Sidîq: Leşkerên Iraqê li dijî Kurdên Kerkûkê piştevaniya Erebên li derdorê dikin

Berpirsê Ofîsa Madeya 140 a Destûra Iraqê ya Kerkûkê Kakereş Sidîq bal kişand ser zêdebûna polîtîkaya Erebkirina li Kerkûkê û got: “Ew leşkerên li herêmê hatine bicihkirin, ne ku ji bo parastina xelkê herêmê, ji bo destdanîna ser herêmê hatine.”

EHMED KERKÛKÎ/ KERKÛK

Di dema dawî de artêşa Iraqê dixwaze dest dane ser 150 hezar donim zeviyên cotyarên Kurd û Tirkmenên li Kerkûkê, hinceta vê jî ew e ku rejîma Baas berê ev zevî dabûn Wezareta Parastinê ya Iraqê. Ev du hefte ne cotkarên Kurd û Tirkmen li ser vê yekê nerazîbûnên xwe nîşan didin û diyar dikin ku qebûl nakin zeviyên wan ji dest biçin.

Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya Madeya 140 a Destûra Iraqê Kakereş Sdîq li ser helwestên artêşa Iraqê yên dest danîna ser zeviyên cotkarên Kurd û Tirkmen, her wiha aloziyên û piştevaniya hêzên Iraqê ya ji bo Ereban li ser zeviyên Kurdan û Tirkmenan ji ANF’ê re nirxand.

‘DIXWAZIN VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN’

Sidîq li ser rêgirtina artêşa Iraqê ya ji bo cotyarên Kurd û Tirkmen û dest danîna ser zeviyên xelkê herêmê ya li gorî biryara serdema rejîma Baasê got: “Giştî Parlementerên Kurd û Tirkmen li ser wê yekê ne ku çareseriyek ji bo vê pirsgirêka dest danîna ser zeviyên Kurd û Tirkmenan kar dikin. Em jî Ofîsa Madeya 140 a destûrê, bi wan re hewl didin pirsgirêkê çareser bikin. Me di civîna Madeya 140’î de jî bal kişand ser pirsgirêka zeviyên Kurd û Tirkmen ên li navçeya Topzava bû.”

‘LEŞKERÊN IRAQÊ DEST BI DAGIRKIRINA HERÊMÊ KIRINE’

Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya Madeya 140 a Destûra Iraqê têkildarî helwest û reftarên artêşa Iraqê ya li vê herêmê jî û wiha pêde çû: “Navçeyên Kurd û Tirkmen lê dijîn, tên dagirkirin û Erebkirin. Ew leşkerên hatine herêmê ne ji bo parastina xelkê herêmê, ji bo desdirêjîkirina li ser xelkê herêmê ye. Li gel me gelek belge hene ku van hewldanê leşkerên Iraqê piştrast dike. Xelkê herêmê hewara xwe gihandine me û em jî li ber vê helwesta artêşa Iraqê bêdeng namînin.”

‘PÊŞÎ NEYÊ GIRTIN DIBE ŞEREK RÛ BIDE’

Sidîq anî ziman ku ew li gel hinek Meclîsa Bilind a Îslamî ya Iraq Hadî Amîrî, berpirsê Rêxistina Bedir, Fermandarê Heşdî Şebî kom bûne û ji bo wan diyar kiriye ku divê alî girêdayî Madeya 140 be û destnîşan kiriye ku ev yek dibe rê li ber şerekî nû veke. Sidîq got: “Soz ji bo me hatiye dayîn ku pêşiya van kiryarên artêşa Iraqê bê girtin.”

‘BIRYARA BETALKIRINA DEMA REJÎMA BAASÊ SALA 2012’AN HATIYE DAYÎN’

Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya Madeya 140 a Destûra Iraqê Kakereş Sidîq anî ziman ku wan daxwaznameyek fermî arasteyî Wezareta Çandinî ya Iraqê kiriye ku biryara beriya niha ya rejîma Baas betal bike û got: “Mixabin heta vê saetê bersivek nehatiye dayîn. Jixwe sala 2012’an Meclîsa Wezîran bi biryara hejmara 29’an ew biryara rejîma Baas ya berê betal kiriye. Eger li gorî wê biryarê tevbigere wê rewşa Kerkûk hinekî din aram bibe."

‘ME DÎT KU LI DIJÎ KURDAN HÊZÊN IRAQÊ PIŞTEVANIYA EREBAN DIKE’

Têkildarî rola Erebkirina herêmê ya ji aliyê leşkerên Iraqê ve jî Sidîq ev agahî da: “Divê leşker bê alî be, lê mixabin em dibînin li dijî Kurdan û Tirkmenên li Kerkûkê piştevaniya Ereban dike. Me li Daqoq, Pelkane, Sergeran û Topzawa dît ku leşkerên Iraqê çawa piştevaniya Ereban dike. Divê leşkerên Iraqî yên li herêmê hewl bide mijarê çareser bike, lê em dibînin li Kerkûkê ketine nava zêdekirina pirsgirêkan.”

‘BI HÊVIYA KU ÇARESERIYEK BAŞ DERKEVE’

Sidîq li ser nûnerên Kurd û hewldanên wan ên çareserkirina pirsgirêkê jî axivî û ev got: “Parlementerên Kurd ên li Kerkûkê çend cara serdana zeviyên cotyarên Kurd û Ereb kiriye, piştgiriya xwe ya ji bo wan nîşan daye. Her wiha Wezîrê Dadê ku Kurdeke ji Kerkûkê ye serdana herêmê ku artêşa Iraqê dixwaze dagir bike, kiriye. Diyar kiriye ku vê mijarê bigihîne Meclîsa Wezîran. Bi hêviya ku ji wir encameke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan derkeve.”

‘ÇARESERÎ NEBE, WÊ REWŞA KERKÛK XIRABTIR BIBE’

Herî dawî Berpirsê Ofîsa Kerkûkê ya Madeya 140 a Destûra Iraqê Kakereş Sidîq destnîşan kir ku li gorî ew serdanên berpirs û parlementer çûne dîtine, rewş ji nêzîk ve şopandine û delîlên pêwîst ên hewldanên artêşa Iraqê ya ji bo li dijî Kurdan piştgirîkirina Erebên derdor, wê nîşan dide ku çareseriyek peyda nebe, wê rewşa Kerkûkê xirabtir bibe.