'Jin fikra xwe a azad, xwebûn û xwezaya xwe ji çiya digirin'

Şervanên HPJ’ê: Cihê jinê komalgeh nîne, çiyayên azad in. Pal, pişt û parastina me çiyayên Kurdistanê ne.

Di sala 1857’an de li kargeheke Emerîkayê bi sedan jin li dijî bêedaletiya heqdestiyê dest bi berxwedanê kirin. Daxwaza jinan ev bû ku bi mêran re bibin xwedî heman mafê û daxwaza edaletê kirin. Ev berxwedana jinan ku dabûn destpêkirin her çû mezin bû û tirs xistin dilê mêrên desthîlatdar ên kedxwar. Li ser vê yekê serdest û karsaz di nav xwe de tifaq ava kirin û ji bo şikandina berxwedan û serî tewandina jinan dest bi êrîşan kirin. Di encama vê tifaqa mêran de di 8’ê Adara 1857’an de 129 jin li kargeha ku lê dixebitîn û li ber xwe didin, bi hovane hatin qetilkirin. Qetilkirina van jinan bandora xwe li ser cîhanê bi taybetî jî li ser jinan kir. Li ser vê yekê di sala 1910’an de Klara Zetkîn di Konferansa 2’emîn a Enternasyonal de pêşniyara divê roja qetilkirina 129 jinan wek Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê were pîrozkirin, kir. Lê ev pêşniyara Zetkîn di konferansê de nehat qebûlkirin. Pêşniyara Klara Zetkîn piştî 67 salan yanî di sala 1977’an de roja 8’ê Adarê wek Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat qebûlkirin. Ji roja hatî qebûlkirin 8’ê Adarê bi ruhê berxwedana 129 jinan li her derê cîhanê ji aliyê bi milyonan jinan ve tê pîrozkirin. Ev berxwedana 129 jinan ku di oxira wê de canê xwe dan û ji hemû jinan re bû îlham, her sal Kurdistan di serî de li her derê cîhanê bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin. Jin vê rojê veguherandin roja maf, azadî, wekhevî, çand, ziman û hwd. Dê îsal 8’ê Adarê bi taybetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ were pêşwazîkirin.

Têkildarî 8’ê Adarê û serhildana li Rojhilat û Îranê ku ev zêdeyî 5 meh in bi pêşengitiya jinan didome, gerîlayên Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Ekîn Avaşîn û Kurdistan Mako axivîn û vê rojê li hemû jinan pîroz kirin.

Şervana HPJ’ê Ekîn Avaşîn diyar kir ku dema 8’ê Adarê tê gotin ked, berxwedan, têkoşîn û hwd. tê bîra mirov û got ku 8’ê Adarê heta roja me ya îro wate û girîngiya xwe diparêz e.

‘EM HÊZA XWE JI ŞEHÎD SARA DIGIRIN’

Avaşîn bal kişand ser 8’ê Adarê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jin tê çi wateyê û wiha got: “Ji bo tevgera me wate û girîngiya 8 Adarê çi ye? Çima jin, çiya, xweparastin û xwebûn? Mirov bikaribe li ser wan jî bisekine. Rêber Apo di Kongreye 3’emîn de got; ‘Pêwîst e jin jî di vê tevgerê de cih bigirin û azadiya jin jî çêbibe. Pêwîst e jin jî di civakê de bên naskirin. Nasnameyek wan jî hebe, xwe bidin avakirin û çêkirin’. Bi taybet jî li ser wan sekinandin çêbû. Bi hezaran jin di nav tevgera me de cihê xwe girtin. Şehîdên me jî pir çêbûn. Her şehîdek di vê pêvajoyê de navê xwe li dîrokê nivîsand. Keda ku hatî dayîn ne hêsan bû. Berxwedanî û têkoşîneke pir mezin hebû. Dema konferans çêdibin, di wir de Partîbûna Jin û Artêşbûna Jin çawa çêbe, tê lêkolînkirin. Çima jin, Artêşbûna Jin û Partîbûna Jin ewqasî girîng in? Jixwe di destpêkê de li Ewropayê YJWK ava dibe.

Avabûna YJWK’ê li ser çiya jî bandoriya xwe çêdike. Dema YJWK ava dibe, tevlîbûna jinan jî pir çêdibe. Weke jin tevlîbûna yekem a di nava partiyê de kiriye şehîd heval Sara ye. Ew berxwedaniya heval Sara ku di girtîgehê de li tevî hemû êşkence û zilmê li hemberî dijminê faşîst nîşan da û serî netewand, ji bo me bû dîrok. Em îro hêza xwe ji şehîd Sara digirin. Guhertin pir çêbûn. Di destpêkê de YJWK, YAJK, PJA û herî dawiyê jî PAJK hat îlankirin. Heya roja me ya îro jî hêza PAJK’ê berdewam e. Di 8’ê Adara 1998’an de Bîrdoziya Rizgariya Jin hat îlankirin. Rêber Apo di wê salê de 5 rêgez ji bo me jinan diyar kir. Yekemîn welatparêzî, duyemîn fikrê azad û vîna azad, sêyemîn rêxistinbûn, çaremîn têkoşîn û pêncemîn jî etîk û estetîk e. Ev rêgez pîvanên Bîrdoziya Rizgariya Jin in. Em hêza xwe ji van rêgezan digirin. Heval Bêrîtan jî di sala 1992’an de şehîd bû. Li hemberê dijminê dagirker têkoşîneke pir mezin da meşandin, teslîmiyetê qebûl nekir. Ji bo wê jî xwe di zinaran de avêt. Di tilîliyên heval Bêrîtan de Artêşbûna Jin ava bû. Rêbertî got, ‘Pêwîst e Artêşbûna Jin çêbibe û jin êdî bibin a xwe’. Xwebûn ji bo jinê çi ye?  Xwe naskirin, nasname, fikra azad, artêşbûn û li hember ti tiştî bandor nebûn e. Ji fikrê zilamsalarî û baviksalarî rizgar bûn e.”

‘JIN FIKRA XWE YA AZAD, XWEBÛN Û XWEZAYA XWE JI ÇIYA DIGIRIN’

Şervana HPJ’ê Ekîn Avaşîn destnîşan kir ku heya roja me ya îro wek hêzên HPJ rêxistinbûyîna wan heye û wiha got: “Rêber Apo dibêje, ‘çi dibe bila bibe pêwîst e jin çiyayan bernedin’. Jin fikra xwe ya azad, xwebûn û xwezaya xwe ji çiya digirin. Ji ber ku xwezayîbûn di taybetmendiya jinê de heye. Dema xweza û jin di çiyayan de dibe yek hêzeke pir mezin çêdibe. Jin vê hêzê ji xwezayîbûnê digire. Rêbertî dibêje, ‘pêwîst e li hemberê hêzên hegemonyayê jin şer bikin. Li hemberê modernîteya kapîtalîst jin bibin bersiv. Pêşengtiya wan jî jin bikin’. Hêz û hestên ku çiya dide jinan pir cuda ye. Rêbertî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir. Dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî di hemû gerdûnê de bangawaziyeke pir mezin çêkir. Bi taybet îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ew bangawazî berdewam e. Bi pêşengtiya jin re berxwedanî û semboleke pir mezin heye. Bi taybet jî dirûşme çiye? Jin Jiyan Azadî ye. Berxwedaniyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî re destpê kir. Bi fikir û ramanê Rêber Apo li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî berdewam dike. Bi pêşengtiya jin û ciwanan berxwedanî û serhildaneke pir mezin heye. Ev berxwedan bingeha xwe ji çi digire? Bingeha xwe ji Sarayan û Besêyan digire.”

‘JI BO XWEBÛN Û PARASTINÊ TEVLÎ REFÊN GERÎLA BIBIN’

Gerîla Ekîn Avaşîn di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Li ser van bingehan em li jinên kedkar, azad, berxwedan û cîhanê 8’ê Adarê pîroz dikin. Pêwîst e li hemberê feraseta dagirkeriyê berxwedaniyek çêbibe. Ew jî çawa çêbibe? Bi çiyayên azad re çêdibe. Fikrê azad li ku derê destpê dike? Li çiyayên azad destpê dike. Jixwe Rêber Apo dibêje ‘xezîne li cihên ku hatiye winda kirin tên peyda kirin. Li ser şopa heqîqetê biçin’. Heqîqet jî di van çiyayan de ye. Ji bo xwebûna xwe parastin, xwe parastin, li hemberî hêzên kapîtalîst, hegemoniya bila hemû jin werin tevlî refin gerîla bibin.”

‘RAMANÊN RÊBERTÎ GERDÛNÎ DIBE’

Gerîlaya HPJ’ê Kurdistan Mako jî bal kişand ser serhildanên li Rojhilat û Îranê û diyar kir ku li Rojhilat û Îranê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi pêşengiya jinan berxwedaniyeke pir mezin destpê kiriye û ev tişt got: “Berxwedana ku li kargeheke Emerîkayê destpê kir, heta roja me ya îro didome. Di girtîgeha Evînê de bi pêşengtiya Zeynep Celaliyan berxwedaniyeke pir mezin dimeşe. Li hemberê teslîmiyetê têkoşîneke bêhempa dimeşe. Em jî wek HPJ’ê parastina gelê xwe dikin. Ev erka me ya sereke ye. Em ji bo hemû jinan li her derê têdikoşin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî li hemberî feraseta baviksalarî ya 7 hezar salan li ber xwe didin. Gotina Jin Jiyan Azadî pir pîroz û mezin e. Çi kes nikare vê gotinê ji rêzê bigire dest. Jin bi fikrên Rêber Apo gavên mezin avêtin. Pergal dibêje, jin tiştekê fêm nake û nizane. Dema em pirtûk, felsefa Rêber Apo dixwînin, em fêm dikin ku ya jiyanê xweşik dike û ber bi herikandinê ve dibe jin in. Ev ji bo me pîvanek e. Rêber Apo got, ‘sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinê’. Her ku diçe ramanên Rêbertî gerdûnî dibe.”

‘CIHÊ JINAN ÇIYAYÊN AZAD IN’

Gerîla Kurdistan Mako 8’ê Adarê li jinên Rojhilat, Îran û tevahî jinên ku di nav berxwedaniyeke mezin de ne pîroz kir û got ku jin li ku derê dibin bila bibin divê têkoşîna xwe mezin bikin.

Kurdistan Mako gotinên xwe vi vê bangewaziyê bi dawî kir: “Bangewaziya min ew e ku jin ref bi ref bila tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bibin. Cihê jinê komalgeh nîne, çiyayên azad in. Pal, pişt û parastina me çiyayên Kurdistanê ne.”