Hejmara kesên li Cizîrê hatin destgîrkirin gihîşt 15’an

Hejmara kesên li navçeya Cizîrê di serdegirtinên malan de hatin destgîrkirin gihişt 15'an.

Li taxa Cudî û Nûrê yên girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê duh tîmên taybet ên polîsan bi ser gelek malan de girtin. Polîsan serê vê sibê jî bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navê Abîdîn Kuçuk, Îbrahîm Şahna, Remzî Dadak, Nasir Şahna, Bezrihan Dadak, Salîh Bekiroglû, Sinan Dalmiş, Mehmet Çagdavûl, Metîn Ecevît, Ridvan Şahnaz, Serkan Çagli, Rûken Acet, Melîke Dûran, Muhlîs Dalmiş û Hasan Dadak hatin destgîrkirin. 

Kesên ku hatine destgîrkirin li Midûriyeta Polîsan a Cizîrê tên ragirtin. Sedemê destgîrkirinan nehat zanîn. Tê payîn ku li navçeyê hejmara kesên destgîrkirî wê zêdetir bibe.