Li Amedê xisareke giran li zêdeyî 3 hezar avahiyan bûye

Li gorî daneyên ku ji aliyê Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajêr ve hatin eşkerekirin, li Amedê xisareke giran li 3 hezar û 252 avahiyan bûye.

Li Amedê ku erdhejan tesîr li ser kiribû, xebata tespîta xesara xaniyan ên li navend û navçeyan temam bû.

Platforma Piştevanî û Parastinê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal têkildarî daneyên xesara avahiyan agahî parve kirin û diyar kir ku li hin gundan xebata tespîtê didome.

Li gorî agahiyên Platformê; li ser 159 hezar û 832 avahî lêkolîn hatiye kirin, 22 avahî hilweşiyan e û divê 6 hezar avahî bil ez bên hilweşandin. Platform dibêje divê 3 hezar û 252 avahî xesaren giran dîtine, 2 hezar û 828 avahî jî nîv xesar in, 32 hezar û 652 avahî jî kêmxesar in.