KCD’ê, bang ji bo têkoşîna li dijî qetliamên li Başûrê Kurdistanê kir

KCD’ê ku bang ji bo têkoşîna li dijî qetliamên li Başûrê Kurdistanê kir, got: ‘’Sala sedemîn a Lozanê, bila neyê hiştin ku hêviya Kurdan bişike.’’

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrîşa li Herêma Kurdistanê ya li dijî endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan ku duh li taxa Bekrecû ya Silêmaniyê bi giranî birîndar bû û piştre şehîd bû, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Daxuyaniya nivîskî ya KCD'ê, ev e:

Endamê Komeleya Karkeran a Mezopotomyayê welatparêzê kurd Huseyîn Arasan, di encama êrîşeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê hate qetilkirin. Ev êrîşên rejîma faşîst yên ku bi piştgirî û hevkariya KDP'ê pêk tên, akademîsyen, siysetmedar û rojnamegerên welatparêz ên Kurd ji xwe re kirine armanc. Di nava salekê de di encama êrîşên wiha de 5 welatparêzên Kurd hatin qetilkirin ku yek ji wan akademîsyen Nagihan Akarsel bû.

KDP’ê, li şûna ku statuya Kurdistanê biparêze li herema Kurdistanê ji rejima faşist re statuyê çêdike, Herema Kurdistanê kiriye wek bajarekê rejima faşîsta a Tirkiyeyê, bi vî awayî rê li ber êrîşan vedike û berjewendiyên xwe yên şexsî diparêze. Di êrîşên bi ser herema Kurdistanê de şirîkê rejima faşist, KDP'ê bû, ji ber vê yekê rê neda ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bên kirin. Rejîma faşîst, bi rêya êrîşên çekên hewayî û bi destê KDP’ê hewil dide ku Şengalê bê statu bihêle, KDP’ê, li ser daxwaza rejîma faşist aTirkiyeyê, ambargo daye ser Wargeha Mexmûrê û bi vî awayî dixwaze ku Mexmûrê vala bike. Heman rewş li Rojava jî ber bi çavan e. Ji bêdengiya li dijî van êrîşan a partî, rêxistin û saziyên ku li ser navê KDP’ê doza welatparweriyê dikin, diyar e ku welatperweriya wan di nav sînorên berjewendiyên KDP’ê de asê maye. Her dera Kurdistanê war û stargeha her Kurdekî ye, dîrok wê rûreşiya yên ku war li gelê xwe kirine gor jî binivise, wê yên ku war ji xwe re kirine doz jî binivise.

Bi vê mebestê em KCD, vê êrîşê bi tundî şermezar dikin, sersaxiyê ji malbata Huseyin Arasan û ji gelê xwe re dixwazin û bang li hemu partî, rêxistin, saziyên Kurd dikin ku li dijî van êrîşan helwesteke bi biryar nîşan bidin û nehêlin ku di sedsala Peymana Lozanê de hêviya yekitiya Kurdan qels bibe. Di heman demê de em bang li saziyên sivîl û mafê mirovan, hêzên demokrasiye û Neteweyên Yekbûyî dikin ku li dijî van êrîşên ku pê hiqûqa navneteweyî binpê dikin, bi erka xwe rabibin.