Temellî: Hêviyek mezin heye

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku tehemula kesî li hemberî vê desthilatdariyê nemaye û got: “Hêviyek mezin heye ku mirov dikarin bi têkoşînek hevpar ji vê zihniyetê rizgar bibin.”

Parlamenterê HDP’ê Sezaî Temellî got ku wê nexşerêyekê bişopînin ku ger Kiliçdaroglû bû namzetê hêzên demokrasiyê û destnîşan kir ku divê hêzên demokrasiyê bersiva pêwîst bidin.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî bersiva pirsên ANF’ê da.

Di Tifaqa Milet de krîza namzetê çêbû. Rewşek a ku siyaseta giştî ya Tirkiyeyê jî bandor dike, mijara gotinê. Weke HDP hûn vê krîzê çawa dinirxînin?

Em ji tiştên qewimîne fêm dikin ku; Tifaqa Milet her tim li dora krîzekê ziviriye. Di hevdîtinên xwe yên dem dirêj de, mijara namzetiyê naxin rojevê û ev yek nîşan dide ku li dora krîzê dizivirin. Di 2’ê Adarê de krîz bi awayek eşkere derket holê. Krîza ku 2’ê Adarê qewimî, tam di pêvajoya diyarbûnê de qewimî. Ez difikirim ku mirov vê krîzê tenê bixîne rewşa nîqaşên namzetiyê de, rewşê têra xwe şîrove nake.

Çima?

Qasî ku em dibînin hîna hin geşedanên diyar hene ku ji raya giştî re nehatine şîrovekirin û ez difikirim ku wê neyê şîrovekirin jî. Ev rastiyek e. Ez dixwazim bi taybetî diyar bikim ku ev geşedan pêwîstî bi şîrovekirinê hene. Mafê raya giştî heye ku vê yekê bizane, ji ber ku Serokkomar hilbijêre. Tirkiyeyê bi rastî jî 20 sal ji dest dan. Ev qasî 20 salan gelek mexdûriyetên cidî bi serê Tirkiyeyê hatin. Beşek herî mezin ê van mexdûriyetan jî bi serê gelê Kurd hat. Timî HDP hat sûcdarkirin. Hevserokên me yên berê û hevalên me yên HDP’î li girtîgehê ne.

Eger bi gelê Kurd re di welatê hevpar de, li ser rêya komara demokratîk gav hatiban avêtin, masa nehatiba hilweşandin û Birêz Ocalan di bin tecrîdê de nehatiba hiştin, me yê îro li welatek gelek cuda jiyaba. Dibe ku ev nîqaşane nebiban mijara gotinê jî.

Tê zanîn ku demek dirêj e Îyî Partî polîtîkaya tunehesibandina HDP’ê dimeşîne. Di pêvajoya pêş de li gorî we wê ev pêvajo dewam bike?

Dema ku şeva 2’ê Adarê masa belav bûyî, nerazîbûn û refklesên ku di raya giştî de derketin, li hemberî HDP’ê dernektin. Berovajî fikrek derket holê ku wê ev mijar bi HDP’ê re were çareserkirin. Ez nafikirim ku ev masa ji îro û şûn ve pişta xwe bide têkoşîna HDP’ê ya demokratîkbûnê. Ev rastiyek e ku, Îyî Partî ji roja hatî avakirin û vir ve bi gotinên xwe yên nîjadperest li dijî gelê Kurd û HDP’ê helwest nîşan daye. Eger ji îro û vir ve helwestên xwe yên berê bidomînin, ew pirsgirêka hundirîn ya maseya şeşan e.

Hevserokên we gotin ku wê mijara namzetiyê car din bigirin dest. HDP wê di mijara namzetiyê de helwestek çawan nîşa bide?

Sala 2018’an ji ber ku namzetê me yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş girtî bû, kampanyaya xwe nedomand. Eger namzetek me bibe mijara gotinê ew jî teqez biçe serdana endamên muxalefetê. Ji bo me hemûyan mijara sereke ew e ku em îro ji vê rejîma yek mêr rizgar bibin û Tirkiyeyê demokratîk bikin.

Em di lîstoka Amedspor-Bûrsasporê de bûn şahidê dijminahiya li hemberî Kurdan. Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî Bûrsaspor pîroz kir û xwedî li tiştên ku qewimîne derket. Ji xwe ewên hatin destgîrkirin jî, hatin berdan. Hûn difirkirin ku bi nêzbûna hilbijartinan re jî wê desthilatdarî van êrîşên xwe bidomîne?

Em dizanin ku kevneşopiyek a dewletekê ya sedsalan li hemberî me ye. Dewlet hîna wê statukoya ku bi destê xwe ava kirî, diparêze. Carnan li stattê, carnan li kolanekê û carnan jî di axaftina komekê de bi hemû derfetên xwe ji bo parastina vê yekê hewl dide. Derketiye holê ku bi têkoşîna civaka rêxistinkirî û berxwedanê ev yek nayê meşandin. Êdî tehemula ti kesê ji vê desthilatdariyê re nemaye. Hêviyek mezin heye ku mirov bi têkoşînek hevpar ji vê zihniyetê rizgar bibin. Hêzên demokrasiyê divê di vê pêvajoya hilbijartinê de bersiva pêwîst bidin.