Hevşaredarên Panosê hatin destgîrkirin
Hevşaredarên Panosê yên HDP'î Muşerref Geçer û Emrah Kiliç hatin destgîrkirin.
Hevşaredarên Panosê yên HDP'î Muşerref Geçer û Emrah Kiliç hatin destgîrkirin.
Hevşaredarên navçeya Panos a Agiriyê Muşerref Geçer û Emrah Kiliç tevî Midûrê Çavkaniyên Mirovî Ûgûr Laçîn hatin destgîrkirin.
Geçer li navenda bajêr, Kiliç jî li Stenbolê hate destgîrkirin.
Hevşaredarên ku sedema destgîrkirina wan nehate hînbûn, birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.