Herêmên Parastinê yên Medyayê 68 caran hatin bombekirin

Artêşa Tirk a dagirker 68 caran bi çekên giran êrîş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan bi vî rengî ne;

8 û 9'ê Adarê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM'ê, li Qadên Çarçêl û Girê Ortê yên Metînayê û li Qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 68 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."