'Em di wê pêvajoyê de ne ku sîstema konfederalîzma jinan ava bikin'

"Niha em di wê pêvajoyê de ne ku sîstema konfederalîzma jinan ava bikin û jin xwe di vê sîstemê de bi rêxistin bikin. Bi şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' mêr pê dihese ku ew jî çiqas kole ye."

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan û Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn, bûn mêvanê bernameya taybet a Aryen Tv. Li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna jinên kedkar a cîhanî, axivîn.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan di destpêka axaftina xwe de roja 8’ê Adarê pîroz kir û wiha got: "Di serî de em vê rojê li Rêber APO, hemû jinên berxwedêr û têkoşer pîroz dikin. Dema ku em niha li 8’ê Adarê dinêrin, têkoşîna jinan, berxwedaniya jinan mohra xwe li sedsalê daye. Têkoşîn û berxwedaniya jinan ya ji bo azadiyê di asta herî jor de tê meşandin. Dîroka 8’ê Adarê cîhanî bûye. Ya ku niha girîng e, ev dîrok heta niha çawa hatiye. Têkoşîna 8’ê Adarê çawa cîhanî bû? Dema em dîrokê bişopînin, bi berdewamî berxwedanî û têkoşîna jinan di asta cîhanî de hebû. Lê ew ked û destketî nehatin parastin ji bo ku dîrokî bibin. Wekî nimûne, di sala 1857’an de dema ku li Emerîkayê 129 jinên kedkar ku li kargehê kar dikirin daxwaza mafê xwe kirin, hatin şewitandin. Sedem ew bû ku li hember hêzên sermayedar greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Vê yekê hêzên desthilatdar xist nav tengasiyekê de. Ji bo vê 129 jin bi şêwazekî hovane şewitandin. Armanca wan ew bû ku jinan bêdeng bikin û têkoşîn neyê berdewamkirin. 8’ê Adarê di roja îro de ji bo giştî jinan bûye mîladek. Bi israra jinên pêşeng ev yek pêk hat. Weke nimûne, bi israra jina pêşeng Clara Zetkin û hemû jinên pêşeng. Di şexsê Clara Zetkin de 8’ê Adarê bû mîrateya giştî jinan û cîhanê. Jinan têkoşîn cîhanî kir. Dema ku jin li hember hêzên desthilatdar tê meydanê, êdî hemû civak vê cesaretê digre û tê meydanê. Di dema niha de jî eger em binêrin, ya ku nehişt pêlên berxwedanê vemirin berxwedaniya jinan bû. Tevî ku her tim rastî êrîş, qetilkirin û êşkencê hatin, ti carî ji berxwedaniya xwe kêm nekirin û her tim bihêztir kirin.”

'ŞOREŞ BÊYÎ PÊŞENGIYA JINÊ BI SER NAKEVE'

Peyman Viyan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “8’ê Adarê ti carî wek rojeke jinan li Îranê nebûye pêvajoyeke fermî. Ne pêvajoya ku Mihemd Riza Şah li ser kar bû û ne jî pêvajoya ku rejîma Îslamî hate ser desthilatdariyê. Hinek caran ji aliyê rêxistinên jinan ve bûye rojev ku ev roj fermî were qebûlkirin, lê nehatiye qebûl kirin, hatiye çewisandin. Di vê sedsalê de têkoşîna jinan li Îranê jî bilind bû. Şoreşa ku bi pêşengiya jin nebe tu carî serketî nabe û bindikeve. Ji ber ku hebûna jin têde nîn e, careke din ew desthilatdarî xwe dubare dike. Tevî ku di dema meşruyetê de jin herî zêde xwedî rol bûn jî, lê ti mafekî jiyanî ji wan re nehat dayin. Ev yek bû sedem ku di jin de hişyariyek pêşbikeve û têkoşîn bike”.

'NIHA LI ROJHILAT Û ÎRANÊ DI NAVA ŞOREŞÊ DE ŞOREŞ PÊK HATIYE'

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan ragihand ku pêvajoya ku Jin, Jiyan, Azadî destpê kir, teqandineke zihnî bi xwe re anî û ev tişt got: “Şoreşeke ku zihniyet tê de naguhere, nabe şoreş. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî di zihniyetê de guhertin çêkir. Têkoşîn îro cîhanî bûye. Niha em di wê pêvajoyê de ne ku sîstema konfederalîzma jinan ava bikin û jin xwe di vê sîstemê de bi rêxistin bikin. Bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî re mêr pê dihese ku ew jî çiqas kole ye. Bi vê şoreşê re mêr gihiştiye vê zanebûnê. Gelê ku hestên azadiyê li meydanan jiyan kirine, ne gengaz e ku weke berê jiyan bikin. Eger zilamên ji neteweya Belûc li mizgeftan pankarta Jin, Jiyan, Azadî radikin, ji vê re em dibêjin guhertinên zihnî û şoreşa zihnî. Hemû gel ketiye ferqa vê de. Ji bo ku em serbixînin pêwîste hemû ferdên civakê bikevin ferqa vê de. Niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di nav şoreşê de şoreş pêk hatiye.”

'ÎDEOLOJIYA JINÊ, QADA TÊKOŞÎNÊ BERFIREHTIR KIR'

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn qala girîngiya rola pêşengiya jinên Kurd a ji bo 8’ê Adarê kir û wiha pêde çû: “Di destpêkê de 8’ê Adarê li mîmarê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî Rêber Apo pîroz dikim. Her wiha di şexsê hemû jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de, li hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û di kolanan de têkoşîn dikin, li berxwe didin û berdêlan didin, li hemûyan pîroz dikim. Kesê ku herî zêde 8’ê Adarê bi wate kir, bi felsefe û îdeolojîk kir di heman demê de dîrokî û civakî kir, Rêber Apo ye. Rêber Apo di sala 1998’an de, di roja 8’ê Adarê de îdeolojiya rizgariya jin îlan kir. Li ser 5 rêgezan Rêbertî îlan kir û bi munasebeta 8’ê Adarê, weke diyarî pêşkêşî hemû jinan kir. Di şexsê jina Kurd de Rêbertî pêşkêşî hemû jinên Rojhilata Navîn kir. Di heman demê de Rêbertî wek Meşa Azadiyê bi nav kir û got ku divê ev meşa Azadiyê her tim bi têkoşîn kirinê dewam bike. Bi vê îdeolojiya jinê qada têkoşîna jin berfirehtir bû.

'ZEMÎNÊ TÊKOŞÎNA AZADIYA JIN MEZINTIR KIR'

Zîlan Vejîn bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: “Rêber Apo wiha got ‘Berî pirsgirêka neteweyî, pêwîste pirsgirêka jin were çareserkirin’. Tevî ku partî hebû jî Rêbertî Partiya Jin jî ava kir û got bila jin xweser be, xwebûna xwe bidest bixe û bibe hebûn. Ev esas e ji bo ku bikaribe têkoşîna xwe bi rêve bibe. 8’ê Adarê di roja îro de li Îranê nîn e, weke roja jidayikbûna H.z Fatma tê binavkirin. Di van 44 salên derbasbûyi de rejîma ku li Îranê hatiye avakirin ti ferqa xwe ji ya berê nebû. Di diktatoriya Riza şah de her tişt vekirî dihat kirin, lê di ya rejîma Îslamî de, di bin navê hîcaba îcbarî de heman zihniyet berdewam kir. Di zihniyeta dewlet netew de demokrasî, wekhevî û azadiya jinê nîn e. Ji ber vê jî ti ferqa xwe ji zihniyeta berê nekir. Di qanûna Îranê de tenê di ya yekemîn de dibêje mafê jin û zilam wekhev e. Lê di qanûnên duyem ên pişt wê de, qedexeyên ku li ser jinê hene hatine rêzkirin. Ê nûnerê wê sîstemê kiriye zilam e û yê ku îro wê sîstema rejîma Îslamî dide meşandin û desthilatdariya xwe li ser jinê dide meşandin, ew e. Di van 44 salên dawî de jî têkoşîneke cidî ya jinan jî pêş ket. Refleksa jinan ya zanistî pir kûr e. Ji bo jin xwe biparêze her tim refleks dane nîşandan. Têkoşîna Rêber Apo zemînê têkoşîna azadiya jin berfirehtir kir, asta zanistiya jinan bilindtir kir. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ne tenê dirûşmeyek e ku di sala 2022’an de hat gotin. Di encama têkoşîna jinên Kurd ku 45 salan dane meşandin û berdêl dane, de ye. Cewhera jin cewhera civakî ye, heta ku ew civakîbûn hebe wê cewhera jin jî hebe.

'HESTÊN AZADIYÊ BILINDTIR DIBIN'

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn destnîşan kir ku şoreşa azadiyê ya jinan wê serbikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku gav bi gav pêşde diçe. Di civaka Îranê de niha roj bi roj hestên azadiyê bilindtir dibin. Ji bo zihniyet were guhertin zêdetir têkoşîn hat dayin, ev yek pir berçav bû di van 6 mehên şoreş û têkoşînê de. Di şexsê dayika Şehîd Jîna de, li hemû dayikên ku ji bo azadiyê û aştiyê berdêl dane, em 8’ê Adarê li wan pîroz dikin. Em ê bi têkoşîna xwe, hebûna xwe, kar û xebatên xwe serketinên mezin bidest bixin. Di heman demê de di şexsê heval Zeyneb Celaliyan de, li hemû jinên ku di girtîgehan de li ber xwe didin, têkoşîn didin meşandin, em pîroz dikin. Em ê têkoşîna xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilindtir bikin, berfirehtir bikin û bi Rêbertî re di şert û mekanên azad de bijîn.”