Malbat ji bo Gok û Akbûlût ên hatibûn windakirin kom bûn

Xizmên windayan ji bo Îsa Gok û Selahattîn Akbûlût ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn windakirin, kom bûn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 748’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Parka Koşûyolû li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Xizmên Windayan vê hefteyê li kujerên Selahattîn Akbûlût pirsîn. Akbûlût di sala 1994’an de li Bismilê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku êrişên beriya hilbijartinê didomiyan piştî hilbijartinê jî berdewam dikin. Zeytûn tundiya polîsan a li Cizîrê di serdegirtina malekê de û destgîrkirin Hevşaredarên Panosê û qetilkirina zarokê 5 salî Erdem Aşkan ê li Geverê bi bîr xist û got: “Ji ber polîtîkayên ewlekariyê pirgirêka Kurd nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê jî binpêkirinên mafan her roj diqewimin. Muxalefet jî li ber vê yekê bêdeng dimîne. Bi polîtîkayên ewlekariyê wê tu kes negihîje tu cihî.” 

Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz çîroka qetilkirina Selahattîn Akbûlût xwend. 

Akdenîz diyar kir ku malbata Akbûlût du kujeran nas dike û ji ber cerdevaniyê qebûl nekiriye hêzên dewletê zextan lê kirine û ji ber vê yekê jî çend hatiye destgîrkirin û gefa kuştinê lê hatiye xwarin û her tim zext lê hatine kirin. Akdenîz destnîşan kir ku piştî gef û zextên li Akbûlût tên kirin paşê tê destgîrkirin û 25 roj şûn ve di 26’ê Sibata 1996’an de cenazeyê wî ku ji guleyan bûye serad li gundê çemê Goma yê li Bismilê tê dîtin. Akdenîz anî ziman ku tevî ewqas sal derbas bûn jî hê jî kujerên wî nehatine cezakirin. 

Piştî xwendina serpêhatiya Akbûlût 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 584’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk û OHD’ê tev li çalakiyê bûn .

Vê hefteyê li aqûbeta Îsa Gok hate pirsîn. Îsa Gok di Hezîrana sala 1994’an de li Êlihê hatibû windakirin. Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî xwend û destnîşan kir ku heta ku kujer û winda bên dîtin wê têkoşîna wan bidome. 

Rumeysa Denîz Kaya serpêhatiya windakirina Îsa Gok xwend û da zanîn ku di meha GHezîrana sala 1994’an de şeveqekê ji bo biçe kar ji malê derdikeve û careke din venagere malê û her çiqas malbat lê digere jî wî nabîne. Kaya da zanîn malbat dixwaze gorek Îsa Gok hebe. 

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.