‘Em serî li hember gefên we natewînin’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrîşa nîjadperestî ya li hemberî Amedsporê protesto kir û got, “Yên ku hemberiya kujerên salên 90’î dikin, bila bibihîzin; wê tu kes li hemberî gefên xwe serî netewîne û bêdeng nemîne.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê bertek nîşanî êrîşa nîjadperestî ya li hemberî Amedsporê da. Platform bi sernavê, “Em serî li hember gefên we natewînin” li Kolana Huner daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku pêkhateyên platformê amade bûn de dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil” , “Amedspor rûmeta me ye”, “Em ê bi berxwedanê ser bikevin” û “Li ber xwe bide Amedspor” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mûrat Ozçîçek ve hat xwendin.

Ozçîçek êrîşa nîjadperestî şermezar kir û got, “Li gel ku li holê bû wê êrîşekî bi vî rengî pêk were jî tedbîrên pêwîst nehatin girtin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

‘YÊN KU HEMBERIYA KUJERÊN SALÊN 90’Î DIKIN BILA BIZANIN, EM SERÎ NATEWÎNIN’

Ozçîçek, anî ziman ku bi hildana pankartên li trîbûnê xwestin li dijî Kurdan peyama “gefa mirinê” bidin. Ozçîçek wiha got, “Ne pêkane ku ev pankart bêyî kontrola polîsan derbasî hundir bibin. Ev rewş nîşan dide ku pankartên faşîst û şovenîst bi awayekî plankirî hatine vekirin. Yên ku hemberiya kujerên salên 90’î dikin, bila bibihîzin; wê tu kes li hemberî gefên xwe serî netewîne û bêdeng nemîne.”