Huseyîn Arasan ê ku li Silêmaniyê MÎT'ê êrîşî wî kiribû, şehîd bû

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotmayayê Hûseyîn Arasan ê ku li Silêmaniyê MÎT’ê êrîşî wî kiribû, li nexweşxaneyê şehîd bû.

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Hûseyîn Arasan duh di derdora saet 10.30’an de li Silêmaniyê rastî êrîşa çekdarî ya MÎT’a Tirk hatibû û di encamê de bi awayeke giran birîndar bûbû.

Li gorî şahidên bûyerê 3 gule lê ketibû û piştî bûyerê ew yekser rakiribûn nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê. Ji ber ku birîna wî giran bû û xwîn jê çû, hatibû diyarkirin rewşa wî krîtîk e.

Li gorî agahiyên Komeleya Karkerên Mezopotamya Arasan vê sibehê şehîd bûye.  

Li gor agahiyan cenazeyê Arasan beriya çend kêliyan veguhestin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê.

Heta niha têkildarî bernameya merasîma cenazeyê Arasan tiştek zelal nebûye. Her wiha wê karûbarên otopsiyê jî di saetên pêş de were destpêkirin.

HÊZÊN EWLEKARIYÊ YÊN SILÊMANIYÊ BÊDENG IN

Tevî ku nava bajar û hemû cadeyên sereke bi kamerayên çavdêriyê tê şopandin jî balkêş heya niha êrîşkar ji aliyê asayîşê ve nehatine girtin. Heya vê kêliyê jî ne Asayîşa Silêmaniyê û ne jî Walîtiya Silêmaniyê derbarê êrîşa MÎT’a Tirk a li Silêmaniyê de ti daxuyaniyek nedane.

Her wiha ti partiyeke siyasî ya Başûrê Kurdistanê jî êrîş şermezar nekir û helwestek nîşanî dijminahiya dewleta Tirk a li hemberî çalakvan û siyasetmedarên Kurd neda.

Berê jî li Silêmaniyê Akademîsyen Nagîhan  Akarsel, Ferhad Bariş Kondu, Yasîn Bûlût, Zekî Çelebî, li Germiyan Mamoste Şemal, li Dihokê Hûseyîn Tûrelî di encama êrîşên MÎT’a Tirk de şehîdbûn û heya niha saziya ku xwe weke, ‘Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê’ bi nav dike ti kujerek negirtiye an jî ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatibin girtin jî nehatine eşkerekirin.