'Îradeya min bi eşqa azadiyê bi wate bû'

"Li qadên gerîla min hestên herî pak û nirxên mirovahiyê dît. Vê yekê têrê kir ku bibim aşiqê jiyana gerîla. Di nava şert û mercên herî giran de jî xurt bûm. Îradeya min bi eşqa azadiyê bi wate bû."

Avend Andok (Arîn Elî Oso) ku sala 1996'an li bajarê Kobanê yê Rojava ji dayik bû, bi Şoreşa Rojava re tevlî nava karên rêxistinî bû. Di sala 2012'an de li Efrînê tevlî nava dewreya perwerdeyê bû û li vir bi roleke çalak rabû. Piştî demekê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û berê xwe da çiyê. Andok li qada Metînayê tevlî perwerdeya şervanan bû, bi dilsoziya xwe ya bi nirxên şoreşê û tevlîbûna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bi israra xwe ya di têkoşînê de û hewldana xwe ya meşa li ser xeta Zîlan li pêş bû. Di şerê gerîla de hin zor û zehmetî dîtibe jî bi rengekî îradeyî li her qadê beşdarî nava têkoşînê bû û şer kir.

Gerîla Avend Andok sala 2017'an berê xwe da qada Botanê. Li Botanê beşdarî gelek çalakiyên serketî bû. Bi taybetî sala 2018'an li dijî dijminê ku li Bestayê dest bi operasyonê kir, berxwedaneke mezin nîşan da. Dijmin ku nekarî ji bejahî ve berxwedana gerîla bişikîne, bi balafirên şer ji hewayî ve êrîş kir. Di encama van êrîşan de Avend Andok tevî 8 hevrêyên xwe şehîd bû.

'EZ Ê LI SER ŞOPA ZÎLAN Û SEMA BIMEŞIM'

Gerîla Avend Andok di rojnivîska xwe de li ser wateya têkoşîna azadiyê ya ji bo xwe wiha digot, "Li qadên gerîla min hestên herî pak û nirxên mirovahiyê dît. Vê yekê têrê kir ku bibim aşiqê jiyana gerîla. Di nava şert û mercên herî giran de jî xurt bûm. Îradeya min bi eşqa azadiyê bi wate bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bûm, armancên min ên azadiyê jî mezin bûn. Ya ku min li ser piyan digire jî îdeolojiya Rêbertî ye. Ji ber vê yekê min hewl da ku li ser bingeha îdeolojiya Rêbertî timî xwe bi pêş ve bibim. Têkoşîna gerîla ya ku jin pêşengiyê jê re dikin, gihîştiye asta herî bilind. Me jinan li her qadê xwe bi pêş ve birin. Ev yek jî bi saya hevrêyên me yên jin bû.

Weke jineke ciwan a li ser şopa rastiyê, ez ê bibim şopdara hevrê Zîlan û Sema. Di tevahiya jiyana xwe de min dixwest li ser şopa wan lehengan bibim parçeyek ji rastiyê. Jiyana hevrêyên fedaî mîna Zîlan û Sema, têkiliya min a bi nirxên mirovahiyê re xurtir dike. Ji ber vê yekê jî min biryar da tevlî nava hêzên taybet bibim. Ev biryar ji bo xwedîderketina li rastiya şehîdan firseke. Hevala Zîlan xwe ji bo paşeroja vî gelî û Rêbertî feda kir.

Hevrê Zîlan heqîqeteke ku bi azadiyê mezin bû. Lewma bi hezaran jin li qadên têkoşînê û li ser şopa wê têdikoşin. Berxwedana ku îro tê meşandin jî ji wê cuda nîne. Şervanên li çeperan jî bi vê têgihiştinê têkoşîna man û nemanê dimeşînin. Bi baweriyeke mezin û îradeya ji pola tevlî berxwedanê dibin. Ez jî di nava vê pêvajoyê de me û dixwazim bi rola xwe rabim. Îdîaya min ji her demê bêhtir zelal e û ez ê bibim parçeyek ji vê heqîqetê."