Karasû: Têkoşîna gelê Kurd wê encamên hilbijartinê diyar bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd wê encamên hilbijartinên li Tirkiyeyê diyar bike û got, "Eger azadî û demokrasî wê bê Tirkiyeyê, ev jî bi hêza Tifaqa Ked û Azadiyê dibe."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî 'Bernameya Taybet' a televîzyona Medya Haberê bû û rojeva heyî nirxand. Karasû bal kişand ser hilbijartinên li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd wê encamên hilbijartinê diyar bike.

Nirxandina Karasû bi vî rengî ye:

Beriya ku rewşa Rêbertî û konferansê binirxînim, hevrêya me ya hêja ya ku havînê şehîd bû û di demeke nêz de hate ragihandin Raperîn Amed bi rêz û minet bi bîr tînim. Hevaleke me ya gelekî hêja ya kar bû. Hevrêyeke me bû ku ji derdora welatparêz a Amedê tevlî têkoşînê bû. Ji malbata Azîzoglû ya Farqînê bû. Bi rastî jî gelekî dilnizm bû. Kes nediêşand, lê belê bi pîvan bû, karker bû. Li nava hevalên xwe hemûyan cihê qîmet û hezkirinê bû. Bi rastî jî kedkar bû, timî dixebitî. Rastiya Rêbertî fêhm kiribû, Rêbertî fêhm kiribû. Lewma hevrêyeke me ya fedaî bû ku bi kûrahî dilsoz bû, ji paradîgmaya Rêbertî, Partiyê û Rêbertî, ji xeta azadiyê ya jinê bawer kiribû û ji bo vê jî her kêliya jiyana xwe feda kiribû. Tevlî gelek karî bû. Di her karî de serketî bû. Bi rastî ked dida. Ji xwe ji ber vê yekê ji ber vî karê zêde ji bo Dîwana Kongra Gel hate hilbijartin. Dîwana Kongreyê saziyeke girîng e. Bi taybetî ji bo rûniştandina sîstema KCK'ê, komun û meclîsan hewl dide. Hevalek ku li ser vê yekê kûr dibû. Hevala Raperîn bi vî rengî ked da. Di vê têkoşînê de keda xwe heye. Bi taybetî ji bo fêhmkirina paradîgmaya Rêbertî û bicihanîna wê kedeke mezin da. Bi vî rengî di nava têkoşîna me de wê ti carî neyê jibîrkirin. Wê her tim bê bîranîn. Em ê hesretên wan teqez pêk bînin. Em ê hewl bidin hêjayî wan bin. Hesreta wan nabe ku li erdê bimîne. Nabe ku hesreta wan bi cih neyê anîn. Eger em hevrêyên wan bin, hevalên wan bin û şehîdên me yên bi vî rengî yên mezin hebin, hingî weke tevger, gel divê ji bo xwedîderketina li şehîdan em gelê Kurd azad bikin, Rojhilata Navîn demokratîk bikin û paradîgmaya Rêbertî li tevahiya cîhanê belav bikin.

SEKNA RÊBERTÎ YA 25 SALAN SEKNEKE HÊJAYÎ ROMANÊ YE

Rêberê me 25 sal in dîlgirtî ye. Em di sala 25'emîn de ne. 25 sal bi rastî jî bi destanî derbas bû. Di dîroka cîhanê, dîroka mirovahiyê de, li zindanê girtiyekî din ê siyasî yê bi vî rengî 25 sal derbas kiriye, rêberekî bi vî rengî nîne. Bi rastî jî sekneke welê ye ku roman li ser bê nivîsandin. Dikarim vê yekê bibêjim: Heta ku sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê neyê fêhmkirin, rastiya Rêbertî nayê fêhmkirin. Kesayetiya Rêbertî nayê fêhmkirin. Bêguman li derve jî têkoşîna Rêbertî heye. Bi dehan salan têkoşiya, partî ava kir, têkoşîna gerîla da destpêkirin, gerîla gihand. Di xeta azadiyê ya jinê de milîtan afirand. Bi vî rengî têkoşîneke girîng meşand. Bû pêşengê serhildana gelê me. Ev hemû bêguman encamên sekna Rêbertî, karakterê Rêbertî û hunera Rêbertî bûn. Lê belê weke ku tê gotin, her tişt di dema zehmetiyê de diyar dibe. Kêliyên zehmet dike ku kesayetiya mirovan û civakan diyar bibe. Lewma Rêbertî jî 25 sal in li zindanê nîşan da ku rêberekî çawa yê gel e, rêberekî çawa yê şoreşger e. Ji vî alî ve 25 sal ên gelekî bi wate, hêja ye ku divê bê hînbûn. Em dikarin vê yekê bi hêsanî bibêjin. Ev 25 sal wê bibe mînak. Gelê kurd jî wê ji bîr neke, tevgera me jî ji bîr neke. Em hemû em ê hewl bidin hêjayî wê seknê bin.

FIKRÊN RÊBERTÎ LI TEVAHIYA CÎHANÊ BELAV DIBIN

Paradîgmaya ku Rêbertî li zindanê afirand, beriya wê jî heye bêguman lê belê li zindanê şênber kir, hevgirtî kir. Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê destnîşan kir. Xeta modernîteya demokratîk diyar kir. Li ser vê bingehê li dijî sîstema dewletperest, sîstema konfederalîzma demokratîk destnîşan kir. Nîşan da ku sosyalîzm bi vî rengî dikare pêk were, ne bi dewletê re lê belê bi konfederalîzma demokratîk re. Xeta azadiya jinê diyar kir. Ev yek wê niha li tevahiya cîhanê ji bo bindestan, gelan, kedkaran bibe xeta îdeolojîk. Çawa ku di salên 1800'î de dema ku kapîtalîzm derkete holê û kapîtalîzma hevrikiya serbest destpê kir Marks û Engels bûn bersiv ji têkoşîna kedkar û bindestan re, ji bo paşerojê teoriyek destnîşan kirin û ev teorî 150 sal in bûye asta teorîk a bindest û kedkaran. Beriya 150 salî bû, lê belê beriya 150 salî kapîtalîzm ewqasî bi pêş neketibû, zanistî teknîk jî bi pêş neketibûn. Teoriya sosyalîst yekemcar dihate destnîşankirin. Lewma kêmasiyên xwe jî hebûn. Naxwe Marks û Engels bi hesteke bilind a berpirsyariyê nêrînên xwe destnîşan kirin û bandor kirin. Bandor li me hemûyan kirin, bandor li têkoşîna Rêber Apo jî kirin. Rêber Apo jî bi bandora wî fikrê sosyalîst dest bi têkoşînê kir. Lê belê hem pratîka me ya têkoşînê, hem hilweşîna reel sosyalîzmê û li ser vê bingehê nirxandina berfireh a civakê ji aliyê Rêber Apo ve, li ser bingeha nirxandina berfireh a kapîtalîzmê paradîgmayeke nû hate destnîşankirin. Ev yek îro rê nîşanî mirovan dide. Bi vî rengî ciwan, jin, mirovahî bi temamî, kedkar xwedî lê derdikevin. Konferansa li Başûrê Efrîkayê jî bi vî rengî bi wate bû.

RÊBERTÎ ÇARESERIYÊ JI PIRSGIRÊKÊN TEVAHIYA MIROVAHIYÊ RE DIBÎNE

Li Efrîkaya Başûr li welatê Mandela, hevrêyên Mandela xwedî li Rêbertî derdikevin. Li cîhanê Rêber Apo û Mandela dişibînin hev. Rast e, aliyên xwe yên hevpar gelek e. Mandela jî têkoşîneke mezin meşand. Ew jî salên dûr û dirêj li girtîgehê hate hiştin. Mîna Rêbertî 25 salan, herhal zêdetir li girtîgehê ma. Bi vî rengî bû pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelê xwe. Lê belê divê ev yek jî bê gotin. Rewşa Rêber Apo hîn cudatir e. Ne Rêberekî welê ye ku tenê ji bo gelê xwe, ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşe, ew Rêberekî welê ye ku hewl dide ji pirsgirekên tevahiya mirovahiyê re çareseriyê peyda bike. Ji bo jinan, ciwanan, bindestan, ji bo her kesî... Her wiha fikrên wî li dijî talankirina xwezayê hene. Rêbertî wê bi vî rengî bibe rêberê mirovahiyê. Li her derê wê ji bo Rêbertî konferans bêne lidarxistin. Wê hewl bê dayin ku fikrên Rêbertî bêne fêhmkirin. Her ku fikrên Rêbertî hatin fêhmkirin wê rêyên ji bo peydakirina çareseriyê ji pirsgirêkên cîhanê re hêsantir bibe. Vê yekê dikarim bi hêsanî bibêjim. Di sedsala 21'ê de çerxa dîrokê bê hîn bi lez bigere. Ji ber ku Rêbertî bingeha teorîk îdeolojîk a demokrasî û azadiyê daniye pêşiya mirovahiyê. Piştî ku ev yek hate destnîşankirin, bêguman wê çerxa azadî, demokrasî, têkoşîna sosyalîzmê ya mirovahiyê hîn zûtir bigere, hîn bêhtir bi pêş bikeve. Em ê vê yekê di salên bê de bibînin. Bi vê wesîleyê Rêber Apo, sekna berxwedanê ya li wê derê silav dikin û diyar dikin ku ji bo bicihanîna paradîgmaya ku wî destnîşan kiriye, ji bo azadiya welatê me, demokratîkbûna Rojhilata Navîn û pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê em ê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

XETA AZADIYÊ YA JINÊ REWŞEKE NÛ YE

Asta têkoşîna azadiyê ya jinê ya heyî girîng e û jin, şehîdên jin ên ku keda xwe di nava vê têkoşînê de heye hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim. Bi taybetî ji aliyê têkoşîna me ve hevrêyên jin ên li Parîsê di du komkujiyan de şehîd bûn bi minet û bi rêz bi bîr tînim. Bêguman li cîhanê berê jî rêxistin hebûn ku ji bo mafên jinan têkoşiyan, tevgerên femînîst hebûn, danheviyên wan hebûn, asteke wan a fikrî hebû. Divê ev yek neyê înkarkirin. Lê belê em dikarin vê bibêjin. Weke ku min beriya niha qalê kir, xeta azadiyê ya jinê ku Rêber Apo destnîşan kir rewşeke nû ye. Asoyekî nû da jinan. Zemînekî welê afirand ku têkoşîna azadiya jinê gelekî zû bi pêş bikeve. Û em êdî dikarin vê bibêjin. Eger cîhan wê bê guhertin, bê azadkirin, bê demokratîkkirin ev yek wê bi azadiya jinê bibe. Wê bi tevlîbûna jinê ya bi rengekî çalak a li têkoşînê bibe. Heta ku jin azad nebin ti pirsgirêkên li nava civakê jî çareser nabin. Pirsgirêk li wê derê giran e. Dema ku xeta azadiya jinê bi pêş ket, di xeta azadiya jinê de têkoşîna civakî bi pêş ket, civak di ruhê azadiyê yê jinê de li ser bingeha nirxên azadiya jinê ava bû, hingî mirovahî dikare bibe xwedî jiyaneke demokratîk û azad. Nîvê civakê ji xwe jin e. Ya rast, rastiyeke welê ye ku ne tenê bandorê li nîvê civakê dike, bandorê li tevahiya civakê dike. Civaka neolîtîk bi xwe bi pêşengiya jinê pêk hat. Jiyan û keda jinê di dîroka mirovahiyê de gelekî girîng e. Dayik e, hevjîn e, xwişk e. Zarokan xwedî dike. Lewma divê mirov bi rengekî ji rêzê nêzî pirsgirêka jinê nebe. Divê gelekî girîng bibîne. Yek ji kêmasiyên reel sosyalîzmê jî ev bû. Belê, pirsgirêka jinê girîng didît, lê belê diviyabû hîn girîng bidîta. Eger bi vî rengî kiribûya reel sosyalîzm nedixitimî, wê karîbûya rêyeke çareseriyê peyda bikira.

Lewma mijûlbûna bi pirsgirêka jinê re, pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya jinê û piştgiriya ji bo vê yekê ji bo azadiya her kesî pêwîst e. Ji bo her kesî, ji bo civakê û tevahiya mirovahiyê. Ji bilî vê yekê rêya çareseriyê nîne. Ev êdî tê fêhmkirin. Ev rastî ji aliyê mirovahiyê ve tê fêhmkirin. Jin ji xwe ji kûrahî ve vê hîs dikin. Êdî mêr jî fêhm dikin. Ew jî fêhm dikin ku heta jin azad nebe, cîhan azad nabe. Ji bo fikir, îdeolojî bi taybetî jî yên li aliyê çepgiriyê dibêjim. Naaxwe meylên rastgiriyê ji xwe li dijî rastiya jinê ne. Ji ber ku fikrê wan nêzî azadiya jinê nîne, ji ber ku aqlê mêr ê serwer e, nepêkane ku ew çareseriyê ji pirsgirêkên cîhanê re peyda bikin. Partiyên rastgir, desthilatdariyên rastgir ti carî ji pirsgirêkên cîhanê re nikarin çareseriyê bibînin. Di bin bandora serweriya mêr de ne. Heta ku mejiyê ji serweriya mêr neyê terikandin, nikarin ji pirsgirêkên mirovan re çareseriyê peyda bikin. Ji vî alî ve tevgera me têkoşîneke girîng dimeşîne. Rêberê me bi rastî jî hewldanên gelekî girîng da. Divê her kes xeta azadiyê ya jinê ya Rêber Apo fêhm bike. Bêyî ku bikeve nava kompleksekê divê her kes xeta azadiyê ya jinê, rizgariya jinê ku ji aliyê Rêbertî ve hatiye destnîşankirin, fêhm bike. Dema ku Rêbertî hate fêhmkirin, wê têkoşîna azadiya jinê li tevahiya cîhanê pêşketinên mezin biafirîne. Bi vê wesîleyê di wê baweriyê de me ku sala 2023'an wê bibe saleke girîng a têkoşînê, sala têkoşînê ya jinê. Ji xwe li Ewropayê konferansa jinê hebû. Bi rastî jî girîng bû. Hewldana tevgera jinê ya li cîhanê ji bo fêhmkirina xeta rêbertî, xeta rêbertî ya têkildarî jinê ku li wir hate destnîşankirin, gelekî girîng bû. Li cîhanê jî niha bi pêş dikeve. Li cîhanê gelek rêxistinên jinan didin ser şopa fikrên Rêbertî. Em di wê baweriyê de ne ku fikrên Rêber Apo her ku ji aliyê îdeolojîk, teorîk ve bi pêş ket, wê têkoşîna pratîkî jî hîn bi bandor bibe. Ti hêz wê nikaribe pêşî li xeta azadiyê ya jinê bigire, wê nikaribe pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinê bigire.

ERDHEJ WÊ BANDOREKE GIRAN LI JIYANA SIYASÎ BIKE

Erdhej bi rastî jî bû sedema êşên gelekî giran. Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi deh hezaran mirov dibe ku di binê xirbeyan de bin. Bi kepçeyan, dozeran dibin tevî kavilan diavêjin. Rewşeke bi vî rengî heye. Rewşeke pir cidî ye.

Ji ber vê yekê careke din hêvî dikim ku rehma xwedê li qurbaniyan be, sersaxiyê ji malbatên wan, ji gelên me re dixwazim Şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazim.

Rewşeke gelekî trajîk e. Ev ne erdhejeke ji rêzê ye. Gelekî şaş e ku ev erdhej weke erdhejeke ji rêzê bê nirxandin. Divê sedema mirina ewqas mirovan bi berfirehî bê diyarkirin. Divê were fêhmkirin. Her wiha divê êş û trajedî jî bi xurtî bê nîşandan. Dikare bibe mijar ji dehan roman û sînemayê re. Ev ne erdhejeke ji rêzê ye. Ne erdheja 39'an a Erzîncanê ye, ne ya Marmarayê ye, ne jî erdhejeke din e. Mîna ti erdhejeke li cîhanê nîne; bi sed hezaran mirov ji ber rêveberiyeke bêberpirsyarî di binê kavilan de man. Jiyana xwe ji dest dan. Eşkere ye. Tiştekî nehatiye dîtin e. Ti tedbîr tune ye. Dibêje, 'Tirkiye welatê min e'. Dibêje 'bi vî rengî me, bi wî rengî me'.

Li Şîlî, Meksîkayê berê erdhej çêbûn. Tedbîr standibûn. Niha jî erdhej çêdibin li Şîlî, Meksîkayê. Hejmareke gelekî kêm mirov dimirin. Lewma ev erdheja ku bû sedema mirina ewqas mirovan û hilweşandinê, bêguman divê bê lêkolîn û encamên berfireh jê bêne wergirtin. Wê bandorê li rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê bike. Wê bandorê li jiyana civakî bike. Wê bandorê li tevahiya jiyanê bike. Bandorê li çandê bike. Ji vê girantir êş nîne. Bûyerên giran û mezin ên di dîrokê de nasname û kesayetiya gelan û civakan diyar dikin. Têkoşînên mezin diyar dikin. Êşên mezin diyar dikin. Civak bi wî rengî ava dibin, çand bi wî rengî diafirin. Pêşgotin bi wî rengî çêdibin. Lewma ev erdhej ji rêzê nîne. Kes nikare bibêje bû, qewimî û qediya. Encamên xwe gelekî girîng bû. Gelekî giran e. Divê mirov hîs bike, ji bo mirovên li wê derê kes hîs bike. Yên hîs neke nikare bibe mirov. Êşên çawa hatin kişandin? Di binê kavilan de bi dehan hezar mirov çawa bi êşkişandinê mirin? Yên mayî di sermayê de çi bi serê wan hat? Lewma divê ev erdhej bi vî rengî bê nirxandin û fêhmkirin. Rastiyeke ku divê mirov hîn bêhtir li ser bisekine.

BÊYÎ LI BER XWE BIKEVIN LI PÊŞIYA DILXWAZAN DIBIN ASTENG

Çima (desthilatdarî) ewqasî êrîş kir? Bi rastî jî piştî rojekê bi hêrseke gelekî mezin êrîş kirin. Ji ber ku encamên gelekî giran bi xwe re anî. Saziyên ku jê re dewlet, hikumet an jî saziyên afetê tê gotin, hemû hilweşiyan. Sûcên wan hatin dîtin. Hate dîtin ku bûne sedema çi. Dîtin ku ji ber wan encameke ewqasî giran a erdhejê çêbû. Civakê jî dît, gel jî dît, cîhanê jî dît. Ji bo nixumandina vê yekê êrîş kirin. Ji bo rastiya polîtîkaya xwe binixumînin êrîşî her kesî kirin, sixêf kirin. Ji ber vê yekê kirin. Mirovan roja destpêkê çi digotin? Dewlet li vir nîne, kes nayê. Sixêf kirin. Yekser bi hêrs bûn. Piştre gotin, em di dema xwe de nehati, çend rojan dereng hatin. Çend rojên çi? Belê, piştî 3-4 rojan çûn. AFAD piştî 3-4 rojan çû. Çawa çû, ew jî ne çûyîn bû. Bi hezaran enqaz hene, tenê çûne ser 3-4 heban. Neçûne gundan jî. Li bajarekî çûn ser tenê 10 avahiyan. Gelo ev çûyîn e? Ya rast neçûn. Çûyîna wan a piştî 3-4 rojan jî kêm e. Ev yek eşkere ye. Ya çû, civak bû. Rêxistinên civakî yên sivîl bûn. Ji Kurdistanê HDP çû, civaka rêxistinbûyî çû, endezyar çûn, jin çûn, ciwan çûn. Ji rojavayê Tirkiyeyê jî ciwan, dilxwaz çûn. Bêyî ku li ber xwe bikevin karên alîkariyê asteng kirin. Eger ev gel neçûya, ciwan, jin, dilxwaz, şaredariyên mezin ên ji Tirkiyeyê neçûya, karesat wê bêhtir mezin bibûya. Wê neçar bimana ku mirina bi sed hezaran kesî qebûl bikin. Min berê jî got. Eger ne ji piştevaniya civakê bûya, wê ev gel ev hikumet biqewirandibûya. Wê biçûya. Ji vê rewşê vî gelî rizgar kir, di roja destpêkê de çûn. Gel hem alîkarî da ji bo mexdûran ji binê enqazê derxînin, hem ji sermayê parastin hem jî ji birçîbûnê parastin. Rojên destpêkê gel rizgar kir.

ERDOGAN NIZANE BÊ ÇI DIBÊJE

Herî zêde êrîşî wan kirin û sixêf kirin. Rabûna li ber dewletê, cînayet... Şert û merc guncav bûya dibe ku hemû bigirta. Ji xwe li hin deran êrîş kirin, lê dan, êşkence kirin. Yanî ne tenê meseleya derengmayina ji bo çend rojan e. Hîn jî ji mirovan re dibêjin, 20 roj di ser re derbas bûne, dibêjin, 'em kon dibin, konteynir dibin, nan dibin, xwarinê dibin'. Bêyî ku li ber xwe bikevin.

Qala helalbûyînê dike. Helalbûyîna çi, mirov bi vî rengî li hev helal dike? Te sûc kiriye tuyê cezayê wê bikişîne. Dibêje em li hev helal bikin, ez li ser desthilatdariyê bimînim. Mîna ku di navbera civak û şexsan de bûyerek qewimî ye, kesek miriye yan jî birîndar bûye, yan jî tiştekî şaş kiriye, xete kiriye, qala lihevhelalkirinê dike. Te nifûsa ji 13 milyon kesî hilweşand. Nifûsa hin dewletan 13 milyon mirov e. Te civak bi vî rengî têk bir.

Ev zilamê li ber xwe nakeve, çi dibêje? 'Em nikarin yên mirî vegerînin, mirî ji xwe mirî ye'. Hela bala xwe bidin vî kesê ji xwe fedî nake! Wateya gotina yê miriye mirî ye, çi ye? Yên ku ji aliyê desthilatdariya te ve hatin kuştin yek, du kes nîne, bi sed hezaran kes hatin kuştin. Ma ew gotine ku bê gotin?

Yên bûne sedema mirina mirovan wê çi bi wan bê kirin? Ev negot e, li ber xwe nakeve. Em nikarin yên mirî bînin... Ji xwe nikare bê anîn. Ji ber polîtîkaya te bi sed hezaran mirov mirin, bêguman em nikarin vegerînin. Lê belê tu nikare bê û bi vî rengî bibêje; em nikarin yên mirî vegerînin, divê em êdî li pêşiya xwe binihêrin. Li ber xwe nakeve. Mirov ewqasî bêfedî dibe? Tu bû sedema vê yekê.

Wî demekê digot, me xiyanet li Stenbolê kir. Çi ye? Avahiyên ewqasî bilind hemû di dema te de hatin çêkirin. Ji vî alî ve jî li ber xwe nakeve. Êdî guhdarîkirina li vî kesî jî nabe. Nizane bê çi dibêje, nizane bê kîjan gotina wî bi ku ve diçe. Ma ew gotin e ku bê gotin; em nikarin ên mirine vegerînin. Yê mirî ji xwe mirî ye. Hela bala xwe bidin wî, mîna ku kesek tenê miriye. Li nava civakê dema kesek dimire mirov diçin sersaxiyê. Çi tê gotin? Êdî bi yê mirî re mirov namire. Gelekî pê diêşin, lewma bi wî rengî tê gotin. Ji bo ber dilê mirovan xweş bikin. Gelo ev gotine ku di vir de bê gotin? Bi wateya gotinê nizane. Dibêje li hev helal bike. Yên ku bi vî rengî diaxivin bi rastî jî divê mirov tuf li rûyê wan bike. Lihevhelalkirina çi? Bi yê mirî re mirov namire. Bi sed hezaran mirov mirine. Bi milyonan mirov, bi sed hezaran mirov koçberî deverên cuda bûne. Lewma divê hesabê bi vê erdhejê re rû dane bê pirsîn. Radibe dibêje em ê filan tiştî bikin, em ê nizanim çi bikin. Ji xwe ji niha û pê ve kî li Tirkiyeyê li ser desthilatdariyê be wê dersê ji vê erdhejê werbigire û bike. Avahî dikare mîna berê bêne avakirin? Kî wê bi te bide çêkirin? Wê nede çêkirin, ji xwe bi kesî nade çêkirin; wê hesab bipirsin. Gel wê ji niha û pê ve bişopîne. Kî dibe bila bibe. Bi çi rengî avahî têne çêkirin. Qewîn çêdikin yan na? Hesinên wê çawa bên bicihkirin? Ji niha û pê ve wê van bişopînin.

Ji niha û pê ve odeya endezyaran jî wê bişopîne, odeya mîmaran jî wê bişopîne. Pisporên erdhejê jî wê bişopînin. Civak jî ji xwe divê bişopîne. Divê rêxistinên civakî destûrê nedin çêkirina avahiyên bi vî rengî ku dibin gora mirovan. Ji xwe wê destûrê nedin. Dibêje 'ez ê filan tiştî bikim', tu destpêkê biçe hesab bide. Bi rastî jî her ku Erdogan diaxive piştî mirina ewqas mirovî mirov gelekî bi hêrs dibe.

HEMÛ CIVAK DIVÊ BIHISTYAR BE

Têgeha rêveberiya herêmî tê wateya demokrasiyê. Tê wateya ku civak ji bo jiyana xwe xwedî gotin û biryar e. Tê wateya civaka rêxistinkirî. Tê wateya ku civak di nav her tiştî de ye. Erdhej çêbû, wê AFAD rizgar bike. Ne wisa ye. Dema mirov dibêje rêveberiya herêmî, dema bûyerek çêbibe civak wê xwe birêxistin bike, civak bibeze. Jixwe yek ji berpirsyarên herî girîng ên vê erdheja ku bû sedema mirina bi sed hezar mirovan, sîstem e. Rêveberiya navendî ye, sîstemek e. Ev sîstem bûye sedema mirina mirovan. Mudaxeleya herêmî tune. Wê ji Stenbolê were, wê ji Enqereyê were, an jî herêmek be wê ji herêmê were û wê rizgar bike. Jixwe zivistan e heya ku diçe, hemû mirine. Di vî warî de helbet demokrasiya herêmî pir û pir girîng e. Herêmî jixwe li her derê cîhanê pêş dikeve. Li Ewropayê jî wisa ye. Herêmî heye. Li Emerîkaya Başûr heye, li Çînê heye. Li seranserê cîhanê heye. Tekane ciha ku herêmî lê tune, Rojhilata Navîn e. Bi taybetî jî welatên ku li ser Kurdan serdest in. Ji nûbûnê dûr man. Gav bi gav li Iraqê rewşek cuda pêş ket û heta li Îranê jî di encama kevneşopiya dîrokî de bicihbûneke qismî heye. Li Tirkiyeyê dijberiya herêmî heye. Dijayetiya herêmiyê dike ji ber ku dibêjin heke em rayeyê bidin herêman wê Kurd sûdê jê werbigirin. Ji bo vê jî dijminatiya şaredariyan kirin. Dijminatiya şaredariyan kirin lê hêza wan jî evqas tune. Şaredariyên li Tirkiyeyê ne xwediyê hêzeke wiha ya xweseriyê ne. Lê tevî wê yekê jî, ji ber ku ew yekîneyeke herêmî bû, ji bo ku Kurd jê sûd wernegirin, li ser hemûyan qeyyûm tayîn kirin. Dijberiya herêmîbûnê kirin. Ev mijar girîng e. Ji ber vê girîng e ku bi gelemperî ji bo ku ev tişt di wextê de bi cih were, girîng e. Heke şaredarî rêxistinkirî bin, wê di demê de bigihêjin.

Hişmendiya bajarvaniyê girîng e. Yanî hemû civak li hemberî bûyerên li bajêr diqewimin divê bihisyar bin. Ew ê ji hewayê re, ji avê re, ji hêşinahiyê re bihistyar be. Heger erdhejek çêbibe ew ê gavan bavêje an jî hesas be da ku xaniyên li gorî erdhejê çêbibe. Hişmendiya bajar vî tiştî pêk tîne.

Ji ber vê yekê pêşveçûna herêmî pir girîng e. Civak xwedî gotin e. Min berê ew li çend deveran bikar aniye. Bi rastî gotinek pir girîng e: Dest dizane wê ku bixurîne. Di vî warî de bajar yek e. Kî çêtir dizane ku dawiya bajêr çi ye? Herêmî dizane, hikûmeta herêmî dizane. Di vî warî de, ev bûyera erdhejê, ev êş, eşkere kir ku têgihîştina navendîparêz a desthilatdariyê çiqas zirar daye civakê. Ma ji vê mezintir xisar heye? Me wisa fêm kir. Bi definkirina bi sed hezaran mirovan me fêm kir ku rêveberiya navendî xerab e, rêveberiya herêmî baş e. Di vî warî de divê civak vê rastiyê bibîne û li dijî vê nêzîkatiya rêveberiya navendî derkeve.

Tirkiyê êdî ne hikûmeteke navendî ye, zilamek tenê ye. Mîna Hîtler. Di encama sîstemeke wiha de ev komkujiyên giran pêk hatin. Di vî warî de rêveberiya herêmî, xweseriya herêmî û demokrasiya herêmî pir girîng in. Ev li ser çi ne? Li ser bingeha civaka rêxistinkirî ye. Pêwîste gelên li bajêr xwe bi rêxistin bikin û rêxistinbûna wan a konfederalîzma demokratîk pêwîst e. Ger erkên şaredariyan zêde bibin wê civakê baştir birêxistin bikin. Niha li cîhanê, li Ewropayê wisa ye. Pêdiviya xweseriya herêmî heye. Şaredarî gelek tiştan dikin. Niha divê em bigihin wê rewşê.

SEDEMA VAN ÊŞAN ÇARESERNEKIIRINA PIRSGIRÊKA KURDAN E

Û divê hemû civak vê yekê bibîne. Ez balê dikişînim ser. Sedema ku ew qas êş kişand, çaresernebûna pirsgirêka Kurd e, dijminatiya wan ya li hemberî Kurdan e. Ji ber dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan li dijî vê herêmîbûnê ne. Sîstema ku di encama dijkurdbûnê de hatiye avakirin, a niha rê li ber mirina bi sed hezaran kesan vekir. Di vî warî de pêwîst e hêzên demokratîk ên hemû civakê û welatparêzên Tirkiyeyê vê rewşê derbas bikin. Dijminatiya Kurdan li Tirkiyeyê her tiştî jehrî dike. Ew dibe sedema pêşveçûna çewt. Ji ber vê yekê divê her kes vê yekê bibîne. Çareserkirina van pirsgirêkan bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd û derbaskirina dijminatiya li dijî Kurdan ne pêkan e. Ji ber ku ger bê gotin ku divê herêm piçekî pêş bikeve, yekser pêk nayê. Dibêjin Kurd sûdê werdigirin, Elewî jî sûdê werdigirin, dibêjin Ereb sûdê werdigirin, îtîrazê dikin. Di vî warî de divê tecrubeyeke wisa ji vê erdhejê bê derxistin.

LI KURDISTANÊ FERASETA CIVAKA RÊXISTINKIRÎ YA HEVGIRTINÊ DERKET HOLÊ

Piştî erdhejê reaksiyona civaka Kurdistanê girîng bû. Û hinekî ji ber vê yekê ye. Di encama têkoşîna me de feraseteke civakî derket holê. Çanda civakî derket holê. Têgihîştina civakî tê wateya çanda civakî, civaka hevpar. Civak tenê bi hevgirtinê heye. Cihê ku civakîbûn lê heye, li wir hevgirtin heye. Cihê ku kesperestî lê hebe, li cihê ku zîhniyeta kapîtalîst pêş bikeve hevgirtin nîne. Di vî warî de têkoşîna me ya îdeolojîk, guhertinên di civaka Kurd de, kevneşopiya civakî ya ku ji dîrokê heta niha di civaka Kurd de heye, têgihiştina me ya îdeolojîk a rêxistinbûyî ya civakê, feraseta me, rastiya civakeke rêxistinbûyî li Kurdistanê civakeke rêxistinbûyî ya hevgirtinê derxist holê. Ew jî bi lezgînî ket tevgerê. Bi lez û bez çûn Semsûr, Mereş û Meletiyê yên li rojavayê Firatê. Cihê herî nêzik ew der bûn. Çûn Dîlokê û bi rastî jî hewl dan ji êşên civakê de çareyekê bibînin. Hewl dan ji bêçaretiya civakê re çareyê bibînin. Bi rastî jî hevgirtineke girîng hevgirtineke girîng pêk hat. Ev bi rastî jî girîng e. Li Tirkiyeyê jî. Di nav gelên Tirkiyeyê de jî bi rastî hevgirtineke girîng çêbû, piştgiriyeke girîng derket holê. Li cihê ku têgihiştinek civakî hebû zû ketin nav hewldanan û li cihê ku feraseta civakî hebe hevgirtin jî zû geş bû. Yek ji van jî Cemxane ne. Jixwe di civaka Elewî de civakbûn heye. Civaka Elewî dewlet nedît. Rastiyeke wisa ye ku di nav dîrokê de di nav civakeke komunal de jiyaye.

HEVGIRTINA JINAN GIRÎNG E

Yanî dewlet nas nekiriye, dewlet di vê dema nêzik de, bi taybetî piştî salên 60’î nas kiriye lê di warê çandî de civakî ye. Koçî bajaran kiribin jî karaktera sosyalîst a wê baweriyê hiştiye ku bi rêya Cemxaneyan zû biçin herêmên erdhejê. Bi rastî em wan jî pîroz dikin. Jixwe HDP’ê roleke girîng lîstiye û saziyên sivîl jî li Kurdistanê xwedî rol bûn. Tevgera jinan roleke girîng lîst. Lê dîsa jî tevgera jinan hewl dide di vî warî de bi rastî jî bi bandor bibe. Ji ber ku tevgera jinê vê dibêje û rastî jî ev e: Dîsa di vê erdhejê de yên herî zêde xisarê dibînin jin û zarok in. Erdhejê her der hilweşand, lê barê sereke dîsa li ser jinan, li ser zarokan ma. Pirsgirêkên wan ji yên mêran girantir in. Tevgera jinê jî ev zanebûn û hişmendî bi dest xist. Di 8’ê Adarê de jî gotin ku ew ê bi erdhejê re xebatên piştgiriyê bikin. Jixwe îsal ew ê 8'ê Adarê wekî şîn hilberînin.

Jixwe niha pêwîstiya jinên li herêmên erdhejê bi hevgirtineke mezin heye. Ev di 8ê Adarê de ye; Ji ber vê yekê divê hemû motîvasyon wisa be. Di vî warî de biryara tevgera jinê rast e. Divê wisa be. Pêwîst e di 8’ê Adarê de li Tirkiye û Kurdistanê ev yek were fêhmkirin. Nifûsek ne hindik; bi milyonan mirov. Bi rastî jî jin barê giran yê erdhejê hildigirin. Yên li zarokan dinêrin ew in. Di erdhejê de asê maye, wê xwarinê çêbike, wê wilo bike. Di civaka serdest a mêr de jin hîn van karan dikin. Dibe ku berê girîngiya van xebatan zêde ne diyar bû, lê niha hema hema riya sereke ya jiyanê ji jinan re hatiye hiştin. Di vî warî de helbet girîng e ku di 8'ê Adarê de pêşengiya tevgera jinê û hevgirtina mor were kirin.

Di vî warî de di nava civaka Tirkiyeyê de ruhekî girîng ê hevgirtinê hate nîşandan. Divê ev alî bi rastî were pîrozkirin. Piştre, hikûmetê ev yek dît. Xuya bû ku civaka sivîl gelek alîkarî kir, di civakê de heye; Di vê heyamê de herî dawî gotin, ‘Em spasiya her kesî dikin, rêxistinên sivîl jî di nav de.’ Lêdan, nifir, heqaret, gotin li hemberî dewletê tevdigerin. Gotin va ye dewlet heye hûn çi ne lê piştre mecbûr man. Jixwe bi rastî jî teşhîr bûn. Behsa tiştên ku Heyva Sor a Tirk (Kizilay) dikin. Jixwe AFAD tune ye. Ew di sê-çar rojan de tê. Ji ber vê yekê ew nabe derman. Nizanim çend hezar xanî hilweşiyane; diçe ser 5-10 malan. Civak piştgiriya xwe didomîne, divê bidomîne jî. Di televîzyonan de her kes jî dibêje,em jî li ser fikra wan in. Ev hevgirtin bi mehekê nabe. 2 meh jî nabe. 15 milyon kes vê travmayê dijîn, bi hevgirtineke heftane nabe. Divê were domandin, her dem xwedî lê were derketin.

EM DIXWAZIN JIYANA HEVPAR AVA BIKIN

Tevgera me bi lez û bez biryara bêçalakîtiyê stend. Banga çalakînekirinê kir. Ferman da hemû hêzên leşkerî. Helbet got ku eger êrîş were kirin ew ê xwe biparêze. Ev rewşeke girîng bû. Ji ber vê yekê di rewşeke wiha de çi dikare were kirin? Ger wiha neyê kirin wê niha bikeve pozîsyona dewleta Tirk. Wê bikeve rewşa Hûlûsî Akar. Bi sed hezaran mirov dimirin û wekî ku mirov bibêje ez çi bikim. Gelo dema ku ewqas mirov di bin kavilan de bin û ev qas êş were kişandin, jixwe me yê biryara çalakînekirinê bistenda. Em dixwazin bi gelên Tirkiyeyê re Tirkiyeyeke hevpar ava bikin. Em dixwazin jiyaneke hevpar ava bikin. Em dixwazin di Tirkiyeyeke demokratîk de bi hev re bijîn. Helbet em ê êş û hestên van gelan li ber çavan bigirin. Ger di demên herî dijwar de me ev biryar nedaba, wê ne tiştekî rast bûya. Ev him pêdiviya xeta me ya îdeolojîk û hem jî rewşeke wijdanî ye.

Lê helbet dewleta Tirk dixwaze Kurdan tine bike, dixwaze qirkirinê bike. Ji ber vê yekê di şer de israr dike. Ew çi dibêje? Jixwe dibêje; ‘Heta ku terorîstek nemîne, ez ê tune bikim’. Siyaseta wan ev e, feraseta wan ev e. Siyaseta çareseriya pirsgirêka Kurd nîne. Ew e ku her tiştî hilweşîne û tune dike. Ev siyaseta sedsalê ye. Sed sal e li dijî Kurdan şer kiriye û şerê qirkirinê dikin. Di serdema Şêx Seîd de çi kirine diyar e. Li Dêrsimê çi kirine diyar e. Dîsa li Agiriyê. Sûcên li dijî mirovahiyê yên di serdema têkoşîna me de pêk anîn eşkere ye. Helbet ew ê di şer de israr bike. Kengî diçe? Bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re ev zîhniyeta qirker a li Tirkiyeyê tê şikandin. Wê demê ev polîtîkaya şer tê terikandin. Niha li gorî gotinên Hûlûsî Akar, lêborîna wî ji sûcê wî mezintir e. Bi rastî lêborîna wî ji gunehê wî mezintir e. Ev tê wateyt ku di vê erdhejê de 200 hezar kes mirin, bi deh hezar û sed hezaran kes di bin kavilan de mane. Gelo li ser sînorê Sûriyeyê li ser te êrîşek heye? Dibêje wê kî sînorê Sûriyeyê biparêze. Ma kesî êrîşî te kiriye? Jixwe wan gotibûn ku di dema erdhejê de wê çalakiyên leşkerî nekin.

Çima hûn beşa herî dînamîk û ciwan a civakê naşînin? Ew çi dikin? Wan dixin nav artêşê. Hemû ciwan 20 salî. Kesên ku 22 salî ne, 25 salî ne. 50 salî hene ku xaniyê wan hilweşiyaye, 60 salî, 70 salî, 40 salî ne. Ciwanên wan hene lê yên ne ciwan jî hene. Lê artêş hemû ciwan e. Ew dikarin her tiştî, li her derê bikin. Ji ber vê yekê mirov bi hêsanî dikare wna ji nav kavilan derxîne. Ev kesên ciwan in. Di vî warî de, bi rastî jî şerm e ku mirov bibêje ku bi hezaran mirov dimirin. Li ser gel nafikire. Dibe ku ew bimire. Û ev leşker jî zarokên vî gelî ne. Belê, artêşa Tirk berdewam dike; kurên gel dibin şer. Ew bi me re di şer de ne. Ew ê bimire. Ji bo ku neyê zanîn, cenazeyên wan jî dişewitînin. Niha jî malbatên kesên di nav artêşê de hilweşiyane, lê dibêje ez nikarim leşkeran bibim.

Di erdhejê de ciwan ji bo alîkariyê neçûn. Ew roja yekem li wir bû. Dema ne pê bawer bû got, ez ê dev ji sînoran berdim. Wekî ku li ser sînor her kes şerê li dijî Tirkiyeyê dike. Tu şer dikî, tu êrîş dikî. Di vî warî de ji bo ku gelên Tirkiyeyê bibîne rastiya dewleta Tirk çi ye, rastiya dewleta Tirk çi ye, gotinên Hûlûsî Akar her tiştî diyar dike.

DIVÊ EM XWEDÎ LI AXA XWE DERKEVIN

Piştî avakirina Komarê, di sala 1926'an de Plana Şark Islahatê kete pratîkê. Di salên 24 û 25’an de li ser qirkirina Kurdan biryar tê stendin. Rêbertî bûyera Şeyh Saîd wekî qirkirina Kurdan nirxand. Plana Şark Islahatê kete meriyetê. Hedefa sereke an jî hedefa bingehîn a Plana Şark Islahatê rojavayê Firatê ye. Lewma ev erdhej li rojavayê Firatê pêk hat. Pirsgirêka sereke ew e ku ji bo guhertina demografiya li wir Komkujiya Mereşê nirxand, bûyerên Meletiyê jî wiha nirxand. Di vî warî de piştî vê erdhejê hemû gelê Kurd li wir polîtîkaya koçberiyê dişopîne. Ji ber ku zîhniyeta wan ev e. Piraniya Kurdên li rojavayê Firatê, ji sedî 70-80 Elewî ne. Helbet him Kurdên Sunnî hene him jî Kurdên Elewî. Li rojavayê Firatê hem Kurdên Sunnî hem jî Kurdên Elewî derbên giran xwarin. Niha guhertina demografiya van cihan weke siyaseteke ji berê ve gav bi gav tê kirin. Û ji ber ku pêkanînên heyî guhertineke wiha demografîk nîşan dide, me hişyarî da civaka Elewî. Komeleyên Elewiyan jî di vî warî de hesasiyet nîşan dan. Gelê Mereşê yê li Ewropayê jî hesasiyet nîşan da. Ev girîng e. Di vî warî de pêwîstî bi baldarî heye. Bangên ku di vî warî de tên kirin, divê bên guhdarîkirin. Pêdivî ye ku ew wê deverê ji nû ve ava bikin. Li vir kesên ku ji ber serma û zehmetiyê çûne Ewropayê û çûne metropolan, pêwîst e vegerin cihên xwe. Pêwîst e ew li axa xwe xwedî derkevin. Xwedîderketina li axa xwe, doza rabirdûya xwe, rûbera wê û bav û kalên wê, dê, bapîr û rabirdûya xwe ye. Nabe ku neçe ser axa xwe, ji rabirdûya xwe qut bibe.

Di vî warî de em ji gelê xwe yê rojavayê Firatê bawer in. Em bawer in kesên li rojavayê Firatê yên ku çûne metrepol û Ewropayê, ji bo avakirina ji nû ve rola xwe bi cih bînin.

DEMOKRASÎ NE XEMA ÎYÎ PARTIYÊ YE

Tifaqa Gel nêzî saleke xebat dida meşandin. Civaka Tirkiyeyê ji desthilatdariya AKP-MHP’ê bêzar bûye. Tifaqa AKP-MHP'ê dev ji burokrasiye berdin ji bilî alîgirên xwe karmend û karkeran nagire kar. Ji xwe bi ti awayî kesî naxin nava burokrasiyê. Rastiyeke wiha ya Tirkiyeyê derketiye holê. Hemû derfetên Tirkiyeyê wek rantê li alîgirên xwe belav dikin. Aliyên li dijî wê derdikevin jî rastî zilm û zordarî tên. Tirkiye di salên 1946-50 de derbasî jiyana gelek partîbûnê bû. Ji wê demê û vir ve, ji serdema derbeyên leşkerî wêdetir serdema zext û çewisandinê pêş xistine. Niha ne tenê li ser hin rêxistinan li ser tevahî civakê jî zext hene. Li hemberî piraniya civakê şer tê meşandin, heta civakê dike du parçe. Di rewşeke wiha de helbet eleqe li hember Maseya Şeşan zêde bû. Maseya Şeşan ev rewş nirxand û li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayek meşandin. Helbet hinek bandor jî kir. Yanî di civakê de hêviyek çêkir. Lê rastiyek heye, ev pir girîng e. Maseya şeşan ava kirin, her tim qala çi dikirin? Behsa mafan kirin, behsa edaletê, azadiyê kirin, behsa demokrasiyê kirin, ne wisa? Û di vê Maseya Şeş de kî heye? Partiyeke ku ji MHP’ê veqetiyaye heye. Çi têkiliya Îyî Partiyê bi demokrasiyê re heye? Di Îyî Partiyê de ne zîhniyeteke demokratîk, ne zîhniyeta adeletî û ne jî zîhniyeta hiqûqî heye. Zîhniyetek wiha di wan de nîne. Lewaziya herî mezin a maseyê jî ev bû. Zihniyeta wî tune. Ji ber vê yekê Maseya Şeş timî li vir behsa demokrasiyê kir. Gel hinekî eleqe nîşanî wan da. Ji bo pêngava demokratîk bavêje. Lê ÎyÎ Partî ne partiyek wisa ye! Mesele ne demokrasî ye! Mesele ne azadî ye! Derdê wan ew bû ku ji vê dewletê parekê bigire. Tu eleqeya wan bi azadî, demokrasî, edaletê re tune ye. Ji ber vê jî ew qas gotin demokrasî, azadî û piştre berdan çûn.

Dibêje namzet li min ferz kirine. Tu namzetekî ferz dikî. Tu dibêjî ji bilî vî, kesek din nabe. Ji Mansur Yavaş pê ve tu kes tune, wekî din ez ê riyeke din biceribînim. Navê Îmamoglû dane pêş jî xwe xapandine. Tenê ji bo ku Mansur Yavaş bide qebûl kirine. Ji ber ku Îmamoglû hatiye cezakirin, her kêliyê dikarin qedexe jê re danin. Bi vî awayî fêlbaziyê dike, paşê vediqete. Sedema veqetîna wan ji ber nebûna ramanên wan ên demokratîk e. Hesasiyeteke wiha tune. Di vî warî de mirov dikare bibêje bila ne wisa ba. Civak dikare beje xwezî refleksên demokratîk hebûna. Lê ne partiyek wisa ye. Di vî warî de ji bo gelên Tirkiyeyê baş bû ku rûyê wan ê rastî derket holê. Ji ber vê yekê rastî hatiye dîtin. Hat dîtin ku ew ne demokrat e û ne xwedî hêzeke bi serê xwe ye.

Emre Kongar ji ber axaftina xwe ya derbarê Meral Akşener ên ‘Min digot qey ew jineke ji demokrasiyê re hesas e, li hemberî wê hestiyar e û xwedî îrade ye’ rexnedayîna xwe da. Dîtina rastiyê di vî warî de bi fêde bûye. Civakê rastî dît. Êdî ew nikarin civakê bixapînin.

TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DIYARKER E

Tifaqa Ked û Azadiyê gelekî girîng e. Li Tirkiyeyê motora têkoşîna demokrasiyê ye. Bê guman wisa ye. Ger demokrasî û azadî were Tirkiyeyê, wê ji hêza Tifaqa Ked û Azadiyê bê. Bêyî vê tifaqê li Tirkiyeyê mirov nikare behsa demokrasî û azadiyê bike.

Li vir rastiyek heye; Me têkoşîna herî mezin li dijî AKP-MHP’ê da. Tevgera Azadiya Kurd dan, gelê Kurd dan, hêzên demokrasiyê dan. Ger tifaqa AKP-MHP’ê têk diçe û ber bi hilweşînê ve diçe ev yek bi saya têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Di bingeha têkoşînê de em hene. Helbet hêzên din jî hene, lê têkoşîna me diyarkerê têkoşîna gelê Kurd e. Tifaqa Ked û Azadiyê wê çi bike?

Ji bo têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê û pêşîvekirina li demokrasiyê Kurd wê di vê demê de bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Yekane daxwaza wan ev e. Bi dîtina min yekane daxwaza gelê Kurd, her wiha yekane daxwaza Tifaqa Ked û Demokrasiyê ew e ku kesekî nikarin qebûl bikin, nebe namzet. Yanî namzetekî ku red bikin, nîşan nedin. Yekane hesasiyet ev e. Ev jî hesasiyeteke rast e. Yanî hesasiyeta demokratîk e, hesasiyeta azadiyê ye. Ji bo azadiya Tirkiyeyê, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin. Hingî dibe ku namzet li gorî dilê wan azadîparêz û demokratîk nebe, lê qet nebe divê namzetekî ne dijberê demokrasiyê be û heta astekê demokrasiyê dipejirîne.

Hesasiyeta Tifaqa Ked û Azadiyê ev e. Berê jî daxuyanî dabûn; Wan got, ‘Em ê berpirsiyariya xwe bi cih bînin.’ Em di wê baweriyê de ne ku di rûxandina desthilatdariya AKP-MHP’ê de hem wê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û hem jî roleke diyarker bilîzin. Ew ê rola esasî bilîzin. Veqetîna Meral Akşener, hinek hêz da tifaqa AKP-MHP'ê. Moral da wan dilê wan xweş kir. Ya ku Meral Akşener dike ev e. Wekî din nayê ravekirin. Pirsa ev rewş bi kêr kî hati, pir girîng e. Ji bo hêzên demokrasiyê kar kir an ji bo hêzên antîdemokratik, ev yek bi kêrî AKP-MHP’ê hat? Ew eşkere ye. Helbet helwesta Meral Akşener ji bo koalîsyonê; bi gotineke din moral û piştgirî da AKP-MHP’ê. Jixwe li cîhanê bi vî rengî tê dîtin. Destê muxalefetê lawaz kir. Lê em dikarin vê bibêjin. Çûna Îyî Partîyê wê Erdogan rizgar neke. Wê Bahçelî xilas nebe. Bêguman eger hêzên demokrasiyê bi hev re tevbigerin û bi hev re bixebitin, wê Erdogan têk biçe. Kes nikare Erdogan ser piyan bigire. Civak qebûl nake. Bi erdhejê re hat dîtin ku ev îdîa wê pêk were. Ji bo vê jî helwesta Meral Akşener a ku Erdogan kêfxweş dike û tê wateya piştevaniya wan, bi tu awayî nikare Erdogan rizgar bike. Herî zêde Erdogan ji sedî 40 ê dengan bigirta ew ê derkeve 43’an. Ji xeynî vê ne mimkûn e ku ÎYÎ Partî bi vî awayî Erdogan rizgar bike.

BERPIRSYARÊ KOMKUJIYÊN LI ŞENGALÊ PDK’Ê YE

Ez kesên di êrîşên li Şengalê de şehîd bûne bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Berpirsiyarê van şehîdan PDK ye. Yê ku êrîşên dewleta Tirk rewa dike, dixwaze, îstîxbaratê dide PDK’ê û îstîxbarata wê ye. Divê bi vî awayî bê zanîn.

PDK’ê beriya fermana 74’an li Şengalê serdest bû. PDK’ê ew der bi rê ve dibir. DAÎŞ êrîş kir û ew jî reviyan. Êzidî bi qirkirinê re rû bi rû man. Endamên PKK'ê, gerîlayên HPG'ê, YJA Star û YPG, YPJ'ê çûn hewara gel. Hem korîdorek vekirin, hem li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dan û hem jî Şengal ji DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Di encamê de Êzidî xwedî li fikrên Rêber Apo derketin. Dîsa di wê çerçoveyê de hewl dan ku ji xwe re rêveberiyek xweser ava bikin. Belê, gerîlayan piştgirî da wan, alîkarî da wan, paşê vekişiyan. Niha Êzidî di bin bandora fikrên Rêber Apo de ne. Ev eşkere ye. Ciwan, jin û mêrên ku di xeta Rêber Apo de bûn çûn û ew rizgar kirin. Her wiha fikir û zîhniyeta Rêber Apo roleke mezin lîstiye ku van Êzidiyan bi rûmet û rêzdar bibin xwedî nasnameya xwe. Ne nû ye; PKK’ê ji destpêka damezrandina xwe ve piştgirî daye Êzidiyan. Hem ji bo civaka Kurd hem jî ji bo Kurdistanê hebûna azad a nasname û çanda Êzidiyan diparêze. Rêber Apo di vî warî de hesas e. Rêber Apo gelek caran gotibû, "Şengalê biparêzin." Got ku ew ê li Şengalê komkujiyê bikin. Rêber Apo beriya êrîşa DAÎŞ'ê ev gotin, bi belge ye. Rêbertî gotibû ‘wê êrîş bikin û qirkirinê pêk bînin xwedî li Êzidiyan derên.’ Ma qey piştî ewqas tişt Êzidî wê Rêbertiyeke wisa hesas hembêz nekin an jî sempatiyê nîşan nedin? Wê gel tevî jin û mêr fikrên Rêbertî esas negirin? Bêguman wê xwedî lê derê û hembêz bike. Niha li Şengalê PDK’ê dijminatiya Êzidiyan dike, dipirse çima li fikrên Rêbertî xwedî derdikevin û çima ji Rêbertiyê hez dikin. Ji bo vê jî bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Niha jî Peymana 9’ê Cotmehê ya Bexdayê heye. Gelo dibe ku di navbera PDK’ê û hikûmeta navendî de tiştekî wiha çêbibe? Fikrên Êzidiyan hatiye stendin? PDK’ê nûnertiya Êzidiyan dike? Yan jî piştî ewqas qirkirin, piştî qetlîamê divê hikûmeta navendî fikrên Êzidiyan negire?

Niha dibe ku Neteweyên Yekbûyî jî piştgirî dabe vê peymanê. Lê xelete. Çima hûn israr dikin? Ji aliyekî ve dibêjin Êzidî baş in, em deyndarê wan in, li aliyê din jî ewqas êrîş li dijî Êzidiyan tê kirin. Lê ew bêdeng dimînin. Niha cîhan jî durû nêz dibe. Ji ber vê yekê divê ev rastî bê eşkerekirin. Baş e, êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê, qirkirin qebûl kir. Elmanya qebûl kir, Hollanda jî qebûl kir. Temam baş e. Lê bila encameke wê ya siyasî hebe. Bila bibe encameke mirovî. Eger di qebûlkirina xweseriya xwe de bibe yek, eger destekê bidin xweseriya wê, bi wate ye. Piştgiriyê bidin xweseriya Êzîdiyên hatine qirkirin. Bila bi nasname û çanda xwe bijîn.

Kes nikare wan biparêze, ew dikarin xwe biparêzin. Fikrê me ev e. Bila Êzidî xwe birêxistin bikin. Bila di hundirê Iraqê de xweparastina xwe be. Dibe ku pêwendiya wê bi Başûrê Kurdistanê re jî çêbibe.

Kî zirarê dide xweseriya Şengalê? Di vî warî de, bi rastî bila samîmî bin. Bila Neteweyên Yekbûyî samîmî be. Wisa nabe. Dibêjin “Bila Peymana Bexdayê pêk were.” Di xeletiyê de israr nekin, rexnedayîn bidin. Bibêjin me di wextê xwe de fikrên Êzidiyan nestend. Peymana Bexdayê çi ye? Piçekî ji vê yan jî wê leşker û karmend girtine. Tiştek îdarî tune ye. Tiştekî ku vîna siyasî ya Êzidiyan qebûl bike nîne. Astengiyên li pêşiya avakirina Şengalê çi ne? Niha astengî tune. Lê ev peyman dubare ye. Di wateya azadiyê de, di wateya demokrasiyê de, di wateya îradeyê de tiştekî nas nake. Ma wisa nêzîkatî dibe? Ji bo civaka ku rastî qirkirinê hatiye, bi vî rengî nêzîkatî nayê kirin. Bi vê wesîleyê ez bang li hemû gelên cîhanê û hemû hêzên demokratîk dikim ku Êzidiyên li Şengalê biparêzin, destekê bidin xweseriyê û di vî warî de berpirsyariyên xwe bi cih bînin.