Gerîlaya YJA-Starê Gulmez a di şer de birîndar bûbû hate emeliyatkirin

Hat zanîn ku Gerîlaya YJA-Starê Gulistan Remziye Gulmez a di şerê li herêma Zapê de bi birîndarî dîl hatibû girtin, hatiye emeliyatkirin.

Operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Gerîlaya YJA-Starê Gulistan Remziye Gulmez ku di şerê li herêma Zapê de bi birîndarî hatibû dîl girtin, li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncuyil (YYU) a Wanê tê tedawîkirin.

Hat zanîn ku Gulmez 3 roj berê ji mîde û roviyên xwe emeliyat bûye. Li gorî agahiyan, bav û parêzerê Gulmez du roj berê çûne serdanê lê Gulmez di serdanê de neaxiviye.