'Dijmin li hemberî gerîla têk çû'

Gerîlaya YJA Starê Kajîn Brûsk têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî û got, "Bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyewî nîşan dide ku dijmin li hemberî gerîla têk çûye."

Gerîlaya YJA Starê Kajîn Brûsk êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê, berxwedana gerîla ya li hemberî van êrîşan ji ANF'ê re nirxand.

Kajîn Brûsk anî ziman ku dijmin ji bo gerîla û gelê Kurd tune bike derfetên xwe hemû seferber kiriye û got, "Bi taybetî îsal li Herêmên Parastinê yên Medyayê, salên derbasbûyî jî li Efrîn û Serêkaniyê dijmin çekên kîmyewî bi kar anî. Di şer de bikaranîna madeyên kîmyewî qedexe ye. Li hemberî tîmeke gerîla bi sedan teqemenî, çekên kîmyewî û qedexekirî tê bikaranîn. Lê belê têkoşîn û fedakariya gerîla êrîşên dijmin têk dibe.

Di serî de DYE û dewletên Ewropayê, hêzên navneteweyî li hemberî êrîşên bi çekên kîmyewî yên li ser gerîla, bêdeng in. Li Helebceyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û 5 hezar Kurd hatin kuştin. Bandora çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne ya li ser bedena mirovan û xwezayê nayê zanîn. Dijminê ku nikare berxwedana gerîla bişikîne şaş maye ku nizane wê çi bike. Zanin ku êdî dawî li wan hatiye. Dewleta Tirk ji ber ku li hemberî gerîla têk çûye, çekên kîmyewî bi kar tîne. Lê belê bila dijmin vê baş zanibe ku ne kare gerîla ne jî kare PKK'ê biqedîne. Em ê her tim li van çiyayan hebin."

'DEWLETA TIRK JI ÎRADEYA GELÊ KURD DITIRSE'

Gerîla Kajîn bal kişand ser şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û got, "Li herêmên Zap, Avaşîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî giran diqewime. Dijmin ji aliyekî ve bi çekên kîmyewî êrîşî gerîla dike, li aliyê din jî êrîşî gel dike, zilmê dike. Li Bakur bi hezaran kes li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabûn ser piyan. Dewleta Tirk ku ji îrade û hêza Kurdan ditirse, dixwaze bi zextê gel bitepisîne. Gel û gerîla li hemberî êrîşan bi hev re divê têbikoşin. Weke gerîlaya YJA Starê ez ji vê derê gelê me yê berxwedêr silav dikim. Bila kes gumanan neke, em ê heta dawiyê xak û gelê xwe biparêzin."