KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
10 meh ceza li rojnamevan Aygul hat birîn
Ji ber nûçeya têkildarê îstismarkirina keçikekê li Tetwanê, 10 meh ceza li Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Aygul hat birîn. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna meşa sibê kir
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna meşa sibê kir û got, “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji bo xwedîderketina têkoşîna şehîdan û ji bo hesabxwestina ji dijmin beşdarî vê meşê bibin.” -
Fermandar Pîr Çeko bi soza tolhildanê hate veşartin
Xelkê Şengalê bi soza tolhildanê û azadiya Êzidxanê cenazeyê fermandarê YBŞ'ê Pîr Çeko spart axê. -
HPG: Guh nedin nûçeyên derewîn ên medya şerê taybet a Tirk
HPG'ê diyar kir ku kesê bi navê Ramazan Guneş beriya 3 salan reviya û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû, beriya 2 mehan radestî dewleta Tirk bû. HPG'ê diyar kir ku divê kes guh nede nûçeyên derewîn ên MÎT'ê û medya şerê taybet a Tirk. -
HPG'ê şehîd Ferhat Xizginos bi bîr anî
HPG'ê gerîla Ferhat Xizginos - Mehmet Yanar bi bîr anî ku sala 2021'ê di encama qezayekê de şehîd bû û got, "Bi tevlîbûna xwe ya bi kedkarî û fedakar, bi dilsoziya xwe ya bi xeta şehîdan û Rêbertî re milîtanekî Apoyî yê mînak bû." -
AKP'ê li Agiriyê dest danî ser alîkariyê
Hikûmetê û ÎHH’ê alîkariya Kurdên ji Agiriyê ya ji bo mexdûrên erdhejê, asteng kir. Qeymeqamtiya Panosê bi hincetên pûç, bargilgira alîkariyê ya Şaredariya Panosê desteser kir. -
Cenazeyê Fermandar Pîr Çeko wê were veşartin
Cenazeyê Fermandarê YBŞ’ê Pîr Çeko ku di êrîşa balafirên bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagiker de duh şehîd bûbû, wê were veşartin. -
Hozat: Felaketa sedsalê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP bi xwe ye -NÛ BÛ
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nerazîbûn nîşanî gotina 'felaketa sedsalê' ya desthilatdariya li Tirkiyeyê da û got, "Eger wê qala felaketa sedsalê bê kirin, hingî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê felaketa sedsalê ye." -
'Divê dewleta Iraqê Şengalê jinûve ava bike'
Skender anî ziman ku divê dewleta Iraqê, Şengalê jinûve ava bike û got: “Eger nikaribe Şengalê ava bike, bila penaberan vegerîne ser cih û warên wan, yan jî bila çarenûsa keç û jinên Êzidî yên di destê DAÎŞ’ê de bibîne û wan li malbatên wan vegerîne." -
Jiyaneke mezin kir para xwe
Gerîla Eylem Zêvkan ji xwe re kir esas ku bide ser şopa Zîlan û Sema û jiyaneke mezin kir para xwe. -
Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî hate veşartin
Cenazeyê fermandarê YBŞ'ê Agir Cefrî bi tevlêbûna bi sedan kesî li Goristana Şexşims, li ba birayê xwe Şehîd Hecî hate veşartin. -
YBŞ: Fermandarên me Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyek ragihand di encama êrişa balefira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ya li Şengalê de ji Fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn û şervanekî wan jî birîndar bûye. -
DÎK, DAD û Komîsyona Baweriyan a HDP’ê serdana Bazarcixê kirin
DÎK, DAD û Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê serdana Bazarcixê kirin ku navenda erdhejê ye. -
Dewleta Tirk careke din bi bombeyên fosforê êrîş kir
HPG'ê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker bi dehan carî bi bombeyên fosforê êrîş bir ser qadên berxwedanê yên gerîla û gerîla jî ji bo xweparastinê li du qadan neçar man ku bersivê bidin êrîşan. -
Li Meletiyê bi mezinahiya 5.6 pileyî erd hejiya: 22 avahî hilweşiyan, kesek mir
Li Çermiktî ya Meletiyê bi mezinahiya 5.6 pileyî erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê 22 avahî hilweşiyan, kesekî jiyana xwe ji dest da. -
HPG: Bi şehadetê mîrateya berxwedanê li pey xwe hiştin
HPG'ê nasnameya gerîlayên di sala 2017'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Van hevrêyên me yên fedaî bi şehadeta xwe mîrateyeke girîng a berxwedanê li pey xwe hiştin û ji bo gelê me û hevrêyan bûn hinceta tolhildanê." -
Li Şengalê êrîşa hewayî: 3 kes birîndar bûn -NÛ BÛ
Li Şengalê êrîşeke hewayî bi ser wesayitekê ve hate kirin. Di êrîşê de 3 kes birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya birîndaran giran e. -
Li Mexmûrê greva birçîbûnê di roja 27’an de didome
Çalakvanên greva birçîbûnê ya li Mexmûrê, di roja 27’an de çalakiya xwe didomînin û bang li tevahî mirovahiyê hat kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. -
Ji malbatekê 35 kes di erdhejê de mirin
Li Semsûrê ku piştî erdheja 6'ê Sibatê ji sedî 80'ê hilweşiya, bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji hin malbatan bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji malbata Filikî 35 kes mirin. -
Kayataş: Em ê tora piştevaniyê mezin bikin
Berdevkê Buroya Piştevaniyê ya Enqereyê ya DBP'ê Kayataş got, li gel astengiyên hikumetê jî ew ê tora piştevaniyê mezin bikin. -
Malbata Şenyaşar: Em ê bêdeng nemînin!
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dimeşîne, diyar kir ku tirs êdî ji holê hatiye rakirin. -
HPG: Çeperên berxwedanê 15 caran bi topên ji fosforê hatin bombekirin
HPG'ê ragihandin ku qadên berxwedanê yên gerîla 15 caran bi topên ji madeyên fosforê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. -
Kongra Star ji ber wefata Suheyla Qazî peyama sersaxiyê da
Kongra Star ji ber wefata keça serokê Komara Kurdistanê ya Mahabadê Qazî Mihemed, Suheyla Qazî, peyama sersaxiyê da. -
'Pêwistiya tevahiya cîhanê bi azadiya Ocalan heye'
Mûna Elhilalî diyar kir ku divê ew fikir û felsefeya Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bikin û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava liv û tevgerê. -
Alîkariya dewletê ya bi mexdûrên erdhejê re derew e
Sozên alîkariyê yên ku dewleta Tirk da mexdûrên erdhejê, hemû bûn derew. Mexdûr ji bo alîkariyê serî li saziyên dewletê didin, lê belê destvala vedigerin.