'Em bi hev re li ber nijadperestiyê rabin'

Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Amedê xwedî li Amedsporê derket ku êrîşa nijadperestî lê hatibû kirin û got, "Em bi hev re li ber nijadperestiyê rabin."

Lîstikvanên Amedsporê duh li Bûrsayê rastî êrîşa faşîst a alîgirên Bûrsasporê hatibû û polîsan jî tenê êrîş temaşe dikirin. Di encama êrîşan de lîstikvanên Amedsporê bi sivikî birîndar bûn. Alîgirên Bûrsasporê jî di trîbunan de pankartên "Torosa spî" û "kesên paramîlîter" ên di salên 90'î de navên wan di kuştinên “kiryarnediyar” de derbas dibin vekiribûn. Tîma Amedsporê îro vegeriya Amedê û ji hêla bi hezaran ve hat pêşwazîkirin. Qefîleya Amedsporê piştre derbasî Tesîsên Şehmûs Ozer bû û li wir bi girseyî daxuyanî dan. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Amedê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek sazî û dezgehên sivîl ên Amedê tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat xwendin. 

Eren destnîşan kir ku vekirina wêneyên torosên spî û navên kesên paramîlîter ku navên wan di komkûjiyên 90’î de derbas bûne, sembola xerabiyeke bi organîze ye. Eren, diyar kir ku ew dixwazin bi vê yekê atmosfereke tirsê bidin avakirin û wiha domand: “Em baş dizanin ku ev gefxwarin û bêperwatiya li hemberî Kurdan tê kirin, encama bi siyaseta necezakirinê ye. Heke wezîfedarên dewletê û kesên sûcdar di salên 90’î de bihatina cezakirin, îro ev encam dernediket.”

Bi domdarî Eren got ku ji ber erdhejê welêt rojên zehmet derbas dike û wiha axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hêj jî şînê digirin û hewl didin bi hevgirtineke mezin birînên xwe bipêçin. Lê divê em li hêla din jî li hemberî xirabiya ku bi van bûyerên gemar tê kirin, rawestin. Hewce ye rayedarên xemsariya wan di van bûyeran de heye bên cezakirin, derheqê walî û midûriyê emniyetê lêpirsîn were destpêkirin û kesên tevlî êrîşan bûne bên cezakirin. Em van êrîş û kiryaran şermezar dikin. Em bang li her kesê dilê xwe daye Amedsporê dikin ku 24 saetan li ser wêneyên profîla xwe yên medyaya dîjîtal logoya klubê bi kar bînin û hefteyekê alayên klubê bi wesayît, mal û kargehên xwe ve daliqînin.”