Li Cizîrê du kes hatin girtin

Li Cizîrê bi ser malan de hat girtin, du kes hatin destgîrkirin, bi hinceta şahidê veşarî îfade li ser wan daye, hatin girtin.

Li Cizîrê ku navçeyeke Şirnexê ye, duh serê sibehê bi ser malan de hat girtin û A.R, M.R. û R.T hatin destgîrkirin. Îro li Midûriyeta Ewlehiyê ya Şirnexê sê kesên îfadeyên wan hatin girtin, derxistin pêşberê dadgehê. A.R. ku li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin, bi şertê kontrola edlî hat berdan, M.R. û R.T. bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin.

Bi boneya ku şahidê veşarî îfade li ser wan daye, M.R. û R.T. girtin û şandin girtîgehê.