PJAK: Jehrîkirina xwendevanan êrîşa li ser civakê ye

PJAK'ê diyar kir ku jehrîkirina xwendekarên keç êrîşek li ser civakê ye û got, "Wek PJAK em piştgiriyê didin nerazîbûnên mamostayan ên ji bo parastina rûmeta xwendekarên jin nîşan didin."

Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê dibistanên xwendevanên keç tê kirin. Heta niha 4 xwendevanên keç ji ber van gazan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran xwendevan jî jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.

Di derbarê van êrişan de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniya PJAK’ê de hat gotin ku jehrîkirina xwendevanan tawanek li dijî jinan û ragihandina şerê desthilatê ya li dijî hemû civakê ye. Hat gotin: “Tişta ku îro di jêr navê jehrîkirina xwendevanan de li seranserî Îranê rû dide, di rastiyê de tolhilanîna desthilatê ya ji civaka azadîxwaze."

Di daxuaniyê de hate ragihandin ku desthilatdarî bi siyaseta 'serketina bi tirsê' dixwaze tevayî civakê bêdeng bike û rê li pêş şoreşa herî bi rûmet ku ew jî şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ ye bigre.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişkirina li ser xwendevanên jin êrişeke li ser tevayî civak û malbatên xwendevana ye û wiha di dome; “Ev êrişeke li dijî hemû kesên ku dixwazin şoreşa azadîxwazan a li seranserî Îranê pêşbixine ye. “

Di beşek din a daxuyaniyê de tê gotin: “Ji bo rûbirûbûna van êrişan ku rejîm hewil dide bike tiştek rojane û wek asayî nîşan bide, kiryarek dijî jina ye. Divê civak û malbatên xwendevanan li benda saziyên ewlehiyê yên dewletê nemînin. Ji ber ku ew sazî bi xwe di vî sucî de beşdarin.”

PJAK'ê diyar dike ku jehrîkirina xwendevanan suc e li dijî jinan û ragihandina şerê biyolojî yê taybet ê desthilatê ye li dijî hemû civakê. Armanca van êrişên qirêj û tirsnak bêdengkirina jinan û girêdana jinan a bi zincîrên koletiyê ye.

Di dawiyê de jî PJAK vê bangê dike; “Daxwaz ji hemû çîn û beşên civakê, malbat, çalakvanên sivîl bi taybetî jî mamosta û xwendevanan dikîn rê nedin siyaseta jin kuştinê ya rejîmê bibe sedama astengî ji pêşengtiya jinan a di serhildana jin, jiyan, azadî de re çêbe. Wek PJAK em piştgiriyê didin nerazîbûnên mamostayan ên ji bo parastina rûmeta xwendekarên jin nîşan didin.”