Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Baerbock li Şengalê ye

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock serdana Şengalê kir.

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock serdana Şengalê kir û li Mala Pêkvejiyanê bi aktîvîstên Êzidiyan re hevdîtin kir.

Têkildarî armanca serdanê hate ragihandin ku Baerbock xwestiye rewşa Êzidiyan ji nêz ve bişopîne û hewlda jinûve avakirina Şengalê bê dayin. Her wiha vegera Şengaliyên koçberbûyî li warê xwe jî yek ji rojeva serdanê bû.

Tê payin ku Annalena Baerbock serdana Gundê Koço jî bike, ku di sala 2014'an de êşeke gelekî giran ji destê çeteyên DAÎŞ'ê dît.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di dema serdana Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê de ya li Şengalê, liv û tevgera balafirên dewleta Tirk li ser ezmanê Şengalê zêde bûye.