Ji bo gerîlayê HPG’ê konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo gerîlayê HPG‘ê Şoreş Germiyan ê sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li Kelarê konê sersaxiyê hat danîn.

Ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Şoreş Germiyanê (Mihemed Kerîm) ê sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarokê Kelarê girêdayê Rêveberiya Germiyanê, konê sersaxiyê hat danîn.

Birayê gerîlayê HPG’ê Şoreş Germiyan, Selam Kerîm got ku malbata wî pê şanaz e û xwest ku heta Kurd û Kurdistan azad bibin, Kurd bi hev re yek bin.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê ya Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Wehab Ehmed jî, diyar kir ku ew ê bi şexsê Şoreş de li bibîranîna hemû şehîdên azadiyê bibin xwedî.