Çawîşê ku Aşkanê pênc salî qetil kir hat berdan

Çawîşê pispor ê ku li Geverê bi wesayîta zirxî pêl Erdem Aşkanê 5 salî kir û ew qetil kir, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.

Duh li navçeya Gever a Colemêrgê çawîşê pispor ê Fermandariya Cendirmeyan a Geverê A.K.P. bi wesayîta zirxî pêl Erdem Aşkanê 5 salî kiribû û ew qetilkirîbû. Di dema bûyerê de welatiyan bertek nîşanî çawîşê pispor dabû. Çawîşê pispor jî çek spartibû welatiyan û ji cihê bûyerê reviyabû. Paşê çawîşê psipor ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Geverê ve hatibû destgîrkirin.

Çawîşê pispor A.K.P. piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozger, der pêş kir ku qisûrdarê sereke Aşkan e û çawîşê pispor bi şertê kontrolkirina edlî berda.