Malbata Şenyaşar ji bo 'pêvajoya tarî bi dawî bibe' find vêxist

Malbata Şenyaşar ku ji sala 2018'an û vir ve ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobedê digire, ji bo kesên di erdhejên 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan û û ji bo edaletê find vêxist.

Emîne Şenyaşar ku li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe dewam dike.

Di roja 715'an a çalakiyê de ji bo kesên di erdhejên 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan û ji bo edaletê find hatin vêxistin.

Malbata Şenyaşar bi vêxistina findan piştgirî da kampanya 'Tu jî ji paceya xwe findekê pê bixe' ya ji bo mexdûrên erdhejê.