HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên di 3’ê Hezîranê de li Amedê şehîd bûbûn eşkere kir. HPG'ê got, "Em ê hîn bêhtir têbikoşin û bi ser bikevin. Em ê di şexsê hevalên xwe Zîn û Mahsûm de tola hemû şehîdên xwe hilînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Êrîş û çalakiyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîalayên azadiya Kurdistanê yên li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin. Operasyonên êrîşa li Amedê di meha dawî de bênavber didome. Di encama van çalakiyan de di 2 û 3’ê Hezîranê li navçeya Amedê 3 hevrêyên me şehîd bûne. Herêmên Parastinê yên Medyayê jî di 3 rojên dawî de 13 caran bi bombeyên qedexekirî, 28 caran bi balafirên şer, 4 caran bi helîkopterên êrîşê û 226 caran jî bi obus û tankan hatiye bombekirin. Dagirkeran dema li Qadên Berxwedanê dest bi tevgerê kirine, hêzên me li wan dane û 2 dagirker hatine cezakirin. Di heman demê de dagirker hewl didin bi kepçeyan jî çeperên me yên berxwedanê hilweşînin.”

HPG’ê der barê êrîşên artêşa Tirk de jî ev agahî da:

“Di 2’ê Hezîranê de li herêma Licê ya Amedê artêşa Tirk operasyoneke berfireh da destpêkirin. Di encama êrîş û operasyona artêşa Tirk de, di 2’ê Hezîranê de komek hevalên me û dijmin ketine nav şerekî giran. Di şerên 2 û 3’ê Hezîranê de hevrêyên me bi fedaî li ber xwe dan. Di van şeran de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Nasnameya hevrêyên me Zîn Amed û Mahsum Herekol eşkere bû. Dema ku agahiyên berfireh ên nasnameya hevrêyê me yê din ê şehîd jî zelal bibe, em ê nasnameyê eşkere bikin.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin. Hevrêyên me heta nefesa xwe ya dawî li dijî artêşa Tirk a qirker a dagirker bi lehengî û ruhekî fedaî şer kirin. Di şexsê hevrê Zîn û Mahsûm de em ê hîn xurtir têbikoşin, em ê zêdetir bi ser bikevin û em ê teqez armanca xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Zîn Amed

  Nav û paşnav: Dîlan Gokalp  

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Naciye - Genco

  Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Hezîrana 2023’an / Amed

 

  Nasnav: Mahsûm Herekol

  Nav û paşnav: Vedat Ayhan

  Cihê jidayikbûnê: Sêrt

  Navê dê û bav: Remziye - Ahmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Hezîrana 2023’an / Amed

ZÎN AMED

Hevrêya me Zîn li navçeya Bismîl a Amedê di nava malbatek Kurd a welatparêz de hatiye dinê. Hevrêya me Zîn ku di nava malbatek welatparêz de mezin bûye, bi taybetî di şexsê dayika xwe de exlaqê wê yê civakî, taybetmendiyên çanda dayik-xwedewend û di heman demê de li ser bingehê welatparêziyê şênberiya wê dîtiye û mezin bûye. Bi cewher, exlaqê xurt û kesayeta saxlem ku ji dayik û malbata xwe wergirtiye, weke jinek ciwan a bi zane mezin bûye. Hevrêya me Zîn weke ciwanek jîr û xebatkar qasî 14 salan xwendiye û li zanîngeha Semsûrê beşa bernameya ya kompûterê qedand û mezûn bû. Hevrêya me Zîn li şûna ku di nava sîstema heyî de cih bigire, ev sîstema ku nasnameya Kurdên azad û rastiya jina azad nas nake bi destê xwe dehf daye. Bi hestên zanebûn û welatparêziyê di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de bi çalak cih girtiye. Piştre qasî 4 salan ji Amedê heta Êlihê li gelek bajarên Kurdistanê di nava ciwanên şoreşger ên welatparêz de berpirsyarî girtiye ser xwe û di asta pêşeng de kar û xebat meşandiye. Hevrê Zîn gotine yek ji pêşengên mezin ên Kurd Şêx Seîd a ‘Dawiya jiyana cîhanê hat. Ez ne poşmanim ku ji bo neteweya xwe hatime qurbankirin. Bes bila neviyên me, me li hemberî dijminên me di nava şermê de nehêlin’ ji xwe re destûr girtiye. Hevrê Zîn ku xwedî zanebûnek a bi kok û cewherî ya bi vî rengî ye, li dijî dijminê mêtinger û qirker têkoşîn kirin ji xwe re her tim ferz zaniye.

Hevrê Zîn di dema sala 2014’an de aniye ziman ku divê mirov Şoreşa Azadiyê ya Rojava mezin biye, li hemberî qirkirin û faşîzma li dijî gelê Kurd raweste, bi vî rengî tevlêkariyê li gelê xwe bike, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin hîn zêdetir têbikoşe. Ji bo pêkanîna vê rastiya tiştên ku anî ziman jî sala 2014’an ji eyaleta Amedê tevlî gerîla bûye. Piştî tevlîbûyî şahidî ji jiyana gerîla re kiriye û ji nirxên jiyanê yên PKK’ê gelek bandor bûye. Hevrê Zîn dîtiye ku tevlîbûna nava refên gerîla çiqas biryarek rast e û pir kêfxweş bûye.

Hevrê Zîn perwerdeya xwe ya destpêkê li Zapê dîtiye û qasî du salan li herêma Geliyê Zapê li qadek ku rû bi rûyê dijmin re kar û xebat meşandiye. Di Zivistana 2014-2015’an de li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda ku li ser bingehê pêşxistina gerîlatiya jinê hatiye avakirin, perwerde dîtiye. Bi hevrêyên xwe yên jin re perwerdeya leşkerî dît û ev yek bûye sedem ku hevrêya me Zîn tecrubeyên girîng werbigire. Bi van tecrubeyan re li qada Geliyê Zapê li cihekî ku derfet lê kêm in, ked û îradeyek mezin dixwaze, gerîlatî kiriye û vê yekê ew pir pêş xistiye.

Hevrê Zîn bi taybetmendiyên xwe yên di pratîkê de kedkar, hevrêtiyê de samîmî, bi kelecana xwe ya di tevlîbûna têkoşînê de, weke leşkerî cesaretbûn û afirêneriya wê ya ji bo taktîkan derketiye pêş. Li gel van taybetmendiyên diyarker, îdeolojiya azadiya jinê û paradîgmaya Apoyî xwend û hewl da fêm bike. Hevrê Zîn aniye ziman ku îdeolojiya Apoyî ew qasî çiyayan guhertiye û ketiye wê ferqê de ku pir pêş ketiye û azad bûye. Ji ber ku bi saya felsefe û îdelojiya azadiya jinê ya Apoyî ziman, çand, doza xwe ya azadiyê û weke jinekî hêza xwe û dîroka bi êş a jinê lê ewqas jî girêdayî azadiyê ye, fêr bûye.

Hevrê Zîn sala 2016’an di encama qezayekî de ji lingê xwe birîndar bûye û piştre derbazî xebatên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûye. Hevrêya me Zîn ku dikare tevlî xebatên YPS’ê bibe û xurt bike, dikare rêxistinbûna parastina cewherî ya gelê me rêxistin bike û li ser bingehê Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî vekirinên nû yên taktîkî bike, di nava van xebatan de cihê xwe girtiye. Bi tevlîbûna xwe ya bi bawer û xurt di nava xebatên YPS’ê de cihê xwe girtiye, wezîfe û berpirsyariyên girîng girtiye ser xwe û performansek girîng a di nava van xebatan de raber kiriye. Di dema pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser de car din şahidî ji komkujiyên ku dijmin ji Cizîrê heta Nisêbînê, ji Sûrê heta Geverê pêk anî û rûyê hov ê dewleta Tirk a qirker re kiriye. Vê şahidiyê zanebûna hevrê Zîn a li hemberî dijmin xurt kiriye û xwesteka wê ya têkoşînê û biryardariya wê jî mezin kiriye. Ji xwe re kiriye armanca bingehîn ku xwedî li bîranîna Çiyageran, Zeryanan, Mehmet Yavûzelleran, Mehmet Tûnçan, Rûken Hoserîleran, Xebatkar Baranan û Îslam Geveran derbikeve û YPS’ê di wateya mûtlaq de ji bo gelê Bakurê Kurdistanê bigihîne asta hêza parastina cewherî ya bi serkeftî.

Di dema pêvajoya zivistana 2017-2018’an de li Akademiya Şehîd Îbrahîm tevlî pêvojoya perwerdeyê bûye ku li ser xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî, taktîkên parastina cewherî, li ser pêşengiya fermandarî û gel nîqaşên xurt hatin meşandin. Hevrê Zîn bi zanebûna rastiya ku rêxistinbûna parastina cewherî ji bo gelê me ‘stratejiya stratejî ye’, tevlî pêvajoya perwerdeyê bûye û weke mîlîtanek a YJA Starê ya fedayî ya demê û fermandarek pêşeng xwe amade kiriye. 

Piştî perwerdeya xwe ya akademiyê di asta fermandariya yekîneyê de qedand, berê xwe da qada pratîkê. Hevrê Zîn bi hişmendî û hestiyariya ku li paytexta Kurdistanê ji dayik bûye, li Amedê mezin bûye û bi girîngiya Amedê ya ji bo gelê Kurd xwe amade kiriye ku derbasî Amedê bibe. Hevrê Zîn ku li Amedê ji dayik bû, mezin bû û tevlî gerîla bû, piştî 5 salan weke gerîlayeke Apoyî ya YJA Starê ku hişmendiya azadiyê bi dest xistiye, tecrubeya gerîlatiyê bi dest xistiye, di şer de jêhatî bûye û taybetmendiyên fermandariyê wergirtiye. Hevrê Zîn ku tevna civakî, taybetmendiyên çandî û taybetiyên xwecihî yên Amedê dizanibû, ji zû ve tevlî pratîka Amedê bû. Bi hezkirin û xwestekeke mezin beşdarî her xebatê bû, ji bo bilindkirina têkoşîna azadiyê ya gelê me li çiyayên Bakurê Kurdistanê di nava lêgerîn û hewldanan de bû. Dema ku astengî û zehmetiyên ku di çalakiyên pratîk de bi îradeyeke mezin derbas dibû, li hemberî xeletî û kêmasiyên di jiyana gerîla de derketibû holê jî helwest stend. Hevrê Zîn li ser esasê heqîqetên ku jê bawer dikir û rastiyên jiyanê li her derdorê bê dudilî nêrînên xwe anî ziman û ji bo bilindkirina têkoşîna azadiyê ya gelê me biryardariyeke mezin da. Hevrêya me Zîn bi operasyona dijmin a 2’ê Hezîranê li herêma Licê ya Amedê dest pê kiribû kete şer û di şerê 2 û 3’ê Hezîranê de bi fedaî şer kir. Bi cesareteke mezin û bi ruhekî fedaî heta nefesa xwe ya dawî li dijî artêşa Tirk a qirker a dagirker şer kir û şehîd bû. Jiyana şoreşgerî ya hevrê Zîn meşa wê ya destanî û lehengiya şehîdan ew kir yek ji milîtanên pêşeng ên têkoşîna me ku tu carî nayê jibîrkirin.

MAHSÛM HEREKOL

Botan ku malovanî ji berxwedana gerîla ya dîrokî re kir ku di pêşengiya fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) de dest pê kir, bi avabûna partiya me PKK'ê re çanda xwe ya berxwedanê ya xurt derxist asta herî jor. Di şert û mercên ku rastiya Kurd û Kurdistanê gihaştiye asta tunebûnê de, Rêber Apo destwerdana herikîna dîrokê kir û rastiya gelên ku bi têkoşînê xwe diafirîne derxist holê. Gelê me yê berxwedêr yê Botanê ku cihê yekemîn e ku derbeya giran li mêtinger û hevkarên wan hate xistin û Gerîlaya Azadiya Kurdistanê lê mezin bû, bi sedan zarokên xwe yên leheng şandin nava refên berxwedanê û bi awayekî aktîf di têkoşînê de cih girt. Gelê me yê Botanê ku tevî êrîşên dijmirovahî yên dewleta Tirk a dagirker serî natewîne, şopdarê meşa azadiyê ya Rêber Apo ye. Hevrêyê me Mahsûm ku ji gundê Heşet ê navçeya Perwarî ya Sêrtê ye ku bi vê çanda pîroz a berxwedanê ve girêdayî ye, bi şahidiya çanda berxwedanê ya PKK'ê re mezin bû. Gundê berxwedêr yê Heşetê ku li bejahiya Herekolêye bi dehan zarokên xwe yên leheng şandin nava refên berxwedanê û bi taybetmendiya xwe ya ku ruhê serhildanê zindî dike her tim li pêş bûye. Hevrêyê me Mahsûm ê ku bi jiyanîkirina çand û kevneşopiya berxwedanê ya Kurdistanî mezin bûye, zext û zordariya dewleta Tirk a mêtinger ji nêz ve dîtiye, bi qasî berxwedana gelê me, rastiya dijmin jî nas kiriye. Ji ber ku ji malbat û derdorê hevrêyê me Mahsûm tevlîbûn nava refên gerîla hebû, bi çîrokên efsanewî yên berxwedan û şer mezin bû. Ev yek bû sedem ku biryardariya hevrêyê me di temenê biçûk de weke ciwanekî bi rûmet ê gelê Kurd ji bo hêvîya paşeroja azad a gelê me pêş bikeve. Hevrêyê me yê ku di sala 2011’an de dema ku Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî dijwar bû, li axa pîroz a ku lê ji dayik bû û mezin bû, tevlî nava refên gerîla bû, di şerê germ de ezmûneke mezin bi dest xist.

Hevrêyê me ku yekemîn pratîka gerîlatiyê li çiyayên qedîm ên Kato Jîrka pêk anî, navê fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) ku li Botanê derba destpêkê li mêtîngeran xist, da ser şopa wî û şêwaza xwe ya têkoşînê li ser xeta serketinê esas girt. Hevrêyê me Mahsûm ku bi kesayeta xwe ya afirîner û wêrek her tim di refên herî pêş de cihê xwe digire, li gorî şert û mercên herî dijwar xwe bi rêxistin kir û ji bo pêkanîna armancên Partiya me kedeke mezin da. Di nav derdoreke ku taybetmendiyên xwe yên Kurdistanî diparêze de mezinbûna hevrêyê me, hiştiye ku bi hêz û bi bandor beşdarî jiyanê bibe. Hevrêyê me yê ku di nava şert û mercên şerê dijwar de bêyî ku westandinê nîşan bide, bi coş û îradeyek mezin nêzî hemû xebatan bû, tevî birîndarbûna xwe jî eniya berxwedanê terk nekir. Hevrêyê me yê ku di her hawirdorê de bi kesayeta xwe ya têkoşer derketiye pêş, bûye yek ji hevrêyên me yên ku di nava refên Partiyê de bi lez pêş dikeve û berpirsyarî digire ser milên xwe. Hevrêyê me Mahsûm ku piştî pratîka xwe ya serkeftî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya tenduristiyê dît û bi salan hevrêyên xwe yên birîndar derman kir. Hevrêyê me Mahsûm ê ku ji kûr ve hezkirin û rêzdariya hevrêtiyê jiya û bi jiyanî kir, xurtkirina hevrêtiya PKK’ê ya pîroz esas girtiye. Hevrêyê me Mahsûm ku dizane nûnertiya PKK'ê, partiya şehîdan tenê di xeta şehîdan de bi têkoşîneke biryardar û milîtanî dikare pêk were, li ser vê bingehê ji bo tevlîbûneke xurt pêk bîne ketiye nava lêhûrbûnek kûr.

Hevrêyê me yê ku di gelek qadên cuda de, bi taybetî jî li Zapê, xebatên xwe bi serketî meşand, ji aliyê hevrêyên xwe ve weke Doktor Mahsûm hat naskirin û bi keda xwe ya bêsînor hurmeteke mezin ji aliyê hevrêyên xwe ve bi dest xist.  Hevrêyê me Mahsûm ê ku her tim dixwest derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li ser vê bingehê xwe pêş xist, di sala 2016'an de derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz bû û perwerde dît. Hevrêyê me yê ku di qada perwerdehiyê de lêhûrbûna xwe kûrtir kir, di qada leşkerî û bîrdozî de jî xwe pêş xist û bi bûyîna fermandar re pêvajoya perwerdehiyê bi dawî kir. Hevrê Mahsûm ku piştî perwerdehiyeke serkeftî vegeriya nava xebatên xwe yên şoreşgerî, taktîkên gerîla yên serdema nû bi jiyanî kir û bi bandor xist pratîkê. Hevrêyê me yê ku di sala 2017’an de şansê li Bakurê Kurdistanê tevlî çalakiyên gerîla bibe bi dest xist, derbasî qada Amedê bû û cihê xwe di eniya herî pêş a berxwedana dîrokî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de girt. Hevrêyê me Mahsûm ku bi ezmûna xwe ya gerîla, kûrahiya bîrdozî û pisporiya xwe ya leşkerî zû di qadê de bû pêşeng, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Hevrêyê me Mahsûm ê ku milîtanê dem û cihên zehmet e, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de xwedî tevlîbûneke mînak bû û li gel hemû şert û mercên dijwar jî ala têkoşînê bi layiqî bilind kiriye. Hevrêyê me ku bi dil û can pê bawer e ku her pirsgirêk bi kûrbûna felsefeya azadiyê ya Rêber Apo re dikare bê derbaskirin, bi pratîka xwe re ev rastî bi awayekî şênber îspat kiriye. Hevrêyê me Masûm weke neferekî bê westandin a xeta şehîdan, ji bo parastin û bilindkirina nirxên şoreşê kedek mezin daye û li ser xeta serkeftinê meşek xurt pêk aniye. Hevrêyê me yê ku bi cidiyeteke mezin nêzî erkên xwe yên partiyê dibe û bi biryardarî û îradeyek mezin armanc dike ku encam bigire, bûye şervanekî bi bandor û fermandarekî leheng ku ruhê serdema nû hildigire. Hevrêyê me Mahsûm ku bi bilindkirina tempoya xwe re roj bi roj ruhekî hevpar bi dest xist û bi hevrêyên xwe re bû yek, weke milîtanekî layiqî şehîdên me yên nemir, gelê me û Partiya me mîrateyeke têkoşînê ya nayê jibîrkirin li dû xwe hiştiye. Bîranîna hevrêyê me yê hêja wê her tim di berxwedana me de bijî û rêya me ronî bike.

ÊRÎŞÊN DAGIRKER DIDOMIN

Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

Dagirkerên ku di 8’ê Hezîranê saet 12:25’an de li Girê FM ketin tevgerê, bi mudaxeleya hêzên me hatin rawestandin

Herêma Xakurkê

Di 8’ê Hezîranê saet 12.00’an de dema ku dagirker li Girê Şehîd Mûnzûr ketin tevgerê, hêzên me li dagirkeran dan. Bi vê mudaxeleyê re liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexekirî kiriye;

Çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di 7’ê Hezîranê de 8 caran, di 9’ê Hezîranê de 5 caran, bi giştî 13 caran çeperên me bi bombeyên qedexekirî hatine bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 8’ê Hezîranê de Girê Bîstûsisêyan, Gundê Sinê û Zînêwertê yên Qendîlê 3 caran; di 8'ê Hezîranê de herêmên Girê Çarçel û Gundê Şêlazê yên Metîna 2 caran; di 8 û 9’ê Hezîranê de herêmên Kanî Sarkê, Gundê Sêdarê, Gundê Dereşê, Gundê Bilindbazê, Gundê Baxêrê, Deriyê Hirçê yên Garê 9 caran; di 7 û 9’ê Hezîranê de herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê 28 caran, 14 caran Girê Cûdî, Girê Bahar, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 8’ê Hezîranê de Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ya Metîna 4 caran bi helîkopteran hatiye bombekirin.

Di 7, 8 û 9’ê Hezîranê de Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê, Qadên Berxwedanê yên Girê Amêdiyê, Girê FM û Girê Cûdî yên herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Piling a Metînayê 226 caran bi obus û tankan hatine bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker di 8 û 9’ê Hezîranê de êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, di 7, 8 û 9’ê Hezîranê jî êrîşî çeperên me yên Qada Berxwedanê ya Girê FM yên herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl kiriye û hewl daye van çeperan bi kepçe û dozeran hilweşîne.