Çîftyurek: Em kêfa dijmin nînin

Parlamenterê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek diyar kir ku kadro û girseya HDP'ê ji gundan heta bi navendê encamên hilbijartinê bi berfirehî dinirxînin û got, "Divê zimanekî krîmînal, zimanekî ku kêfa dijmin tîne, neyê bikaranîn."

Parlamenterê Wanê yê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyurek li ser pêvajoya nû û rola AKP'ê ya li qada navneteweyî ji ANF'ê re axivî.

Çîftyurek anî ziman ku Serokkomar Erdogan careke din dixwaze hem bi rola desthilatdariyê hem jî bi rola muxalefetê rabe û got, "Dixwaze muxalefeta xwe biafirîne, lê belê ji ber krîza heyî ya siyasî û aborî nepêkane ku vê yekê bimeşîne."

EGER DIXWAZE BI GELÊ KURD RE LI HEV BIKE

Çîftyurek bi bîr xist ku Erdogan di merasîma sondxwarinê de got, "Eger dilê hinekan şikestibe, xeyîdî be bila bên em li hev bikin" û anî ziman ku gelê Kurd 100 sal in bêriya peyva aştiyê kiriye. Çîftyurek destnîşan kir ku eger Erdogan dixwaze bi gelê Kurd re li hev bike divê van bike:

"Divê wezîfeya şaredaran radestî wan bike. Soylû ji cîhanê re ragihandibû ku bi çi rengî qeyûm tayîn kiribû.

Divê 79 rojnamevanên girtî bêne berdan.

Dawî li tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan bê anîn.

Siyaseta cihêkirinê ya li hemberî xelkê me yê Elewî tê meşandin bê bidawîkirin û daxwazên wan tavilê werin bicihanîn.

Heta ku ev neyên kirin bêwateye ku qala banga aştiyê tê kirin. Di nava desteya wezîran de hebûna wezîrên bi eslê xwe Kurd, negirîng e."

BIRATIYEKE BI VÎ RENGÎ NABE

Çîftyurek diyar kir ku Erdogan bi gotina 'Bi xurtkirina biratiya hezar salî' hewl da peyamê bide Kurdan û wiha dewam kir, "Lê belê biratiyeke bi vî rengî nabe. Eger dixwaze bibe bira hingî divê li destûra bingehîn hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin, perwerdeya bi zimanê dayikê bê pêkanîn û ev yek bê ragihandin. Erdogan dibêje 'li welêt aştî, li cîhanê aştî'. Halbûkî Erdogan li 2 parçeyên Kurdistanê di pozîsyona dagirkeriyê de ye. Eger aştiyê dixwaze hingî divê hêza xwe ya leşkerî ji herêmên Kurdan vekişîne."

AMÛREK JI BO CÎHANA ROJAVA

Çîftyurek destnîşan kir ku di serî de Rûsya ti pirsgirêkên dewletên despot ên li rojhilat bi Erdogan re nîne, neqişên heman qumaşî ne û got, "Hatin û pîroz kirin. Berjewendiyên cîhana rojava hene. Cîhana rojava ji ber berjewendiyên xwe li Erdogan sar jî be ji desthilatdariya wî ne aciz e. Bi taybetî ji ber mijara koçberan, desthilatdariya Erdogan ji bo xwe kêrhatî dibîne. Dema ku mirov bala xwe dide ser krîza siyasî û aborî, pêvajoyeke fîîlî ya ÎMF heye û em ê encamên vê yekê di dema bê de bibînin."

EM NÎQAŞ BIKIN, LÊ KÊFA DIJMIN NÎNIN

Çîftyurek bi bîr xist ku li ser encamên hilbijartinê nîqaş têne kirin û got, "Ji xwe encamên hilbijartinê yên 14-28'ê Gulanê li nava kadro û girseya HDP'ê bi berfirehî tê nîqaşkirin. Ji bingehê, ji gundan heta bi navendê divê em vê nîqaşê bikin. Divê stratejî û taktîka siyasetê bê nirxandin. Dema ku ev hate kirin jî divê kes, kesayet nebin hedef. Kî dibe bila bibe divê zimanekî krîmînal neyê bikaranîn. Siyaseta Kurd dema ku kêmasiyên xwe nîqaş dike, divê zimanekî welê bi kar nîne ku kêfa dijmin bîne. Divê ji bo gelê me gavekê biavêje."