên Kurd li dijî peymanê nîşan bide.“